Taybetmendiyên Sosylojiyê

Taybetmendiyên Sosylojiyê
Mirov dikare behsa gellek taybetmendiyên sosyolojîyê bike. Lê yên ku sereke ne, mirov dikare wiha wan bihejmêre.
1- Tevdebûnî: Her zanista sosyal (civakî) li ser yek bûyereka ku di civakê de diqewime radiweste. Lê sosyolojî, li ser hevedudanîya hemû bûyerên civakî radiweste.
2- Pevgihîştandin: Sosyolojî, encamên hemû zanistên sosyal digihîne hevdu (dike yek) û bi vî awayî digihêje encamê.
3-Wanekîtî [Objektîfî]: Sosyolojî, bi awayekî objektîf li ser bûyer û qewmînên civakî radiweste û li wan hûr dibe. Sosyolojî di dema pêkanîna vê yekê de, ji nirxdaraziyan dûr e. Ango, nesnel e.
4- Sosyolojî ne zanisteka normatîf e. [Sosyolojî, delkan danayne]: Sosyolojî di lêkolînên xwe de, bi tenê avahîya (bastûra) bûyerên civakî radixe holê. Delkên ku bi wan re têkildar in, danayne.
Ali Gurdilî
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021