Li Ser Abiyogenezê

Li Ser Abiyogenezê

Li Ser Abiyogenezê

    Jiyan kengî destpêkir? Bi rastî dema ku em vê pirsêdikin teoriya presendî yê (evolution,evrim) tê eqlê me. Presendî, li ser pêkhatina zîndîbûnê ango jiyanê dîrokek dide pêşxistin. Herwuha peresendî dide nîşan ku hucreya yekemîn nêzî 3.8 milyar berê avabûye. Û însan jî nêzî 150 milyon berê ji mişkek peresend bûye (1). Lê belê tiştê ku em li serê bisekinin ne dîroka avakirina kronolojiya bûyînê ye bes ku zindîbûn çawa û bi çi şiklî avabûye. Di vê xalê de Abiyogenez berbiçav dikeve.

Di zanînên xwezayî de Abiyogenez, li ser koka jiyanê de, lêkolîna zindîbûnê ku  çawa ji nezindîbûnê avabûye dike. Em dikarin wergerbikin ku jiyana yekemîn ango, zindîbuna yekemîn. Her çikas peresendî û abiyogenez bi hevdu re têkildarbin jî teoriya wan ji hev cuda ye. Abiyogenez, li ser zindîbûn çawa ji nezindîbûnê qetiyaye disekine, lê peresendî,li ser zindîbûn û heya roja me pêvajoya hilguherandina bûyînê disekine. Her wuha xalên wanê şirîk jî ewe ku li ser nezanîna bûyîna yekemîn e. Wek ku Darwîn gotiye: maddeyên kimyewî ku bûyîne pêkanîne niha li jiyanê hindabûne ango ji holê rabûne. (2) Ji ber vê awê her çikas ev teorî belavbûyî be jî j hêjî nezanbuna xwe di parêze.

Birastî tiştê ku emê li ser bisekinin bêhtir Abiyogenez e. Her çikas Abiyogenez li ser cudayî ya zîndîbûn û nezindîbunê bike jî gelek zanistên peresendî daxuyanî dikin ku cudayî di navbera zindîbûn û nezindîbûnê de tûneye bes me însanan van têgeyan avakiriye û pêşve xistiye (3).

Çawa ku tê zanîn di navbera zindîbûn û nezindîbûnê de çend taybetmendiyên cudayî hene. Wek: bandor-bertek, hilberîn, organîzasyon,girbûn-geşbûn, hwd. (4) Lê belê ev peresendmenên zanist dibêjin kû taybetmendiyên ku bi zindîbûnare heye bi nezindîbunare jî heye. Û li ser vanan çend mînak didin. Wek: ku hûn şimaqek li mirovek bidin ewê jî xwe biparê ze , û ku hûn gokekî bavêjin jor wê ji xwe re bikeve jêr (bandor-bertek) û di vî taybetmendiyê de tu cudayî tuneye. Tê xuya ku vî sava xwe di asta atoman de pêşve dixin.

Bi rastî ku em tenê însan , ku zindiye, bi fikirin em dikarin gelek pirsan bipirsin. Însan û anotomiya wî ewkas ku komplex e em dikarin ji bilî taybetmenyên jor ku me dane gelek taybetmendiyê cudayi yên din derxin holê. Tenê li ser tevgerê ango asta atomê zindîbûn û nezindîbûnê berawird bikin wê gelek tiştên çewt berbiçav bikevin. Belê em dikarin bibêjin ku bûyînên zindî û bûyînên nezindî ji atoman çêbûne û em nikarin vî înkar bikin. Lê belê atom ango hucreyên ku însan jê avabûye ewkas bitûniyê û organîze ye ku divê em jê re  bêjin zindî ango ne zindî. Di encamê de însan ji kevirek gelek cûdaye û ev teorî ji felsefeyê re wek heqaretek e. Bi vî bitûnî de emê îrada însan, tevgerê însan, hişmendiyê însan, ango hisên însan bi çî awayê rave bikin? Niha  em van teoriyan jî nîkaş dikin û ev nîş dide ku em xwediyê hişmendiyê ne. Gelo ev ne paradoksek e?

Dema ku nexweşek têt anestezî kirin hiş û hîsê wî nexweşê tevde ji hole radibe. Dibe ku wî demê çend taybetmendiyên zindîbûnê ji holê rabe. Lê bele ew însanê ku di fikire, hîs dike, feraset dike, hesabên matematîk dike gelo  em dikarin bibêjin ku taybetmendiyên wî/wê û ê kevirek ango gokek wekhevin?

Di encamê de koka bûyînên zindî û ne zindîbûne dibe ku şirik bin û yek bin (atom). Lê belê bitûnî û organîzma ya zindîbûna însan taybetmendî yên însan teqez e ku ji bûyînên nezindîbûn cudaye.

Jan JAN 

23.01.2017 

Çavkanî 

Encyclopædia Britannica. Encyclopædia Britannica Online.Encyclopædia Britannica Inc.2011

https://tr.wikipedia.org/wiki/Evrim

http://www.evrimagaci.org/makale/34).

http://www.biyolojiportali.com/belgeler/Canl%C4%B1lar%C4%B1n%20Ortak%20%C3%96zellikleri1.pdf

Jan JAN
Latest posts by Jan JAN (see all)

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.