Xweza di Felsefeya George Wilhelm Friedrich Hegel de

Xweza di Felsefeya George Wilhelm Friedrich Hegel de

Xweza di Felsefeya George Wilhelm Friedrich Hegel de

Di ramanên George Wilhelm Friedrich Hegel (1770-1831) de xweza, îdeyek e (heyîna teqez e) ku ji xwe der çûye û cihêreng bûye. Têgeha îdeyê ku têgehek razber/nedîtbar (soyut) û cihêreng e, yeko yeko vediguhere heyînan, ango dibe heyîn û bi vî awayî jî dibe heyînek, dibe heyînek ji derveyê xwe. Ji ber vê çendê jî yekîtiya îdeyê, di xwezayê de bi awayekî eşkere xwiya nake, xwe vedişêre û nûxamtî ye, lewma jî em di xwezayê de piraniyê dibînin. 

Herweha heyînên yeko yeko yên ku di xwezayê de hene; hebûna xwe ji xwe wernagirin, ji îdeyê werdigirin û bi îdeyê re jî bi temamî ne guncan in, di navbera wan de lihevhatinek berbiçav jî tune. 

Jiber vê yekê jî, di xwezayê de herdem dibetiyek li ser kar e.Derketina derêxwe ya îdeyê ku dibe bîyaniyê xwe, di xwezayê de tê dîtin. Heyîna teqez (heyîna mitleq) ji bilî xwe, li derveyê xwe dibe heyînek û dibe bîyaniyê xwe. 

Di ramanên Hegel de bingeha ramana bîyanîbûnê, ku piştra di felsefeya Marksîst de bûye xwediyê cîhekî girîng, ji vê niqteyê tê. Serê binî yê xwezayê ew îde ye ku bi temamî bûye bîyaniyê xwe û wisa jî, xwe daye der.

Serê jor (raser) jî nîjada mirov e ku xwedîaqil e û têdigihêje hişmendiya xwe. Nîjada mirovî jî; di xwezayê de dertê holê, û di xwezayê de dibe heyîn. Lê mirov hêdî hêdî xwe ji xwezayê dûr dike, digihêje bîra/hişê xwe, ber bi îdeyê ve (heyîna mitleq) ve diqeside, têdigihêjê û bi vî awayî, ew bîyanîbûn û xwe xerîbdîtin, ji holê radibe. Careke din, digihêje yekîtiyê. 

Ango yekîtiya teqez; di ramanên mirovî de carekê din tê têgihiştin, ji nû ve tê raxistin. Bi vegotineke din xweza, kedeka mezin e û dixwaze ku bigihêje bîra xwe û koka xwe binase. Herweha armanca felsefeya xwezayê jî, şirovekirin û destnîşankirina vê berfirehbûnê ye ku gav bi gav pêk tê.

Ali Gurdilî

[email protected]

10.02.2015

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.