Serastrin û Rêbazên Lawaz

Serastrin û Rêbazên Lawaz

 Rêbaz yek ji baştirîn karzaniya ku di jiyana piratîkî, kar û barî akadîmîk, rêveberin ya sazî û dezgehan dike. Serkeftin û binkeftinê nîşanî mirov an dide, wekî ku tê zanîn teoriyên zarvekirî (Teqlîdî) di serdema niha de kêm bandorkerin, di wane dayînê de, çi siyasî ,perwerdehî û rêvebirina dezge û saziyan de tenê agahiyan bi awayeke otomatîkî vedughere, bêyî ku encamnameyî were naskirin û sûd jê were girtin tê bi karanîn. tenê şagirt, an jî kesê ku perwerdehiyê dibîne dûrî dahûrandin, gengeşiyê peyva digre dest, derbasî rast xwendin û ezber kirinê dike. tê wateya ku dibe deboyekî demkî ji agahiyên nû wergitî re dûrî rastî û nerastya wê jiyan dike, di demeke kurt de hemû agahiyên wergirtî bê wate dimînin û kar di piratîkî de rê û rêbazên berovajî teoriya wî /wê girtî digre.

Bêyî ku tu encamê bigre dest, tu rolî girîng di pêşxistina zanîstî û civakî de bilîze dimîne, tesadifî nehevsenigiya piratîkî û teorî re rû bi rû dimîne. Ta ku mirov di rêbazên encamgitî de weke endam cih bigre, divê pêdiviya nû û kevin nas bike, ji ber ku kevin û nû pir ji hev dûr û çûda ji aliyê labatî, ramanî û ta dîtînî jî tên jiyîn. Lewra pêwîsti ya mirovên vê serdemê bi rêbazên nûjen yên ku dest jê nayê berdan heye, ew e ku dahûrandin, hizir û karzaniya zanîtî weke hêmê bingeh hewcedariya mirovên vê serdemê ye, jiyana civakî serkeftî berdewam dike û pêş ve dibe, derî li pêş pêşxistin, pêçveçûnê vedike.

Ji ber ku jiyan weke ku (HÊRTŞÎ) di pitûka xwe ya bi navî “”Rêveberiya hînkirin û perwerdehiyê “”de gotî: jiyan û rêveberî ne tiştekî hazirin, ku ji bo tiştekî neyên bikar anîn were bi kar anîn. Anjî parçeyekî girîng û pêwîste ji bo tiştekî demkî were bikaranîn. Ew encamdestxistin ya felsefî, perwerdehî, fikrî û rexneyî ye, qet nabe ku di paşguh re bê lîkolîn û biryar girtinên yên zanîstî were derbaskirin û bi gutinên weke ê çê be, bi hêvîne çê be were dewamkirin.

Bi va îstîratîjiyeke kevin mirovên nû û jîr ava û perwerde nabin, ev yek xeteriyeke mezin di hiş û ramanê de peyîda dike û civakeke neyînî ya şeklî dûrî zanîstê li dû xwe dihêlî ne. Pirsa ku nîqaş dibe ew e ku mirov pêdiviyên xwe bi rê û rêbazên nûjen birêve bibe û di navbera teorî û piratîkî ya xwe de hevsengiyaka rasteqîn ava bike da ku bibe kilîtek ji kilîtên zanîstî û rê li ber pêşxistin û pêşveçûna civakî veke û fikir, felsefe, dahûrandin di jiyana wî de we re bikar anîn û zaniyarî bibe karzanayên zanayên pisporî.

AZAD OSO

07.03.2017

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.