Warning: Declaration of AVH_Walker_Category_Checklist::walk($elements, $max_depth) should be compatible with Walker::walk($elements, $max_depth, ...$args) in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/extended-categories-widget/4.2/class/avh-ec.widgets.php on line 136

Warning: session_start(): Cannot start session when headers already sent in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/simplecontact/simpleContact.php on line 208
Ola Babîlonan – Felsefevan

Ola Babîlonan

Ola Babîlonan

Ola Babîlonan

Salih Bozan

  Wek em dizanin, olê roleke sereke di jiyana mirov û gelan de list. Gava em vedigerin dîroka kevnar, em dibînin ko ol maka hemû behreweriya mirovan bû, kaniya huner, wêje, ramanên civakî, û aborî bû.

Ev taybetiya olê baş tê berçavan gava em dîroka herêma Mesobotamiya vedikolînin. Lêkolîner nikare bingeha şariştaniya vê hêrêmê bizanibe, bêku li ser ola herêmê nesekine. Ji ber ku ol di hemû aliyên vê şaristaniyê de kûr û berfireh çûye.

Di jiyana gelên Mesobotamiya de, ol gîştibû asteke ku zanistî û kultûra wan gelan ji olê cûda nedibû, belam ji bin konê wê derket. Bi kurtî, em kanin bibêjin ku şaristaniya vê herêmê, weke hemû şaristaniyên rojhilatî, şaristaniyên olî ne.

Di demên Babîlonan de Yezdan Padîşahê rastîniye bû. Wî serweriya şar û welêt dikin. Padîşah û kiralên li ser rû yê zemîn cîgirên Yezdanan bûn, şûna wan digirtin, û daxwazên wan bicih dihanîn.

Perestgehên wê demê, ne bes cihê ku mirov lê perestinê ji Yezdanan re dike, a di van perestgehan de şah tacdardibûn, şîn û şahî pêkdihatin, doseyên kultûrê, dîrokê, û peymanên bazirganî tê de dihatin parastin.

Di van perestgehan de, mirov fêrî xwendin û nivîsê dibû, hemû rengên zanistiya wê çaxê ji destên zanyar û kehenên perestgehan dihat wergirtin.

Tiştekî gelek balkêş e, kuYezdanê bajêr û kişwerê bi leşkeran re diçe cengê, bi wan re serfirazdibe, dişikiya, û dîl jî diket. Dîlketina Yezdan jî şar û kişwerê re şermeke mezin bû.

Di bingeha ola Babilonan de, rindî û nerindî di jiyanê de, ji hinda Yezdanan tê. Yanî mirov ne azad e, çarenûsa wî di destê Yezdanan de ye. Tê xuyakirin ku cihana Babîlonan tijî giyan, dêw, û Setene (Iblîs) bûn. Van Seteneyan giyan, û Dêw afirandine ji bo gunehkaran sezabikin.

Weke em dizanin, gewhera hemû olan li ser du koşeyan avabûye. Koşeya yekem bîrawerî bi hêzekê (hinek hêzên) dervayî mirov û xuristiyê ne. Ev hêza/hêzana, hemû tiştî kanin bikin. Koşeya duyem, mirov kane bi van hêzan re têkiliyê bike. Wan razîbike, û ji vê razîbûnê him sûdên baş bigire, him jî xwe ji xişma wan biparêze. Ji van herdu koşeyên bawermendiyê, çi pêwistî derdikeve, û çi ji mirovê Babilî tê xwestin:

1- Bawerî. Gereg baweriya xwe bi van Yezdanan bike.

2- Perestin. Ji van Yezdanan re perestinê bike.

3- Sistem û rêzanên sincî gor Yezdanan ava bike.

4- Rêxistinên olî. Perestgeh û mizgeftan lêke.

Li ser van bingehan em kanin bi kûrtî ola Babîlonan fêm bikin.

Di despêkê de em mecbûrin pirseke din ji xwe bikin: Gelo ola Babîlonan ji bingeha efsanwerî hatiye, yan jî baweriya mirovên Babîlon bi hebûna giyan û hêzên di hemû fênomenoyên xuristiyê de /phenomenalism/ hebû?

Tê xuyakirin ku baweriya Babîlonan bi pirînsipa jiyandarî hebû /animanism/. Wan Ezman dabeşî herêman kiribû, û li her herêmekê Yezdanek niştecî bûbû. Ev asta baweriyê tê wateya ku Babilî negihîştin ramana tenhaya yezdanetî. Eynî ku bawer dikirin bi hebûna Yezdanekî ji hemû Yezdanan mezintir, ji gişkan hêzdartir, û çêtir, lê ev baweriya hanê nedigihîşte ramana tenhaya yezdanetiyê weke ola zerdeştî û olên samîtî.

