Nameyeke Vekirî Bo Gelê Ermenî

Nameyeke Vekirî Bo Gelê Ermenî

Nameyeke Vekirî Bo Gelê Ermenî  

Gelê Ermenî yê hêja û pirr dost;

dostê ji xwînê heta bi xwînê;

dostê ji fermanê heta bi fermanê;

dostê berî ferman û piştî fermanê..

„Hayastan“ baş!

Gelî Ermeniyên dîroka xwîna pirr dost;

„Hayastan“a we bixêr!

Xêr „Hayastan“a we be!  

Wek tê zanîn di 24ê vê meha adarê de, parlemana we biryareke dîrokî û wêrekane derbarê kuştargehên ku ji dawiya sedasala XIX (1894) heta destpêka sedsala XX (1915) li jêr desthelata Imperatoriya Osmanî qewimibûn, bi yekdengî wergirt û ew bûyerên wê qonaxa xwîndar wek „genosîda li dij Ermenî, Asûrî, Yonanî“ qebûlkir.

Vê biryarê li hêlekê Êzîdî (hejmara wan li Erminstanê 45 000 derbas dike), wek dostên Ermeniyan yên ji fermanan heta bi fermanan, kêfxweş kirin, lê li hêla din jî ew xemgîn kirin, ji ber ku navê gelê Êzîdî wek qurbanên heman genosîdê, nehate pesendkirin.

Sedem jî bi gotina cîgirê serokê parlemanê rêzdar Eduard Sharmazanov, „ji ber ku mijara vê biryarê tenha genosîda Felehan bû, lê Êzîdî ne feleh in û ne jî belgeyên dîrokî hene, ku ew hatine genosîdkirinê“.

Lê pirsa ku li vir tê kirinê ev e: „Gelo ev gotin / behane heta kîjan radeyê di dîrokê de ye û ji dîrokê heta bi dîrokê ye?

Rast e, Êzîdî ne Feleh in, lê ew li gorî „îdeologiya fermanan“, wek çawa dîroka 1400î ji „misilmankirina dinyayê“ dibêje, ji Felehan ne tenê „kafirtir“, „gawirtir“ „dînsiztir“, belê kuştina wan jî „helatir“ e. Jixwe wa dîrok li pêş çavên dinyayê, di îdeologiya DAIŞ de, ku li seranserî 14 sedsalan îdeologiya „Dewlata Islamî“ ye, xwe dubare dike.

Îdeologiya fermanên Dewlata Osmanî jî „kopiyeke bi Trirkî“ ji heman îdeologiyê bû: „Ya / yê ne misilman kafir e.. kafir jî heqê wê / wî tenê kuştin e“! 

Gelê Ermenî yê pirr dost..

Ez nizanim birêz Sharmazanov basa dîroka kîjan xwînê û xwîna kîjan dîrokê dike, lê ya Êzîdî dizanin, dîroka Osmaniyan vê dibêje: Bi qasî ku dîroka xwîna Êzîdiyan di dîroka Dewleta Osmanî de, dîroka xwîna Ermeniyan e, hewqasî dîroka xwîna Ermeniyan jî dîroka xwîna Êzîdiyan e.

Henry Layard (1817-1894)  ku yek ji giringtirîn şahidên bûyerên qirkirina Êzîdî û felehan bû, di berhemên xwe yên bi sernavê „Niniveh und seine Überreste, Leipzig, 1850), û „Auf der Suche nach Ninive, Leipzig, 1854“ de, vê rastiya dîroka Êzîdiyan di xwîna Christiyaniyan de û herweha xwîna Christiyaniyan di dîroka Ezîdiyan de, pirrcaran teqez kiriye. 

Tiştekî aşkere ye, ku Êzîdî di îdeologiya Islamî de, ji dewleta xîlafa pêşî (Xîlafa Raşidî)  heta bi dewleta xîlafa dawî (Dewleta DAIŞ), wek qewmê „bêdîn“, „bêpirtûk“, „bêbawerî“ û „bêxwedê“ hatiye liqelemdanê. Mirov dikare vê „kufirkirin“, „bêdînkirin“ û „bêxwedêkirina“ Êzîdiyan di fetweyên muftiyên dewltê de, ku li sernaserî dîroka Islamê bo qirkirin û helalkirina xwîna Êzîdiyan hatine dayîn, pirr aşkere û vekirî bixwîne.

