Theodîse di Ramanên Epicurus de

Theodîse di Ramanên Epicurus de

Theodîse di Ramanên Epicurus de

Pirsgirêka xirabiyê, mijareke felsefeya dîn e û li rê û rêbazên lihevanîna xirabî û başiya mutleq, başiya teqez (Xwedê) digere. Ev pirsgirêk cara yekem ji aliyê Epikuros (Epikur, Epicurus) ve hatiye gotin û ji wê rojê ve jî, ji aliyê gelek ramangir û feylesofan ve hatiye nirxandin û wekî pirsgirêkekî xwe gihandiye roja me.

P.Z. di sedsala 2. de Lactantius (P.Z.340), ramanên Epikurosî wekî paradoks, nakokî û dîlemayeke (ikilem), wiha veguhastiye: ‘Heke Xwedê bixwaze xirabiyan ji holê rake û nikaribe rake, yan jî dikare rake û naxwaze ku rake, yan jî ne dixwaze ku rake ne jî radike, yan jî hem dixwaze ku rake û dikare rake. Heke Xwedê dixwaze ku xirabiyê ji holê rake û hêza wî têra rakirina xirabiyê neke, bêhêz e û ew rewş, ne li gor xuy û xisletê Xwedê ye. Na heke dikare xirabiyê ji holê rake; lêbelê naxwaze, nexwe ew hesûd e û ew rewş jî, ne li gor xuy û xisletê Xwedê ye. Heke ew ne dixwaze ku xirabiyê ji holê rake û ne jî ji holê radike, nexwe ew hem hesûd e û hem jî bêhêz e. Ev rewş jî, ne li gor xuy û xisletê Xwedê ye û di vê rewşê de jî, ew ne Xweda ye. Na, heke Xwedê dixwaze ku xirabiyê ji holê rake û radike, ku bi tenê ev rewş li Xwedê tê; nexwe jêderka xirabiyan çi ye? Yan jî, çima Xwedê naxwaze xirabiyan ji holê rake?’

Ali Gurdilî

[email protected]

22.05.2016  

Çavkanî: Pirsgirêka Xirabiyê / Gotar – Ali Gurdilî