Warning: Declaration of AVH_Walker_Category_Checklist::walk($elements, $max_depth) should be compatible with Walker::walk($elements, $max_depth, ...$args) in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/extended-categories-widget/4.2/class/avh-ec.widgets.php on line 136

Warning: session_start(): Cannot start session when headers already sent in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/simplecontact/simpleContact.php on line 208
Taybetmendiyên Felsefeya Budîzmê – Felsefevan

Taybetmendiyên Felsefeya Budîzmê

Taybetmendiyên Felsefeya Budîzmê

Taybetmendiyên Felsefeya Budîzmê

Di babeta destpêka felsefeyê de, di nav ramanweran de gelemşeyek heye. Hinek dibêjin felsefe bi grekan dest pê kiriye û hinek jî dibêjin na, berê grekan jî felsefe hebû. Dema ku mirov li felsefeya hîndûyan mêze dike, mirov rastê UPANÎŞADAN dibe ku ev metnên pîroz in. Di van metnan de, li ser gerdûnê û çêbûna wê daxuyanî hene, lê bingeha wan daxuyaniyan îlahî ne. Lewra, li gorî vê felsefeyê hemû gerdûn ji yek heyînekî derketiye ku ev heyîn jî, BRAHMAN e. Şiroveyên di van metnan de jî, ne şiroveyên zanistî ne. Ew gotinên helbestîk in ku girêdaniya wan zêdetir bi îmge û îmajan re heye. Tarîxa zayîna Gautama Buddha jî, piştî dewra Upanîşada ye. (B. Z. 563- 483)

Di dîroka mirovahiyê de her dem, di navbera felsefe û ol de peywendiyek çêbû ye. Lewra herduyan jî xwestine ku rêbaza çêbûna gerdûnê û destpêka mirovahiyê, li gorî bawerî an zanayiyên xwe şirove bikin.

Tiştê ku ol bi awayekî hestî pêk aniye, felsefe xwestiye ku vê yekê bi awayekî aqlî şirove bike.Ango, felsefe xwestiye ku jiyana mirovan, di gerdûnê de cihê wan, peywendiyên wan û ji bona birêveçûna kar û barên mirovî, bi awayekî pisporî û rexnekar şirove bike. Di dîrokê de, felsefe bi rexnekirina baweriyên olî û rewiştî derketiye holê û tu carê, dev ji vê helwesta xwe ya rexnekar bernedaye.

Budîzm, berî zayînê (Berî mîladê) di sedsala VI. – ê de derketiye holê û oleka gerdûnî ye. Li ser danasîna Budîzmê jî (gelo ew rêçikek, mezhebek, olek an xwendegehek e) guftegoyek heye. Belam, di roja me de tê pejirandin ku Budîzm ol e û oleka bêxwedê ye. Di roja me de beşdar an bawermendên vê olê, li Hîndîstan, rojhelat û başûra rojhelata Asya, Moxolîstan, Mançûrîstan, Tîbet û Japonyayê hene. Ji bilî van deran li Ewropa, bakûra Amerîka û Îngilîstanê jî, beşdar an bawermendên vê olê hene. Hejmara beşdarên vê olê, nêzîkê 300 milyonî ne. Damezranerê vê olê, Guatama Buddha ye. Di Budîzmê de ne cihê Xwedê û ne jî cihê pirtûkekê pîroz, ku bi awayê wehiyê hatiye hinartin heye. Kêm zêde di wan olên din de, mirov dibîne ku rewişt  “exlaq” li ser hîmê başî an xirabiya tevgerên mirov bi cîh bûye. Mirov li gorî semaxa Xwedê tevdigerin, tiştên ku Xwedê diferme baş in û tiştên qedexe dike jî, ew xirab in. Bûdîzm, di vê mijarê de cuda ye.

Li gorî Budîzmê jî; qencî û berxwîdariya pirraniyê, pîvana başî û xirabiyê ye.

Me di destpêka vê nivîsê de got ku, Budîzm olekê bêxwedê ye. Niha jî, ez dixwazim ji vê babetê dest pê bikim û dakevim nava kûrahiya felsefeya Budîzmê. Belê, di Budîzmê de baweriya Xwedayekî afiraner ku hemû gerdûnê afirandiye û dikargerîne, tune.

