Zarokatiyeke Derbirîn

Zarokatiyeke Derbirîn

Zarokatiyeke Derbirîn

  Hema hema hemû çîrokên çîroknûs Şêxo Filik kana xwe ji zarokatiyê distîne, bi giştî çîrokên wî li ser jiyana rojane (gotinên rojane, dîmenên rojane, axaftinên rojane û hwd) hatiye hûnandin ango çîrokên wî ji jiyana rojane dizên. Pirtûka Çîroknûs Şêxo Filik ji heft çîrokan pêk tê. Hema hema hemû çîrokên çîroknûsê me maka xwe dispêre zarokatiyê, belangaziyê, têkiliyên rojane, têkiliyên dê û bavan, têkiliyên dê û lawan, bav û lawan û hwd…

 Çîroka yekemîn ‘’Tu Hemza yî ‘’ çîrokeke gulîkên xwe li ser têkiliyên bûk û xwesûyê dihûne. Wekî ku em hemû dizanin ku têkiliyên bûk û xwesûyan pirraniya wan ne baş e welew nebaş dibihûre. Îcar ji bo çi ne baş e? Sedemên wê çi ne? Helbet mirov dikare gelek tiştan birêsîne. Rêsandina yekemîn mirov dikare bêje dexsî ye(hesidandin e). Ya duyemîn jî dê naxwaze kurê wê bibe aîdî yekî-e dinê, ev fikra bi xwe hesidandinek e. Îcar gelo ji bo çi? Dibe ku gelo ev mijareke psîkanalîst be? Ji ber ku timî jin li hember mêr, mêr jî timî li hember jinê dihesidin, sedema wî tiştî jî di zarokatiyê de ye. Wekî em dizanin ku Freûd navên van komleksan kirine Elektra (Zaroka keç li hember bavî baldar e ango eleqeya keçê pirtir li ser bavî ye) û Odîpûs (ev kopleksa jî berevajî elektrayê ye ango law li hember dê bêtir eleqedar e), jixwe çîroka van herdu kompleksan jî hema hema ez dibêjim qey em giş dizanin. Welhasil em hinekî din jî li ser hûrhûr bifikirin em ê gelek tiştên din jî jê derxînin. Taliya talî çîroka me gotinên bi rojane û gotinên bi belengazî hatiye ravekirin.

Mînak:

… erê me dizanî danûyê bûk û xwesûyê di beroşekê de nakelin lê şeytaneke mîna vê jî hê nehatiye ser rûyê dinê, ew ne sûcê wê ye ku, sûcê serjinikê me ye jî, rokê bigota ‘ cazûyê te xêr e, derdê te çi ye’ li min wiha dikir?… (rp-13-14)

     Ji peregrefa jor ve jî xuya dibe ku gotin û tevgerên di navbera xwesû û bûk û malbatan de derbas dibin, vediguhezin sedemên gengeşiyê û dexsiyê û maka vê çîrokê jî hinekî ev e. Îcar têkiliyên wiha gelek galegalan û gengeşiyan bi xwe’r dizeyîne. Ango di van nîqaşan de hestên, hesidandinê, nefrînê, sixêfan, hevdu nebaşkirinê û hwd dibin lûtke, dibilindin…Çîroknûsê me gelek caran verişiyaye, şiûra binhişiya wî herikiye û gotinên surealîst ji devê hişê wî xwe beradaye, lê tenê ‘’gotinên(bêjeyên)’’ sûrealîst herikine, dîmenên sûreal pirr kêm in!

Mînak:

Deng, diçe, deriyê derve, yê hewşê jî pey re, çû, bêdengî, tarî, germî dîsa, aramî, xweş, dengin tên, zêdetir, nêziktir dibe her ku diçe, pev diçin?… şer?… kî ne gelo?… pencere, ber pencera din, derve, şênî, jin in, mêr jî hene din av de, kal û pîr…bêhtir jî zarok in, darbestek, li ser milan, qêrîn, hêrs, sond, girî, tilîlî, resim, hê ter û ciwan e jî, rûesmer, dibişire yê di resim de, na dikene, hema hema, rûken, nas e wekî ku… ew ew e?… şewat, şewata cara berê dîsa, şewata nava çavan, cîniglêxistin û ew serêş, ‘Hemza…’ di tehma xewna xeweke şêrîn de… rp-18