Helbet ev „rastiya islamî“ jibo gelek mîrîtiyên Kurdan jî derbas dibe, bi taybetî mîrîtiya Soran bi serkêşiya Mîrê kor Muhemedê Rawendozî (1820-1836) û mîrîtiya Botan bi serokatiya Bedirxan Beg torinê Ebdalxan (1821-1847). 

William wigram (1872-1953), di pirtûka xwe a bi sernavê „The Cradle of Mankind; Life in Eastern Kurdistan, 1914) de, matmayî dipirse ku „çawa Êzîdî ji van komkujiyên xwîndar qurtal bûne?“

Lê pirs bi rastî ne ev e. A rast ew e, ku Êzîdiyên mayîn ew in yên ku ji ber ferman, komkujî û talanan filitîne. Para Êzîdiyan ji ferman, kuştin, tawan û talanên Osmaniyan bi taybetî û îdeologiya islamî bi giştî, eger ji a Feleh û Cihûyan ne bihtir be jî, teqez ew ne kêmtir e. 

Gelê Ermenî yê ji dîroka xwîna pirr dost..

Eger di dîroka fermanên îdeologiya islamî de dostaniyeke di xwînê de, li ser xwînê û ji xwînê heta bi xwînê hebe, teqez ew dostanî dê ya Êzîdiyan û Christiyaniyan bi giştî û a Êzîdiyan û Ermeniyan bi taybetî be. Nîşana herî berz a vê dostaniyê jî Cangîr axa (1874-1943) ye, ku di çavkaniyên Ermeniyan bi xwe jî de, wek mêrxasekî Êzîdî ku di komkojiyên Dewleta Osmanî de, pirr alîkariya gelê ermenî kiriye, tê naskirinê. Li gorî çavkaniyên dîrokî, Êzîdî di sedsala XIX de, di çiya û asêgehên xwe de, bihêz bûn. Lewre, wan dikriya di deverên wek çiyayê Şingalê û Şêxan de, heta radeyekê ne tenê xwe belê bi sedan malbatên felehan jî (Ermenî jî di nav de) ji qirkirinê qurtal bikin.

Li gorî hin çavkaniyên Iraqî (د. قسطنطين زريق: اليزيدية قديما وحديثاً، 1934), di dawiya dehê diwemîn ji sedsala XX de, dora 100 malbatên Ermenî bi erêkirina mîrê Êzîdiyan Ismayîl Çolo Beg û mezinê Şingalê Hemoyê Şerro derbasî Şingalê bûne û demeke dirêj di nav Êzîdiyan de jiyana xwe berdewam kirine. Li gorî heman çavkaniyan, ji ber sedema neradestkirina du jinên Ermenî bo qayimqamê Şingalê, di sala 1918an de, şerrekî mezin di navbera hêzên Dewleta Osmanî û Êzîdiyan de rûdaye.

Ev rûdaw û gelek rûdawên din wê yekê didin nîşandan, ku çarenûsa Êzîdî û Ermeniyan di fermanên îdeologiya Islamî de, yek bû: Pirtûka helalkirina xwîn, mal, milk û namûsa Ermeniyan, di heman demê de pirtûka helalkirina jiholêrakirina hebûna Êzîdiyan jî bû. 

Şûrê li seranserî dîrokê di xwîna Êzîdiyan de daçikyayî, heman şûrê daçikyayî di xwîna Ermeniyan de ye. 

Pirtûka kû îro DAIŞ bi devê „Xwedayê“ wê fermana Êzîdiyan, Felehan, Asûriyan, Ermeniyan û her mirovekî li derveyî islama „Xîlafê“ radike, heman pirtûka Osmaniyan e.

Dîroka ku îro DAIŞ bi şûr û ji şûr heta bi şûr dinivîse, heman dîroka Osmaniyan e. 

Gelê Ermenî yê ji xwîna dîroka pirr dost..

Eger bas basa genosîdê ye, bi qasî ew ya Ermeniyan bû hewqasî ew ya Êzîdiyan jî bû.

Eger bas basa dîroka Ermeniyan e, ew bi qasî dîroka xwîna Ermenistanê bû, hewqasî ew dîroka xwîna Êzîdxanê jî bû.

Eger basa basa hovîtiya îdeologiya islamî li dij felehan e, ew bi qasî li dij hebûna Christiyaniyê bû, hewqasî ew li dij hebûna Êzîdiytiyê jî bû. 

Dîroka xwîna Êzîdî û Ermeniyan li sernaserî dîroka fermanan yek e.

Bi qasî dîroka xwîna wan xwîna dîroka wan jî yek e. 

Hoşeng Broka

[email protected] 

25.03.2015 

Hoşeng Broka

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.