Piştra, ew Xwedayên ku di hin berheman de behsa wan hatiye kirin (Xwedayê Budîzma bakûr ) ew wek ji aliyê hemû kesan ve jî tê pejirandin; ew paşê ketine nava vê olê. Tê vegotin ku Buddha bi xwe jî, li hemberî hebûna Xwedayekî afiraner radibû û wan asharîşên kevneşopî ne dipejirand.

Di axaftinakê xwe de, Buddha wiha dibêje: “Hege vê dinyayê “iswara” çêkiribana, divabû ne guherîn û ne jî hilweşîn hebûna. Hemû tiştên zelal û gemar ji ber ku wê jê bihatana, wê demê xemgînî û bobilat û tiştên rast an çewt, wê tunebûna.

Ger  ew xemgînî û dilgeşiya ku di hemû heyberên xwedîhiş de derdikeve holê, ger viyan û kerx, berhema “iswara”  bin, divê ku ew jî muktedîrê xemgînî û dilgeşiyê, viyan û kerxê be. Di wê rewşê de em çawa dikarin bibêjin, ku ew gihaştî (kamil, tekûz) ye.

Hege “iswara” afiraner be û hemû heyîn, beyî ku dengê xwe bikin bi aramiyekê mezin li hemberê desthilatdariya afiraner sitûyên xwe xwar bikin, wê demê feydeya xwedîerdemiyê çiye?

Ji ber ku hemû kar berhemên wî ne û divê ku afiraner tu ferqûmelitiyê nêxe nav wan, wê demê wê di navbera tevgera xirab an baş de, wê tu ferq tune be. Belam, hege xemgînî û êş ji dereka din têtin; wê demê hindek tiştên ku “iswara” ne sedemê wan e, hene.

Wê demê, çima hemû tiştên ku hene, ne bêsedem in? Ger “iswara” afiraner e, wê demê bi armanc an bê armanc bandûr lê dike. Hege bi armanc bandûr lê dike, wê demê mirov nikare bibeje ku ew kamil e. Lewra, gehînek bivênevê bidestxistinekê xwestekê diguncîne. Na, hege bê armanc bandûr lê dike; wê demê ew dînek, an jî lawikekî berhembêz e.”

Wek xwiya dike, Buddha hewl dide da ku bi ramanên rasyonel, wê ramana “iswarayê” pûç bike. Di vî warî de, gellek mînakên baş hene, lê hewce nake ku em wan hemûyan li vir rêz bikin.  

Lewra, ateîstiya Buddha rastiyekê vekirî û berbiçav e.

Ev hêla Budîzmê, di nava olperestên nûjen de bûye sedema serêşiyê. Lewra, hilika ol baweriyeka Xwedayekî tê dîtin, an fêhmkirin. Heçku, Budîzm olekê bêxwedê ye. Li ser vê yekê, wiha hatiye xwestin ku danasîna ol bête guherandin. Ji bilî vê yekê xwestine ku Budîzma kevin jî, bi ol neyête danasîn.     

Nêrînên Gautama Buddha Yên Aborî Û Civakî

Di warê aborî û civakî de, nêrînên Buddha cewaz in. Ji bona rahîb û rahîbeyan riya xizmetekê baş destnîşan kiriye. Buddha, yên ku ne li gorî pîvana vê mengiyê jiyane jî, wan bi “serfkarên bêxêr yên dewletmendiya netewe” bi nav kiriye. Ji wan re, jiyana komavayê (communal) pêşniyar kiriye.

Di sîstema rahîb û rahîbeyan de, komunîzma aboriyê ava kiriye.(ji bilî alavên şexsî yên ku ji layê kesan ve têne bikar anîn; wek cil, kotika parsê û hwd)

Hemû tişt, malên komavayê dihatin dîtin. Xanî, bostan, amûratên çandiniyê, keryole, destên livînan û hwd, hemû xwedaniya (mulkiyeta) komavayê bûn. Ew erdên ku bexşên komavayê dibûn jî; ew ji bona siberoja (diwaroj, pêşeroj) komavayê, li ser navê komavayê hatine qeyd kirin.

Belam, di komavaya Budîst de aboriya “ekonomiya”  komunîzmê demekî dirêj berdewam nekiriye. Li gorî qeydên “sanchî” û “Bharhurtê”  hê di sedsala 2. – ê de (B. Z) rahîb û rahîbeyan, bi hatiniya xwe li perestişgehê çeper û stûnan didane çêkirin. Ev yek jî, nîşan dide ku ew ji bilî tiştên xwe yên şexsî yên bikar anînê, ew xwediyê xwedaniyekê şexsî bûn.

