Warning: Declaration of AVH_Walker_Category_Checklist::walk($elements, $max_depth) should be compatible with Walker::walk($elements, $max_depth, ...$args) in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/extended-categories-widget/4.2/class/avh-ec.widgets.php on line 136

Warning: session_start(): Cannot start session when headers already sent in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/simplecontact/simpleContact.php on line 208
Pythagoras – Felsefevan

Pythagoras

Pythagoras

Pythagoras, di dewra antîk yewnan de ji hêla ramanî û felsefî ve fîlozofekî girîng e û ev dewr, bi nêrînên wî yên fîlozofîk dertê pêş. Jiyana wî, mîna destanekî bûye û li gorî zanînê, ji Samosê ye. Berî mîladê, di navbera salên 580-500- an de jiyaye û li başûra Îtalyayê, li bajarê Krotonê bi navê xwe xwendegehek ava kiriye, ev xwendegeh ne mîna xwendegehekî felsefî, belam zêdetir mîna xwendegehek olî û rewiştî bûye. Civaka wî jî, civakek olî û reformîst bûye.

Li gorî Pythagoras û şopgerên wî: Giyan, tu carê namire. Ango, rih nemir e û hebûna xwe herdem didomîne, ji laşekî dertê û diçe dikeve laşekî din. Herwiha, ev giyan hebûna xwe carina di laşê mirovekî û carina jî, di laşê heywanekî de zîndî digre. Mirin, ji bona rih mîna riya felatê tê dîtin û rizgariyek e. Ji ber ku laş mîna astengekî der û dora rih digre û nahêle ku rih li gorî dilê xwe bilive û azad bijî, daxwaza ji laş rizgarbûn heye. Ji ber vê yekê jî, ji bo serbestiya rih eza û cefayê li laşê xwe kirine da ku, rih ji laş bifilite û bikaribe xwe rizgar bike.

Li gorî vê felsefeyê: Mirov li vê dinyayê çixasê jiyanekê bêerdem bijî, wê giyana wî, wê piştî mirinê hewçend di laşê heywanekî jêr de bijî.

1- Rih tu carê namire û hebûna xwe, herdem didomîne. Ji laşekî dertê û dikeve laşekê din. Ev rih, hebûna xwe carina di laşê heywanekî de û carina jî, di laşê mirovekî de zîndî digre.

2- Mirin, ji bona rih mîna riya felatê tê dîtin û rizgariyek e. Laş, mîna astengekî der û dora rih digre û nahêle rih li gorî dilê xwe bilive û azad bibe. Ji ber vê baweriyê, ji bona serbestiya rih; eza û cefayê li laşê xwe dikin da ku rih ji laş bifilite û rizgar bibe.

3- Pythagoras û peyrevên wî, baweriya xwe bi dînê “orghîc” tînin û di bin bandora vî dînê orghîc  de dimînin. Li gorî vê baweriyê: Mirov li vê dinyayê çiqasê jiyanekê bêcewher bijî, piştî mirinê, ew çend di laşê heywanekê jêr de wê bijî.

4- Pythagoras û endamên vê rêçika reformîst, bîr û baweriya xwe bi Xwedayê “Dîonîsos” dianin û çarenûsa xwe pê girêdidan. Di şevên dirêj de, ayînên olî pêk dianîn û bi dilgeşî dicoşiyan. Wisa bawer dikirin ku yên di van ayînan de ji xwe biçe û serxweş bibe, wê xwe bigihîne Xwedayê  Dîonîsos.

5- Goşt ne dixwarin û xwarina goşt, li wan qedexe bû. Cilên yekreng û wekhev li xwe werdigirin û li ber ezîyeta heywanan radibin. Di fragmanekî de wiha dinivîse: Rojekî, zilamek li kûçikekî dixe û kijînî bi kûçik dikeve. Dema ku Pythagoras bi kijîna kûçik dihise, li hemberê lêdana kûçik radiweste û dibêje:- “Bes e. Lê nexe. Lewra, rihe hewalekî min di laşê vî kûçikî de ye. Min, ji dengê vî ew naskir.”

6- Armanca ola wan, ji bona azadiya rih xebat e. Li gorî baweriya wan, li vê dinyayê, divê mirov ji tiştên derewîn bireve û rihê xwe bilindtir bike. Armanca wan ya bingehîn, ev yek bû.

7- Wisa bawer dikin ku kesê heywanekî şerjê bike û goştê wî bixwe, ew mirov mîna ku birayekî xwe kuştibe û goştê wî xwaribe tê hesibandin. Di vê babetê de, di navbera vî dînê “Orghîc” û dînê  Êzdiyan de, niqteyekê hevpar heye.

Herwekî: “Li gorî baweriyên Êzdiyan, ew kesên ku baş in, carekê din wekê mirovan têne ser rûyê erdê. Lê kesên xirab jî, bi şeklê heywanên corbicor têne dinyayê. Dirêjî û kiniya jiyana bi vî awayî, li gorî şeklê gunehên meriv yên berê ye.”

