Warning: Declaration of AVH_Walker_Category_Checklist::walk($elements, $max_depth) should be compatible with Walker::walk($elements, $max_depth, ...$args) in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/extended-categories-widget/4.2/class/avh-ec.widgets.php on line 136

Warning: session_start(): Cannot start session when headers already sent in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/simplecontact/simpleContact.php on line 208
Pirtûka Helbestan a Mîtan Şareza D E R K E T.! – Felsefevan

Pirtûka Helbestan a Mîtan Şareza D E R K E T.!

Pirtûka Helbestan a Mîtan Şareza D E R K E T.!

Pirtûka Helbestan a Mîtan Şareza D E R K E T.! 

“Ji çepilên rojê revandiye
senfonîyên bayên sibeha porkur
û notayen tenûra vemirî
Di pêlên vîzevîzê de
Bila bihewîne zarokatîya min a henûn
di dergûşên pênûsên helbestan de.”

Di vexepartina çêja helbesta Mîtan Şareza de, meriv bi rehetî dibîne ku peyvên helbestkêr li tu kelemên xwedubarekirin û klîşekirinê nalikumin; peyv rewan in û riste lihevhatî ne. Di vegotina jankêşîya Kurdistana binxetûserxetbûyî de, em rastî helbesteke sînorbir tên ku tu hedê wê nîne ji bilî şîrhelalîya pêsîrên dayê û devê tifinga xwişk û birayan.

Nivîskarê me yê ciwan di xewlegeha xwe ya kujer de, tovê helbesteke nûjen direşîne ku xwe dispêre peyvên bav û kalan, keleporeke windayî, janbêjîyeke rasteqîn û beloq û helbet tenêtîya ku gîyanê teze yê helbestkêr digevizîne di nava telexwîya êşa pîroz de; êşa ku tenê li bejn û bala Kurdistanîtîya me ya qidûmşikestî tê. Ji sehkirina kitekitên evînên binaxbûyî bigire heta kedîkirina kenegirîyên me yên jihaldeketî, Mîtan Şareza tiştekî nû vedibêje; tiştekî ku tenê rihekî çêjhelbestî yê narîn dikare vebêje.

Ebdelah Şêxo

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.