Li gorî baweriya Buddha, bingeha monarşiyê di çavkaniyekê pîroz de bû. Qraltî jî, hilbera berfirehbûna xwedaniya taybet bû. Xwedaniya taybet di navbera mirovan de rê li newekheviyê û dabeşbûnên çînî vedikir.

Bi vê encamê re di navbera mirovan de, nerazîbûn û şer dest pê kir; ku di encamê de bi awayekî eşkere an bi dizî, mirovan destê xwe dirêje malên hevdu kirin. Lewma jî, ji nav xwe dadgehekî hilbijartin û e wî jî hêza gel ji bo armancên jixwerexwaz civand û bû qral. Di wê dewra ku Buddha jiyaye, ciyewazibûna aborî û civakî tûjbûn.

Buddha, ji bona ku bikaribe vê newekhevitiya civakî ji holê rake, hemû hewl dana xwe da keşîşxaneyên komavayan. Belam, e wî çareserkirina vê newekhevitiya civakî, di pîlanên gerdûnî de didît.

Bi nêrînên xwe yên dijberê  Qastparêziyê, çend encaman bi dest xist. lê heta yek ji holê nehatana rakirin, hêza wan ne digihêjte ya din. Lê dîsa jî, komavayên Buddha ji bona wan beşdarên  Qastên jêr, ji hêla mafên şexsî ve çend mafan dida wan.

Budîzm, tu carê ferqûmelitiyê nexistiye nav nîjad, welat û kes an. Lewra, Budîzmê bi tundî wekheviya hemû mirovan diparast. Budîzmê, dixwest ku di jiyana civakî de “jiyaneka bi hevre” ava bike.

Ji ber ku Budîzmê tu ferqûmelitiyê nedixist nav kulturên cihêreng, mîsyonerên Budîzmê jî,  tu carê zordestiyekî li çanda tu neteweyî ne kirine û vê yekê ne anîne aqilê xwe jî. 

Felsefeya Budîst

Di çend mijaran de mirov dikare behsa gellek lêzêdekirinên xweser bike, belam, lêzêdekirinên Budîzmê yên di warê felsefeyê de bêhempa ne. Ancax, mirov nikare bibêje ku vê felsefeyê alikariya felsefeya Marx kiriye, an gihêjtiye bingeha wê felsefeyê.

Gotina vê yekê, çewtiyek e. Ancax, mirov dikare bibêje ku xwendekarên felsefeya Bûdîzmê, çêtir an êdî hêsan dikarin ji felsefeya marksîst fêhm bikin. Em dizanin ku felsefeya Hegel, di berfirehbûna felsefeya Marksîst de rolekê girîng leyîstiye û marksîzmê jî, li gorî erka xwe, nakokiyên felsefeya Hegel ji holê rakiribû.

Di felsefeya Hegel de ew rasteqîniya ku serberjêr disekiniya, bi rêbaza pêzewariya (materyalîzma) diyalektîk, li ser piyan hate rûniştandin. Hegel, di wê hizrê de bû ku raman an zêhn, bingehîn e û made jî hilbera wê bû. Hege mirov bi awayekê berfireh Budîzmê binirxîne, wê demê mirov nikare bibêje ku Budîzm dişibe mengîweriya (îdealîzma) Hegel.

Ramana felsefeya xwendegeha “Yogacharayê” jî, ne madî û dînamîk e. Ev xwendegeha felsefî jî mîna wek Hegel, hêzr û ramanê rasteqîniya bingehîn dibîne. Akîdeya bingehîn ya Budîzmê, “her tişt bi dawî ye.”

Ango, dawiya her tiştî heye. Piştra hatiye gotin ku yên berdemî/demdemî, bêdawî an dînamîk in; yên neberdemî/nedemdemî jî, ne rasteqîn in. Bi vî awayî, felsefeya Budîst li vê dinyayê hebûna tiştekî bêdawî an statîk qebûl nedikir.

Ango, li gorî vê felsefeyê her tişt bidawî ye. Înkara Xwedê an giyanê jî, encama vê hêmanê ye. Felsefeya Budîst, pesnê xwe bi nepejirandina giyanê “anatmavada” dide. Tarîxa zayîna Buddha, li dema upanîşadan “metnên pîroz” rast tê.