       Di vê peregrefê de monologê me mîna serxweşa ye, timî diaxife lê gotinên wî, hevokên wî giş nîvcoyî dimînin. Monologê me xwe wendakiriye û ketiye dewsa karekterê xwe, çîroknûs bi xwe bûye karekterê çîroka xwe û haya wî ji wî tune ye. Loma jî, gotinên xwe nabin serî, ango gotinên xwe xûmamî û serjêkirî bera ser rûyê serzemînê dide, bi kurtasî gotinên der-binhişiya xwe derbirînî dirêse. Mirov dikare bêje ev peregref maka xwe ji surrealîzmê bêtir ji derbirîniyê distîne. Jixwe berî bizava surrealîzmê bizava derbirîniyê tê û esasê sûrealîzmê jî li ser esasê bizava derbirîniyê ava bûye. Wekî di peregrefê de jî xuya dibe ku mirov dibêje qey Hemza di xewna de ye, ango xewna dibîne… lê talî gotinên serjêkirî, hevokên netemamkirî, gotinên nebidawî, gotinên netamamkirî, bi xwe’r xûmamî û ne diyarî afirandiye. Hema hema di hemû çîrokên Şêxo Filikî de ne diyarî û xûmamîbûn hebûn, dîmenên surreal ewqas tune ne, lê dîmenên derbirînî têra xwe hene, ji ber ku çîroknûs timî qala zarokatiyê dike, ji xwe zarokatî heman demê de, wexta heyama neecibandina tişta ye, heyama belengaziyê ye, heyama avabûna kesayetiyê ye, heyema her tiştî ye. Kêmzêde çîrokên Şêxo Filik kana xwe ji zarokatiyê stendiye, loma jî em dikarin bêjin çîrokên wî hinekî derbirîn û surreal in, lê ne tam sûreal in, û ne tam derbirîn in. Ji bo ku tam di çêja sûrealê û derbirînê de be divê şêwaza wî jî bi çêjeke van bizavan hatiba nivîsandin. Çîroknûsên me tenê kul û keserên zarokatiyê bi awayekî derbirîneke belengazî û nerazîbûnî daye der ango kêmasiya teşebûneke estetîkê heye, kêmasiya estetîk û hunerê di çîrokan de heye, ji bo ku em bêjin tam surreal in û derbirîn in, divê teqez çîrok bên estetîzekirin û bên hunerandin, baş bên teşekirin(naverok û şêwaz) divê xwe ji gotinên belangazî û nerazîbûnî xelas bike. Haaaa! Ger belengazî û nerazîbûn ew ê bên bikaranîn û bên nivîsandin divê wê çaxê em bi awayekî estetîk û hunerî birêsînin, divê em xwe ji gotinên rojane rizgar bike, ji ber ku em qala edebiyatê dikin, ji ber ku em qala huner û estetîkê dikin…hwd.

Em werin ser çîroka duyemîn

Mînak: Ji çîroka ‘’roj hat’’

… ez jî ne tê de me, ez jî ne ne li vir im?… nexwe çim amin nabîne?… ez zanim çima ye ma… çima gava ku yadê digirî hema dibîne; ‘Gulçîn çi bû, çi bû Gulçîn, qey tiştek qewimî?…’ ma ku min zanîbûya wilo ye wexta ku gotin ‘bavê te qeza kiriye’’ ez ewqas digiriyam?…rp-21

        Di vê çîrokê de jî çîroknûsê me pirtir li ser têkiliyên bav û lawitiyê rawestiyaye. Ji peregrefên jî dixuye ku bavî timî gotinên, xwestekên û daxwazên kurrê xwe taloq dike ango timî paşguh dike. Ev taloqkirin welew paşguhkirin di kesayate zarok de derbirînan ava dike. Weke çîrokên wî’y dinê jî dîsa di gelek cihan de mirov tehma komleksên Freûdî ên wek ELektra û Odîpûsê dibîne. Taliya talî di çîrokên Şêxo Filik de mirov tehma zarokatiyeke bi belengazî dibîne, timî ya ji dê û ya jî ji bavî nerazîbûn heye. Îcar di vê nerazîbûnê de gotinên rojane, gotinên belangazî, gotinên xumamî pir in. Belam, gotinên derbirînî hene, lê pirr kêm be jî gotinên surreal jî em dibînin. Dema ku karekterê me diaxifin di hin cihan de mifteya der-binhişiya karekterê me diqete, wê çaxê berê fîşekên gotinên wî tên reşandin bêşiûr, wê çaxê em fêm dikin ku monologê me der dibe, verdişe, aqil paşguh dibe, dewsa êqil der-bin-hiş diherike, lê pirr kêm dîmenên wilo he-nin-bûn… Bi kurtasî di heman çîrokên Şêxo Filik de birînên ku di zarokatiyê de hatiye meyandin û kusandin, bi awayekî rojane û belengazî û derbirînî hatiye ravekirin. Îcar em werin ser çîroka xwe’y ‘’Bêbavî’’ û em pirtûka xwe bidawî bike welew biqedîne.

