Têgeha ‘Baş’ di Ramanên Arîstoteles ‘B.Z.384-322’ de

Têgeha ‘Baş’ di Ramanên Arîstoteles ‘B.Z.384-322’ de

Têgeha ‘Baş’ di Ramanên Arîstoteles ‘B.Z.384-322’ de

Mirov dikare felsefeya ehlaqê ya Arîstoteles, ji berhema wî Ethika Nikkomakheia Ehlaqa Nikkomakhos fêr bibe. Etîka Arîstoteles, etîkeke mebestî ye. Ew wiha difikire ku, hemû tişt ber bi baş ve diqesidin. Ango, baş ew armance ku hemû tişt, ber bi wê ve diqesidin.

Sincdarî (rewişdarî, exlaqdarî ), ne ew tevgerên me yên ku ji xwe baş in, ne. Sincdarî, ew tişt e ku mirov nêzîkî <tiştên ji bo başiya mirov in> dike, ye. Arîstoteles, di ehlaqê de başiyê; bi <tiştên ku ji bo mirovan baş in> bisînor dike. Tiştê ku ji bo mirovî baş e,  çalakiya biaheng a ku di navbera rih û başiyê de ye.

Li gorî baweriya Arîstoteles jî, mebesta jiyanê bextewarî ye. Belam, li gorî wî bextewarî/berxwidarî ne tiştekî têgihanî ye. Ew tiştekî wiha ye ku mirov encax di hemû jiyanê de dikare xwe bigihînê. Ew cûre çalakiyek e û xweş, bi awayekî xwezayî beşdarê wê dibe. Çawa ku bi yek kulîlkekî û bi yek rojeka bitav, havîn neyête; bi demxweşiyeke kurt jî, berxwidarî nayê. Hasilê, Arîstoteles lêdikole da ku fêr bibe ew kîja jiyan e ku berxwidariyê ava dike.

Di vê xalê de Arîstoteles, behsa çar (4) hêmanan dike:

1- Xweşî

2- Şanazî

3- Dewlemendî

4- Jiyana teorîk.

Li cem Arîstoteles,  jiyana teorîk ango daketina fikirînê; armanca herî bilind e. Arîstoteles wiha dibêje: <Armanca hemû çalakiyên mirovan baş in û her çalakî, ber bi başiyê ve diçe.>

Bi vî awayî, piraniya nirxan/hêjahiyan dertê pêşiya me. Lê, her asta (derenceka) heyînê, ‘Baş’ ekê bilind ya xweser e. Erka/wezîfeya felsefeya ehlaqê jî di vê xalê de, destnîşankirina a baş e. Berxwidariya mirov ya xas jî, tevgera bierdem e.

Di jiyanê de ew kesên ku xwediyê pisporiyeka diyar in, encax ew dikarin bigihêjin bextewariyê. Bextewarî, çalakiya giyana bierdem e ku jiyaneka pispor didomîne. Xweşî/haz jî, temamker e û encama hemû çalakiya ye. Xweşiya herî bilind jî, bi raman û tevgerên ehlaqî pêk tên. Daxwaza bidestxistina xweşiyê, mîna wek navajoya/dozîneya jiyanê; tiştekî bêgav e.

Belam, bi tenê xweşiya mirovê bierdem, xweşiyekê rasteqîn e. Ji zêdetirê tevgera pratîk, tevgera teorîk êdî mirovî ye. Wekî Platon, Arîstoteles jî nirxên/hêjahiyên giyanî, weke nirxên rasteqîn dibîne û wisa jî, wan dipejirîne.

Di dawiyê de Arîsto dibêje ku: ‘Bextewarî, encax di wan tevgerên li gor aqil û xwedîerdem de peyda dibe.’ 

Ali Gurdilî

[email protected]

26.01.2015

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.