Zanayiyên upanîşadan, girîngiya herî mezin didane giyanê. (Giyana şexsî an giyana cosmîk) Giyan, ne madî ye, bêdawî û tiştekî naguhor e. Budîzmê, di destpêkê de vê felsefeya bêdawitiyê “bênatiyê” hilweşandiye. Li hemberê “atmavadayên upanîşadan” (ku li gorî vê felsefeyê, rih heyîna bêdawî û naguhor e) lixwekirina navê “anatmavada” yê  (ku di vê felsefeyê de jî giyan nayê pejirandin) ji vê sedemê ye.

Dînamîzma felsefeya Budîst, ango rewşa herkbûna hemû tiştî, (flux) bi temamî nêrînekê cihêreng nîşanî me dide. Yên baweriya xwe bi giyanê tînin an bênatîparêz in jî; bêgav mane û baweriya xwe bi guherîna dinyayê anîne. Lê, wê baweriya xwe ya heyînekê bêdawî jî domandine. Ji vê yekê re, “Atman” an jî “Brahman” digotin.

Budîstan wiha digotin: “Dema ku em li gewdeya dareka mûzê mêze bikin, wê em ê bi temamî rastê tebeqeyên li ser hevdu bêtin. Hilikeka din tune. Mîna vê yekê, di gerdûnê de tu tişt (Atman an Brahman) hilikeka bêdawî nahewîne. Lewra, li vê dinyayê regezek “ûnsûrek” bêdawî tune.”

Çavkaniya valahîparêziyê (voidism: shunyavada) jî, ji xwe ev der e. Ji bona şirovekirina têgîhîna dînamîzmê, mînaka ewran an gura lembê dihat nîşandan. Dinya jî, mîna ewran herdem diguher e. Elmasa herî hişk an hesin jî, herdem diguher e. Ê baş e, wê demê ferq an manendiya (bînanîtiya) guherîna şeklê pêşîn û dawîn çiye?

Bersiva vê pirsê ji bona Budîstekî/kê wiha ye: “Manendiya wan ya di rêxistîbûna wan de ye.”

Encam, herdem dişibe sedemê ku çavkaniya çewtiya yekîtiyê (oneness) jî ev der e. Gura lembê, herdem diguher e. Ancax, ji ber ku ew gura (alaw) nû, dişibe ya kevin, em wan heman gur dihesîbînin an em, wê encamê jê derdixin.                

Teorîya Sedemîtiyê

Piştî bêqeyd û bêmerc, pejirandina dawîndariya hemû dinyaya der û hundir, pêwîstî bi teoriyeka sedemîtiyê derkete holê. Yên atoman û madeyê, mîna tuxleyên naguher dibînin; dikaribûn biparastana ku hatina wan ya cem hevdu, wanekên (nesneyên) nû diafirînin.

Yekbûn an jihevçûna wan, dibû tekabûlê derketin û xilasbûna tiştan. Heçî Budîzm bû, baweriya xwe wiha bi tuxleyên naguher nedianî. Tu tişt, ne xwediyê hilikeka bêdawî bû. Ango, tişt (vastu) na, lê bûyer hebûn.

Buddha, ji bona şirovekirina zagona sedemîtiyê termînolojîyekê cihêreng bikar aniye; ku ew jî, “zayîna pêgirtî-pratitya samutpada” ye.

Dema ku Buddha vê termînolojiyê berfireh dikir, wiha vedigot: “Dema ew hebû (piştra) ev derkete holê û ji ber ku ew hebû, ev çêbû.”

Bi awayê gotina wî: “ev tê zayînê.” (asmin sati idam bhavati) 

Yên diqede/temam dibe sedem, yên piştî sedemê jî encam e. Dema sedem hebû, encam bi temamî tunebû. Dema ku encam derketiye holê, wê demê sedem jî bi temamî winda bûye.

Di naveroka sedemê de hilikeka bêdawî ya ku xwe vediguhêzîne encamê, tune. Di navbera wan de, ji bilî danûsitandineka demhatinî ve; ku yek piştî yekî tê, an ew ê dî piştî wê ya din tê, tu têkiliya wan tune.

Kollektîviya Sedeman

Dema ku mirov, dinyayê di nava herkekê de dibîne û ne wek kombûna tiştan, lê wek kombûna bûyeran bibîne, wê demê têgeha “zayîna pêgirtî” (origination) bivênevê dertê holê.

