Warning: Declaration of AVH_Walker_Category_Checklist::walk($elements, $max_depth) should be compatible with Walker::walk($elements, $max_depth, ...$args) in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/extended-categories-widget/4.2/class/avh-ec.widgets.php on line 136

Warning: session_start(): Cannot start session when headers already sent in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/simplecontact/simpleContact.php on line 208
Têkiliyên Hawirdorî yên Organîzmayê – Felsefevan

Têkiliyên Hawirdorî yên Organîzmayê

Têkiliyên Hawirdorî yên Organîzmayê

Têkiliyên Hawirdorî yên Organîzmayê

Hawirdoreka organîzmayê heye û organîzma, li wê hawirdorê dijî. Xwezaya ku tevgerên mirovan behrêlî dike, hemû mirovên din û hilberên kulturê yên cihêreng, wekî hawirdorê têne bi nav kirin. Organîzma hem bandorê li hawirdorê xwe dike û hem jî, di bin bandora hawirdora xwe de dimîne. Ango, organîzma û hawirdora wî/wê, her dem di nav ketumetbûnek bêrawest de ne. Organîzma ji tevahiya şert û mercên hawirdora xwe, ketumet dibe. Di vê mijarê de ûnsûra yekemîn ya ku dertê pêşiya me, peyva hişyarker e. 

Danasîna Hişyarkerê

Hemû pêkar/faktorên hindûrîn û der, yên ku bandorê li organîzmayê dikin û livok/organên organîzmayê hişyar dikin re hişyarker tê gotin. Wekî şewq, germahî, tênahî, birçîtî, têhm, bêxewî û hwd.

Hişyarker: Uyarıcı

Vebizav/Bertek

Tevgera organîzmayê ya vekirî ye, ku di dema hişyarker bandorê lê dike û organîzma di bin bandora hişyarker de dimîne, nîşan dide. 

Vebizav/Bertek: Tepkî

Rewşa Hişyarbûnê

Ji têkiliya hişyarker û vebizav/bertekê re rewşa hişyarbûnê tê gotin. Pêdiviya hemû mirovan, bi hişyarbûnê heye. Di rewşa kêmhişyarbûn û zêdehişyarbûnê de, rewşa normal ya organîzmayê xira dibe û organîzma hevkêşeya xwe wenda dike.

Rewşa Hişyarbûnê: Uyarım

Hişyarbûna Zêde [Zêde Hişyarbûn]

Mirov, dema ku ji rewşa normal zêdetir têne hişyarkirin, ev rewş dertê holê. Hişyarkerên ku doz û hejmara wan gellek zêde ye, parseng/dengeya organîzmayê xira dikin û ahenga organîzmayê xira dikin. Wekî: Şewqeka pirr zêde, dengekî pirr bilind, êşa diranan ya pirr zêde, sermayeka mezin û hwd…

Hişyarbûna Zêde: Aşırı Uyarım

Hişyarbûna Kêm [Kêm Hişyarbûn]

Hişyarbûna organîzmayê ya ji rewşa normal kêmtir e. Organîzma ji bo ku bikaribe rewşa xwe ya normal bidomîne, pêdiviya wî/wê bi hişyarker e heye. Ev hişyarker dibe ku dengek be, şewqek be, germahîyek be an jî heyînên ku tevdigerin be. Çimku, ev hişyarker alîkariya organîzmayê dikin da ku ew rewş û dengeya xwe bikaribe di rewşeke normal de bidomîne. Dema ev yek pêk nayên, rewşa hişyarbûna kêm derdikeve holê.

Hişyarbûna Kêm: Yetersiz Uyarım 

Têbinî: Ziravbihistyariya livokên me yên sehekî, li gor rewşa organîzmayan diguhere. Ango hinek organizma, hişyarkeran zû dibihisin û hinek jî, dereng dibihîsin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Destpêka Zanista Psîkolojiyê – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.