Di dirêjiya dîroka Babîlonan de, baweriya wan pêşve ne çû. Ta sedsalên şeşan ên berî zaynê berdewam kir, ango ta dawiya wan a siyasî. Yezdanên wan bi navên xwe man, û Babilonanan bi eynî terzên perestinên xwe man.

Balkêşe ku girîngiya her Yezdanekî gor rewşa siyasî mezindibû û çûkdibû. Di dema HEMORABÎ de (1750-1792 b.z.) bajarê BABIL bû paytexta imperatoriyê. Wê çaxê Yezdanê vî bajarî MIRDOX bû. Ew Yezdanê tewrî mezin bû. HEMORABÎ bi xwe di zagona xwe ya bi navûdeng de dibêje, ku hemû Yezdanên din hinek mafên xwe dan Yezdan MIRDOX, loma bû mezintirîn Yezdan. Gor vê nêrînê jî, disa em nikarin bibêjin ku Babilonî gihîştin pirînsipa Tenhaya yezdanetiyê. Ew bes gihîştin asteke baweriyê, ku Yezdanekî mezintirîn heye, hêzdartir e, û çêtir e.

Xuyaye ku baweriya Babilonan bi gelek Yezdanan hebû /polytheism/. Ramaneke din a balkêş di ola Babilonan de heye, ew jî bêpariya Yezdanan ji ezelê. Somerî û Babilonî bawer nedikirin ku bûneweriyeke ezelî heye, ango bêdespêke û bê dawiye. Eynî ku bûneweriyek heye (Yezdanek) cawîdane, lê dîsa ew ne ezeliye.

Weke em dizanin, gor çîroka afrandinê, li despêkê ev gerdûna tinebû, ti bûnewerî jî tinebû. Xeyne korahiyê/chaos/tiştek tinebû. Ev korahî ava despêkê bû. Ev ava ji du regezan pyedabûbû. Regeza nêr (Apso), û ya mê (Tiyamat). Ji van herdu regezan hemû bûnewerî û tiştên din çêbûn.

Ji vê ava siftehîn du Yezdan hatin, LEXMO û LIXAMO, û ji wan jî Yezdanên din hatin. Mirov bi xwe, li pey Yezdanan piştî demeke dirêj peydabûn. Gor baweriya Babilonan, Yezdanan mirov afirandin ji bo perestin û rebeniyê ji wan re bikin. Loma gava mirov di vî warî de qelsiyê dike, Yezdan wî seza dike, nimûneya vê sezayê Tofana Mezinbû (Tofana Nûh).

Weke tê xuyakirin, her Babilonek Yezdanekî xwe yê xweser hebû, xeyne girêdana wî bi Yezdanên din ve. Ev Yezdanê xweser, wî diparêze, û mehdervaniyê lêdike. Têkiliyên Babilonî bi Yezdanê xweser re, mina têkiliyên kur bi bavê xwe re.

Wan bawerdikir ku Yezdanê xweser dikeve gewdeyê wan, û gava mirov gunehan dike, Yezdan dixeyîde, ji gewdeyê gunehkar derdikeve, û wî di nav lepên Setene, Dêw, û giyanên şerxwaz de dihêlîne. Hîcar ev Setenan,  Dêw û giyanên şerxwaz dikevin gewdeyê wî, û wî di rêya şaşîtiyê de dajon.

Tewzîma (wacib) olî ya sereke li cem Babilonan tirsa ji Yezdanan bû. Çendîn ji Yezdan bi tirs be û vê tirsê di jiyana xwe de pêkbîne, çendîn baweriya wî kûr û rastîniye, û Yezdan jê raziye.

Gor bawermendê Babilonî gerek ew Yezdanê xweyî xeyîdî razî bike, perestin û xebateke bawermendî ya giranbiha jê re bike. Ji bo van Setene, Dêw, û giyanên şerxwaz ji canê xwe derxîne. Pişt re Yezdanê xwe razî bike ji bo vegere gewdeyê wî, û weke berê wî biparêze.

(Berdewam dike)

Salih Bozan 

salihbozan@hotmail.com

Çavkanî:

 – Gigamêş: Wergera erebî ya Firas Sewah. Damask 1996.             

– Kovara Sumer 1/2 Çelle 1946. Baxdad.

– Di vê lêkolînê de min gellek raman ji lêkolînerê erkelojîk ê Êraqî Taha Baqir (1912-1984) wergirtin.

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.