Tunebûna teoriya zemînekê (substratum) bêdawî/ebedî, bivênevê wan nêzîkê baweriya bûyeran kiriye û bi vê yekê re jî; Budîst wiha bawer kirine ku dinyaya me ji bûyeran çêbûye. Nepejirandina wan ramanên kevin, yên derheqê zagona “sedem–encamê”  bivênevê, rê li zagona “zayîna pêgirtî” vekiriye.

Bi gotinekê din: Zayîna pêgirtî, dewsa teoriya sedem-encamê ya kevin girtiye.

Felsefeya Budîzmê di vê babetê de jî ji wê dilêrîna kevin, ya têgeha “sedemek; yek an ji yekî zêde encaman derdixe holê” hilweşandiye.

Li gorî felsefeya Budîzmê tu tişt, (li gorî wan dharma) ji tiştekî nayê zayînê. Her encam, ne xwediyê sedemek tenê ye, çend sedem bi hevdu re, rê li encaman (wanekan, nesneyan) vedikin.

Ji vê teoriyê re, “kollektîviya sedeman” (hetusamagrivada) tê gotin.

Fîlozofê qedirbilind Dharmakirti wiha dibêje: “Tişt, ne tenê ji tiştekî; ji hemû sedemên kollektîv têne zayînê. Dema ku çend sedem têne cem hev, encamek dertê holê û kêmasiya sedemekê herî biçûk jî, wê rê li derketina encamê bigre.”

Li gorî vê felsefeyê; encam ji sedemê bi temamî cewaz e.Bi gotinekê din: Derketina holê ya encamê, veguhêrînekê (guherînekê) wesfînî “nîtel” ye û ev veguhêrîna wesfînî (derketina encamekê seranser cihêreng, ya holê)  hege hemû sedemên ku pêdivî bi wan heye û xwedîpîvan in necivin, ew pêk nayê. Ev têgeha sedem–encamê, veguhêrîna wesfînî û wê kollektîviya çendaniyê (nîcelîteyê ku kollektîviya sedema ye) diguncîne.

Danasîna Rasteqîniyê

Di bin ronahiya têgîhîna vê dinyayê de ramanwerên Budîst, ji nû ve “yên rasteqîn û yên ne rasteqîn” nasandine. Ji bona ramanwerên berê, ev danasîn gellekî hêsan bû: “Yên bêdawî/ebedî, di hilika xwe de naguhor e (immutable) an jî; yê naguher (unchangeable) xwediyê encamekê rasteqîn e, (noneternal) dikare biguhere, an jî; yên ku ji hilika xwe ve diguherin, ew ne rasteqîn in.”

Belam, di Budîzmê de cîh ji rasteqîniyên wiha re tune. E wan, tiştekî rasteqîn wiha dane nasandin: Yên ku, xwediyê hêza tevgera rasteqîn e. (arthakriyasamartham) Şêrînahî û nan, tiştên rasteqîn in. Lewra, muktedîrê tevgereka rasteqîn in.

Ango, xwediyê hêza têrkirinê ne, muktedîrê vê yekê ne. Heçku, ew nan û şêrînahiyên di xewnan de ne, ew ne rasteqîn in. Lewra, ew ne xwediyê hêza têrkirina zikên me yên birçî ne, ew ne muktedîrê vê yekê ne. Ji yên xwediyê vê tevgera nesnel ya muktedîr re, ne tenê rasteqîn; herweha rasteqîniya mitleq tê gotin.

Li gorî baweriya ramanwerên berê, yên rasteqîn ne xwediyê vê tevgera nesnel ya muktedîr bûn. Lewra yên di hilika xwe de naguher e, ew bêdawî û tekûzbû. (bêkusûrbû) Ê baş e, delîlên wan tiştên ku li derveyê sehekên me ne, delîlên wan çî ne?

Rasteqîn, pêwîst e xwe bi deneyekê nesnel îspat bike ku tu tişt bi tenê li ser hîmê aqil, rasteqîn nayê dîtin. Di vê babetê de Dharmakirti wiha dibêje: “Hege wanek (nesne) wiha bin, wê carê em kî ne?” Aqil, ne mitleq e û bi tenê, tevgera nesnel û deney pîvana rasteqîniyê ne. Ev çekek mezin bû, lê ne hat bikaranîn. Ji bona vê yekê jî sedemek hebû. Pêşveçûna hemû zanistê li ser hîmê vê yekê bi cîh dibe, ku ev hêmana pejirandina rêzaniya nesneyan e.