Çîrok pêncemîn ‘’Bêbavî’’

        Weke çîrokên wî’y dinê dîsa mijara vê çîrokê jî têkiliyên law û bavî ye. Lê di vê çîrokê de him ji bavî razîbûn heye û him jî nerazîbûn heye an jî wilo dixuye, yanê timî xwendevên welew xwînêr di dudiliyê de dihêle, gelo monologê me ji bavî hez dike an na? Timî pirsek wiha di dilê mirovî dihêle, timî nediyariyek, xûmamiyek û bêbiryarbûyînekê bi mirov re dihêle. Şêxo Filik di vê çîrokê de jî belengazî, nerazîbûn derdaye. Di vê çîrokê de êşên xwe, ne-gotinên xwe, xeyalên xwe, hûmû xewn û xeyalên xwe’y zarokatiyê pêk neaniye welew têde esiriye bi awayekî îronîk carinan diderîne, loma jî xwestiye ku bi awayekî derbîrîn êşên xwe’y mayînde birêsîne û biverişîne….

Mînak ji çîrokê:

   Şikriya xwe bikin ku bavê we heye, hûn ne sêwiyê ber destê kesî ne

   Erê canim, qalê neke, em ne sêwî bûn û hebû bavo!… heke hebûn valahiyeke xênî dagirtin be kêr û kevçiyên me jî hebûn, balgî û mînderên me jî hebûn û bavê me jî, çi dibû bi dayê dibû ma, qey j ime re jî tiştek, lê dîsa jî pê xweş bû ha, dilê xwe jê xira nedikir, êdî çi hesab bû nizanim, barê li ser piştê ne hindik bû bi ser de derdê wî jî hilgir… rp-46

      Di vê peregrefê de jî Şêxo Filik nerazîbûn û belengaziyên xwe diderîne. Şêxo Filik, berpirsiyariyeke giran û bi esasî dide bavtiyê, ango divê bavtî çawa be? Rolek çawa gerek hilgire ser milê xwe, li hember dê divê çawa bê tevgerandin bavî , ango têkiliyên dê, bav û lawan gerek çawa bin? Malbatî gerek çawa be?… hwd mirov dikare pirsan lê zêde bike. Welhasil kêmzêde Şêxo Filik giraniya çîrokên xwe bi zarokatiyê ve girêdayî, giraniya çîrokên xwe bi dê û bavtiyê û têkiliyên di navbera wan de diqewime girêdayî. Lê hin çîrok bi karekterbûn ango karekterên wan rasterast hebûn, hin çîrok jî monolog bûn, yanê axavtina çîroknûsî bixwe bû(axaftineke jixweveçûyî, der-binhişî…)

Encam:

      Ger tu gelekî bindest bî, pênûsa te jî ew ê kêmzêde elemên te’y zarokatiyê biherikîne. (Îcar di vê herikandinê de hûnandina romanê, çîrokê û helbestê de tu bi çi awayî dirêse an jî tu bi şêwazeke çawa dirêse ev muhîm e… tu bi çi awayî û şêwazê dirêse ne giring e, ya girîng tu bi çi awayî şêwaza xwe estetîze dike û bi hûner dike, yanê ya muhîm honandin û şêwaza te çiqasî estetîk e û hûnerî ye..) Ez bawer im di hemû gelên bindest de, ango gelên nebiserxwe de heman êşa zarokatiyê heye. Hemû gelênbindest êşa zarokatiyê dikêşe, paşê jî ev êş dibe perçeyeke kesayeta wî gelî û wî kesî, wî zarokî, dibe perçeyeke jiyana wî gelî,wî zarokî, wî kesî… Îcar çîroknûsê me Şêxo Filik jî bîranînê xwe’y zarokatiyê vebêjandiye û bi saya bîranînê xwe’y zarokatiya bîranînê zarokên gelên kurd jî rêsandiye, berê êşên malbatî rêsandiye paşê jî ev êşên malbatî teyisandiye gelemperiyekê, ango divê êşên min û ên ji dervî min heman êşên, êşên min û cîranê min, êşên min û derdora min, êşên min û ên welatên min heman tişt in (Dibêje min çi kêmasî û êş di zarokatiyê de kêşan dibe kêmzêde ên li ser vê erdnîgarên gişan kêşandiye…)

         Ji ber ku Şêxo Filik dibêje ku em li ser heman erdnîgarên dijîn…

28.02.17

Çorê ARDA

Çorê Arda
Latest posts by Çorê Arda (see all)

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.