8- Şertên beşdarbûna vê rêçikê, ne ragihêştin an fêrbûna jiyan û dinyayê ye. Bi tenê transa mejiyên wan e. Di wextê ayînê de, mejiyên xwe dixin nava transekî û ji hiş diçin. Endamên vê reçikê, rewşa xwe bi rewşa Xwedayê Dîonîsos ve girê didin û wiha bawer dikin ku bi zayîna wî ya nû re, carekê din têne dinyayê.

9- Xwekuştinê napejirînin. Lewra li gorî wan, laşê wan ne yê wan e, ew malê Xwedayê Dîonîsos e. Biryara mirinê mirov nikare bide, ancax Xwedayê “Dîonîsos” dikare vê biryarê bide.

10- Di mabedên xwe de, ayînên olî û razî (mîstîk) pêk tînin. Lêbelê, cihêtiyeka girîng di vê babetê de xwiya dike ku ew jî ev e: Pythagoras û şagirtên wî, dixwazin ku naveroka vî dînê oghîc bi awayekî aqlî û zanistî dagirin û wiha pêk bînin. Lewra, rizgariya rih ancax bi jiyanekê bicewher û bi alîkariya zanist, huner û fîlozofiyê; wê bi cîh bibe.

11- Bi matematîk, spor û muzîkê re dixebitin. Li gorî felsefeya wan: Objeyên ku di gerdûnê de hene, her dem xwe bi wesfên xwe nîşanê me didin û em, wan bi rûçikên wan dinasin. Ew wesfên “chacteristic” ku di gerdûnê de hene, hemû ne xwediyê wesfên giştî ne. Her obje, cor, celeb û tişt, xwediyê wesfên cuda ne. Herwekî: Pelek, xwediyê wesfa şîn e. Lê hemû obje, ne şîn in. Lê tiştek heye ku mirov dikare vî tiştî li hemû tiştan bixe. Lewra, ew xwe di naveroka wan de diparêze, ku ev tişt jî hejmar in.

Gerdûnekê bêreng û bêtehm dibe. Lê gerdûnekê bêhejmar nabe û mirov, vê yekê nikare qet pêşnûma jî bike. Warê ku lê pirranî hebe, wê li wê derê hejmar jî hebin.

12- Pythagoras û şagirtên wî, bala xwe dane:

a) Hevgirî (nispet)

b) Sazî (nîzam)

c) Aheng (harmonî) ye.

Lewra, di navbera van têgehan û hejmaran de peywendiyek dîtine.

Ê baş e, hevgirî çiye?  

Hevgirî, peywendiya hejmarekî bi hejmarekî din re ye. Sazî jî, bi hejmaran tê pîvandin. Dema ku desteyeka leşkeran tê gotin, saziyek, ango yek saziyek tê bîra mirov. Ahneg jî, lihevhatina goraniyê (muzîkê) ye. Di dîrokê de yekemîn car Pythagoras gotiye ku, Stêrka êvarê (Zuhre, Venûs) û Stêrka sibêhê heman stêrk in. Bêguman dema ku gotiye, dinya di hawirdorê rojê de digere jî, wek derewkar hatiye dîtin û bi tundî hatiye şermezarkirin.

Deh têkiliyên dijber, ev in: 

1- Bisînor – Bêsînor.

2- Kit – Cot.

3-Yek – Zêde

4- Çep – Rast

5- Nêr – Mê

6- Rawestî – Livdarî

7- Rast – Xwar

8- Tarî – Ronahî

9- Baş – Xirab

10- Çarkoşe – Sêkoşe.

‘Di vê babetê de tê gotin ku : “Li gor gotinan, dibêjin dema ku Pythagoras li Misrê bûye, persan êrîş kirine ser wir. Piştî şer, gellek kes êsîr bûne û persan ew kesên êsîr bi xwe re anînê Îranê. Dibêjin Pythagoras jî di nava wan êsîran de bûye û çûye Îranê, li wir bi Zerdeşt re rûbirû bûye, hev nasîn e, danûstandineka germ di nava  wan  de çêbûye. Hinek şirovekar û lêkolînerên Pythagoras dibêjin ku, Pythagoras di bin tesîra dîtin û dinyabiniya Zerdeşt de maye.”

Bêguman, mirov dikare bibêje ku çend niqteyên hevpar di navbera ola Bahdîntiyê û dîtinên Pythagoras de hene. Herwekî: “Li gorî felsefeya ola Bahdîntiyê, Ahûra Mazda (Xwedê) ku sîstema vê dinyayê çê kiriye, jê re (ji Zerdeşt pêxember re B. Z. 637 – 560) şeş teref jî çê kirine ku timî pê re libat kirin. wekê: Xwar (jêr) û jor, pêş û paş, rast û çep.’ (Zeynelabidin Zinar. Gotar. Kovara Nûdem)

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.