Made Û Hiş

Di felsefeya Budîst de, di babeta laş û hiş û made û hiş de ramanên cuda hene. Di nava Budîstan de mengîwerên (îdealîstên) kitparêz, (menist) dibêjin:“Bi tenê, hiş rasteqîn e.”Lewra, rasteqîniya wan (ango hiş) dînamîk e.

Yên din, ango dualîst jî; yeko yeko û bi awayekî ji hev cuda, hebûna made û hiş, dipejirînin. (kaya sthitam manah) Lê herdu enî jî; heta pîvanekî wê peywendiya ku di navbera hiş û made de heye ku ev yek peywendiyekê beramber e, radixin holê. Ango, rajêriya (bindestiya) hiş, ya li hember madeyê radixin holê.

Parastkarên angaşta duyemîn jî, cihêrengbûna hiş û madeyê nepejirandine û gotine ku: “Dinyaya madeyan, mîna avê û pêlan, dengvedaneka hiş e.” (transmutation : parinama)

Ev yek, nêzîkê felsefeya Hegel e.

Hege, di dewsa hevoka “made, dengvedana hiş e” de; hevoka “hiş, paresana (ewrîma) made ye” bête bikaranîn; wê mengîweriya Budîst, ji wê rewşa xwe ya serberjêr, bêtê rizgarkirin. Di felsefeya wan de, awayê ramaneka wiha hebû.

Dema ku encam, li gorî sedemê bi temamî cihêreng be, wê demê ne dijwar e ku mirov bibêje hiş ji madeyê berfireh bûye, ev yek gengaz e. Angaşta pêzewariya (materyalîzma) diyalektîk ew e ku hiş, ji madeyê berfireh dibe. Lê tu carî, nabêje hiş made ye.

Berawajiya vê yekê, dibêje hiş bi temamî ji madeyê cihêreng e û berfirehbûna wê ya herî bilind e.

Di dema Buddha de, hem ramanwerên ku giyanê bêdawî/ebedî didîtin û giyanê ji layê hilikê ve naguher dihesibandin hebûn û hem jî; ramanwerên pêzewar (materyalîst) yên ku hebûna giyanê (rih) ne dipejirandin û ku ji asta pêzewariya mekanîk, xwe rizgar nekiribûn hebûn.Buddha û şopgerên wî, çend regezên “pêzewariyapêş” parastibûn, ancax ew ne amade bûn ku ve felsefeyê bi pêzewariyê (materyalîzmê) biwesfînin.

Ramanwerên Budîst, hê di destpêkê de ji bona şopandina navînrêyekê biryara xwe dabûn. Di wê derê de jî, xwestibûn ku xwe di navbera teîzm û materyalîzmê de bihêlin.

Heçku di mijara tinebûna bêdawiyê de, e wan navînrêyekê ne pejirandibûn. Ji bona vê yekê tenê ye ku Budîzm, ol tê hesibandin. Li hember vê radîkalîzma wan, ew baweriya wan ya  zayîna ji nûve û girêdaniya wan, ya bi nehêniya “yogayê” mîna olên din e.

Êrîşên bi tundî, yên ku ramana Budîst li hember akîdeyên ava pêk dianî, bi vê gotina fîlozofên Hîndîstanî yê bêhempa re, wiha tê îspatkirin: ‘Pejirandina desthilatdarekî û yekemîn afiraneriya  “vedayê”, bi riya weftîzên pîroz daxwaza bidestxistina nîrxekî û ji bona bexşandina gunehên kastparêziyê; eza û cefaya ku li laşê xwe dikin, ev in taybetmendiyên bodekiyê.” 

Gautama Buddha, ji aliyê hemû kesî ve reformparêzekî mezin û pêxemberekî viyan û bêtundiyê tê pejirandin û rêz lê tê girtin. Ev dijberiya tundiyê ya Buddha, bêguman di civaka Budîstan de çend encamên balkêş anîne holê.

Herwekî, ew li dijê kuştinê ne. Tu tiştên jîndar nakujin û wan naxwîn. Hinek beşdar, goşt jî naxwin û vê helwesta xwe wiha bi pêşve birine ku, ji bona zererê nedin  tu mêş an jîndarekê din, carinan devê xwe jî venakin.

Dijberiya şîdetê, di civaka Budîstan de mîna wek van baweriyan gellek encamên balkêş derxistine holê ku mirov carinan şaş û ecêbmayî dimîne.

