Warning: Declaration of AVH_Walker_Category_Checklist::walk($elements, $max_depth) should be compatible with Walker::walk($elements, $max_depth, ...$args) in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/extended-categories-widget/4.2/class/avh-ec.widgets.php on line 136

Warning: session_start(): Cannot start session when headers already sent in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/simplecontact/simpleContact.php on line 208
Li Welatê Çînê Vedîtina Hestiyên Îzdeharan – Felsefevan

Li Welatê Çînê Vedîtina Hestiyên Îzdeharan

Li Welatê Çînê Vedîtina Hestiyên Îzdeharan

Li Welatê Çînê Vedîtina Hestiyên Îzdeharan

Zanyar bi vedîtina hestiyên 19 îzdeharên li Çînî ku hestiyên îzdeharan di nava çiravekê de bûn, karekî pirr girîng pêk anîn. Lewre her ku “Limusaurus inextricabilis” pîr dibûn, her ku didanên îzdeharê jî kêm dibûn. Hestiyên kevirgirtî li devera Xinjiang ya li rojavayê Çînêye di kort û goncalên bixof û xeter de hatine dîtin.

Hestiyên bidest xistî, hestiyên îzdeharên piçûk û yên îzdeharên mezin bûne. Limusaurusê 154 mîlyon salî xwediyê didanên piçûk, pîj û tûj bûye ku bi demê re yek bi yek ketine, kêm bûne û bê didan maye. Ji ber veguherîna ya bi demê re îzdehar jî bêgav mane ku xwarina xwe ya rojane biguherînin. Îzdeharê omnivor, bi gotineke din îzdeharê her tişt xwer, ji ber veguherîna ya bi demê re bêgav maye ku tenê xwe bi giyayê têr bike.

Zanyar ji lêkolînerên berê ve jê agahdar bûn ku didanên pozmişk, hin cûreyên masî û amfîbiyan (bejavî) jî bi demê re diketin, kêm dibûn û bê didan diman. Lêbelê vedîtina hestiyên limusaurus inextricabilisên li Çînê ji bo paleontolog û paleontolojiyê vedîtineke nûwaze û pirr girîng e, lewre zanyar bi vedîtinê dixwazin pirsa “çima çûk bi nikil in lê ne bi didan in” vebêjin.

Metîn Eser  

Çavkanî: Current Biology / 26.12.2016

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.