Soren A. Kierkegaard û Egzistansiyalîzm

Soren A. Kierkegaard û Egzistansiyalîzm

Soren A. Kierkegaard û Egzistansiyalîzm 1813-1855

     Soren A. Kierkegaard, fîlozofekî danimarkayî û teolog bû. Yek ji wan damezranerê felsefeya egzistansiyalîst/hebûnperest e. Bavê wî mirovekî olperest bû û ji ber vê yekê jî Soren, di atmosfereka hişk ya olî/dînî de mezin bûye. Di hemû jiyana wî de bandûra salên zarokatiya wî, tê xwiyakirin. Soren bi xwe jî mirovekî bawermend bûye, lê ligel vê yekê jî, her dem bi mirovên oldar û saziyên olî re pev çûye.

Gotiye ku filehtiya niha heye; xira bûye, dejenere bûye û divê ji nûve were sererastkirin. Li gor baweriya Soren, mijara têkiliya Xwedê û mirov, bi temamî mijareke taybet e. Bi vî awayî, wê totalîteriya felsefeya sîstematîk ya ku zêde qîmetê ne dida şexsan jî, red kiriye û di felsefeya xwe de şexsan weke navendekê ditiye. Wekî ku me berê jî got, yek ji wan pêşengê hebûnperestiyê/hebûnparêziyê/egzistansiyalizmê ye. Felsefeya egzistansiyalîst, di ramanên her fîlozofekê xwe de, xwe digihîne wesfekê din ya cihêreng û bi vî awayî jî, tê zanîn/naskirin. Belam, Soren A. Kierkegaard felsefeyeka sîstematîk ava nekiriye û wekî Nietzsche, ew jî wekî fîlzofekî serbixwe hatiye naskirin.

Belam, awayê/terzê felsefeya wî û têgehên ku wî bikar anîne, wesfên ku li cem fîlozofên hebûnperest peyda dibin, dihewîne. Fîlozofê ku Soren wî her dem rexne kiriye û li dijê ramanên wî derketiye, Hegel e. Soren, felsefeya Hegel ya rasyonalîst û sîstematîk, qebûl nekiriye û êrîşî hegelperestiye kiriye. Têgehên ku li cem egzistansiyalîstan têne dîtin û di destpêkê de li cem Soren xwe didin der: Tirs, tewş, xof, waswas in.

Pirsgirêka felsefî ya Soren, lêgerîna filehtiyeka baş e, di nav filehtiyê de an jî li dijê filehtiyê.

Soren Kierkegaard wiha bawer dike ku dîroka felsefeyê bi pêşnûmayên mantiqî yên nedîtbar/razber/soyut bi pêş dikeve û ji ber vê yekê jî, tênagihêje jiyana şexsan ya rasteqîn. Li gor baweriya wî hebûn/hebûnîtî, jiyana mirovên kirdewar/oznel û girgîn e. Ji ber vê yekê jî, divê felsefe bi awayekî girgîn/somut bifikire û berê xwe bide hebûnê/hebûnîtiyê. Di dawiyê de dibêje ku erka felsefeyê, di gerdûnê de lêgerîna/dîtina sedema hebûna mirovî ye.

Mirov ji bo çi heye, li hemberê kê/kî berpirsiyar e û wê ber bi kû ve biçe? Pirsên/pirsgirêkên bi vî rengî, pirsên Soren yên sereke ne. Soren A. Kierkegaard jiyana estetîk, etîk û olî, ji hevdu cuda kiriye û gotiye ku  ‘Divê huner û exlaq; ji bo ol, divê bibin wesîle. Li gor baweriya wî; wezîfeya sereke ya mirovan ew e ku, ew bi awayekî olî bijîn. Mirov xwe bi raman, kirin û bi baweriyên xwe, xwe destnîşan dikin. Ango, ewilî lewn/bîçîm û piştre jî naverok…

Soren Kierkegaard, derheqê rewşenbîran de jî wiha gotiye: ‘Rewşenbîrên ji celeba razber, pêşnûma û dozîneyan hildibirînin, lê ji bûyerên rastreqîn, dûr in. Ji hebûna xwe bêhay in, di cîhana xwe ya pêşnûmakirî de dijîn û rasyonalîstên Hegelperest in. Rewşenbîrên razber/nedîtbar, her dem dinyayê ji dûr ve temaşe dikin û tu caran tevlî karûbarên dinyayê nabin. Wekî ku dawiya dîrokê hatibe tevdigerin û derheqê dinyayê de jî ne girgîn, razber/nedîtbar difikirin.’

Ali Gurdilî

[email protected]

15.03.2013

Jêder…

1- https://www.felsefevan.xyz/soren-aabye-kierkegaard-1813-1855.html

2- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Berhemeke neçapbûyî.

3- Antolojiya Fîlozofan. Ali Gurdilî. Berhemeke neçapbûyî.

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsan qedexe ye. 

Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.