Bêguman, yên ku diyalektîkê û guherîna bêdawî xistiye navenda hilika felsefeyê, dîsa ev ramanwerên Hîndû ye. Felsefeya Budîst, di wê demê de li hemberî felsefeya upanîşadan têdikoşiya.

Upanîşadan, li pişt hemû bûyerên ku diguherin û berdemî ne; li rasteqîniyekê bêdawî digeriyan. Ev lêgerîna wan, wan digihîne têgeha giyan û afiranerê. (parabrahma) Ev nêrîna metafîzîkî, di civakê de hewqas çalakbû ku bawermendên upanîşadan, destê xwe ji kar û barên dinyayê dikşandin.

Pirsgirêkên mîna: Gelo dinya bêdawî ye, yan na? piştî mirinê jiyan heye, yan na? û  “giyan û laş gelo heman tiştin, yan na?”  bûne felsefeyên herî sereke. Rewşenbîrên wê demê jî, (pandit) li ser van mijaran ketine gotubêjekê bêser û bêber.

Gautama Buddha bi xwe jî, çend caran beşdarê van gotubêjan bûye, lê piştî dîtina bêsûdetiya wan, dev ji wan berdaye. Gautama Buddha di destpêkê de êrîşê tora skolasîzmê kiriye, ku li hember ramana azad dibû asteng.

Buddha, di waaza xwe ya yekemîn de wiha dibêje: “Dev ji wan pirsên vale û beradayî, yên ku di derheqê destpêk û dawiyê de ne, berdin. Ev pirs, pirsên bêçareser in. Wê ez ê “Dharmayê” fêrî we bikim. (Dharma: zagon, bûyer, wanek) Ji ber ku ev heye, ew (yê din) çêdibe. Ji çêbûna wê, ev dertê holê. Hege ew tunebe, ev çênabe. Bi xilasbûna/dawîbûna wê re, ev jî xilas/dawî dibe. Yên Dharmayê dipejirîne, zagona zayîna pêgirtî jî dipejirîne.”

Zayîna pêgirtî, hilika felsefeya Budîst e.

Tu tişt, bi serê xwe nabe hebûn û tu tişt, ne teqez e. Her tişt bi tiştekî din ve girêdayî ye. Ger sedem ji holê rabe, wê encam jî ji holê rabe. Her tişt, îzafî ye. Sedem û encam, li hemberî hevdu peywendîdar in. Yek, ji yê din dizê. Buddha, di axaftinên xwe yên din de jî, Dharmayê berfirehtir dike û bi alikariya zagonên guherînê, têgehên giyana bêdawî hildiweşîne.

Di rastiyê de, dema ku pêşniyara devjêberdana destpêka skolastîkê û wan pirsgirêkan dikir, bi vê zayîna pêgirtî bersivên wan jî dida.   Buddha, giyanê û koçbûna wê ne pejirandiye. Ancax, gelo jiyan bi mirinê xilas dibe? Wê çî bibe ji wê başî û xirabiyê, ku di jiyana kurêmirov de cîh digrin? Ma wê ew jî, pêre winda bibin? Wê çî bibe ji têgeha pêvajoyê?

Ev pirsgirêk, di diyalektîka nûjen de wiha têne çareserkirin: Jiyan û pêşveçûna mirovahiyê, bêdawî ye. Tiştên ku mirov dikin, bi başî û xirabiyê têne binavkirin. Laş û hişê mirov, ji holê radibin. Ancax, lêzêdekirinên wî yên civakî dimînin û ew jî, bi vî awayî, dibe perçeyekê jiyana mirovahiyê ya bêdawî.

Ancax, Gautama Buddha ne gihêjtiye vê encamê. Gotiye ku, ji bona jiyana şexsan jî seraqetiyek heye û hişê mirovan, xwediyê herikanekê ye. Şewqek ditefe, ya din dest pê dike. Mirovek dimire, lê hişê wî a ku pêvajoyek e; dikeve laşekî din.

Bi vî awayî, têgeha zayîna ji nûve, di deriyê paş de dikeve naveroka Budîzmê. Buddha Gautama, di esasê de fîlozofekî reformîst e. Ew armanca ku daniye berpêşê mirovan jî, aramiya hiş e. Dinya, bi êşan hatiye dagirtin, dawîlêhatina êşan jî armanca jiyanê ye…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.