Leyistik û Hesabên Li Ser Xwîna Êzdiyan

Leyistik û Hesabên Li Ser Xwîna Êzdiyan

Leyistik û Hesabên Li Ser Xwîna Êzdiyan 

Helbet hesabê kurd û ereba, ango yê rejîma Saddam û partiyê kurda, bi taybetî jî li ser Şengalê û êzdiya hebûn û hene. Lewma jî êzdî her di nîvê xelîl û celîl de man. Rewşa stratejî ya Şengalê ji bo her du aliyan girînge hêjî. Her weha nêzîkatiya kurdan, ya ku nepejirandina ola êzdî û taybetiyên wan xas, yên olî û civakî, ew bêhtir nêzîkî Saddam dikirin. Êzdî cîranê erebên sunnî ne, yên ku hêjî di bin bandûra êl û eşîran de ne. 

Mirov dikare bi hêsanî Dêrsimê bike mînak. Çawa ku Dêrsim û dêrsimiyan, ji sedemên taybetmendiyên xwe yên olî, di nava civak û pergala tirk de hêsantir didîtin, êzdiyên Eraqê jî xwe di nava ereban de hêsantir û azadtir his dikirin. Çenko herî kêm yasa û qanûn piçekî be jî dewra xwe pêk dianîn. Lewma jî êzdiyan xwe di nîvê kurd-ereb, di nîvê Eraq- Iran ê, di nîvê sunne-şîhe didîtin û dibûn qurbana berjewendiyan. 

Ev rewş bi çûyîna Saddam re nehat guhertin. Çenko partiyên kurda, ketin nîvê êzdiya û her yekê xwest ji bo berjewendiyên xwe yên partîzanî û têkiliyên bi ereb, ecem û tirkan bikar bînin. Her weha Şengal geostratejîk girînge, ji bo her hêzê. Yê kurd û ne kurd jî.

Ango ji derve weke şer, yan jî aloziya di nîvê partiyan de were xuyakirin jî lê di hundur de têkiliyên bi dewletên dagerker û neyar re, rol û bandora xwe dileyizin. Em dikarin bi kurtî rewşê dibin çava re bibin. 

PDKê ku heta niha bi daxuyaniyekê, yan jî bi kiryareke ber bi çav li dij kesên ji bereya şer reviyan û bûn sedema qirkirina êzdiya  nekiriye. Her weha ew bi sedema hilbijêrê xwe yên sunnî, nêzikî nîşanî êzdiya nedaye, yê daye jî têra êzdiyan nekiriye. Yan jî tenê daye kesên nêzîkî partiya xwe. Em dizanin heta ne demekê dûr, pdk ê, li şûna sirûda netewî, bi azan û xwendina Quranê televîzyonên xwe vedikirin û digirtin. Têkiliyên wan yê bi dewleta tirk û partiya AKP ê re eşkere ne. Her weha bi hemû dewlet û hêzên li heremê re. Bi qasî yên siyasî, wûsa jî yên aborî bi bandorin.

YNKê ji berê de bi rejîma Îranê re di têkiliyê de ye. Ji bo heman berjewendiya dixwazin, Kerkûk û Silêmaniyê ji  Kurdistanê veqetînin. Ji bo vê partiyê Soranîtî ji her tiştî grîngtir û bi rûmetir e. Bi vê yekê dixwazin, li heremê bi navê soran û soranîtiyê desthelatdar bimînin. Heta ew li dij serxwebûna Kurdistanê ne. Serokê YNK ê Celal Talabanî got; „Kurdistan peyveke helbesti ye“. Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm jî, li dije ku Kerkûk bibe Kurdistan. Yê YNK û PKK ê nêzîkî hev dike jî nexwestina Serxwebûnê ye. Yan jî rikberiya bi PDK ê re ye.

PKKê ku bi sala ne, di nava êzdiya de xebata xwe dike, heta qût û heyvanê rêkxistina wê ya li Ewropa ji êzdiya ye. Nêzîkbûna wê ya bi êzdiya re cêwaztire ji partiyên din yê başûr. Lê ew dixwaze li ser hebûna êzdiya xwe li başûr bi rêkxistin bike û kir jî. Bi sedema stratejîk ya Şengalê ya di nîvê Eraq û Kurdistanê vê partiyê gellek grîngî da vê heremê. Lewma jî endamê xwe yên êzdî beriya sala şandin nava êzdiyê Şengalê. PKK ji têkiliyên bi dagerkerên Kurdistanê re herdem vekirî bû û niha jî vekiriye. Lê ji bilî têkiliyên taktîkî ji rêkxistinên Kurdistanî re qet ne vekirî bû û hêjî ne vekiriye. Em dizanin ku îro PKK bi daxuyaniyê xwe, ne bi Kurdistaneke serbixwe re ye. Heta li dij e.  Xurtbûna PKK ê, ya li ser şêniyê êzdî, ne li hesabê PDK ê bû hêjî ne li hesabê wê ye. Heta mirov dikare bêje, lewma jî Şengal ji guran re hiştin û bû qurbana hêzên kurd a. 

Êzdî û parastina êzidyan ya ku ji aliyê hin kesên endamê partiyan, gelo çiqasî serkeftî ye? Yan jî hizr û ramanê wan çiqasî kêrî parastin êzdîtiya tê? Weke tê zanîn, her mirovê endamê partiya, berjewendî û nirxên partiya xwe pêwîste di ser her tiştî re bigire û digire jî. Lewma bandor wan kesan li ser hêza polîtîk ya kurd  nîn e, hebe jî kêm e.

Êzdiyê ku piştî û berî karesata Şengalê, xwe weke serbixwe nîşan didin jî, ne pak e, ji hemû hêzên din. Em dizanin, heta niha jî, bêyî erê kirina dewletên desthilatdarê dunyayê Kurdistana başûr nikare serxwebûna xwe eşkere bike. Lê êzdiyê ku ji çar alîve hatine dorpêçkirin wê çawa karibin bibin hêzeke „serbixwe“? Lê ji neçarî êzdî ji xwe re li rê û derfetne din digerin. Êzdî ne weke ku tête nişandan ji sîxurtî û xayîntî li rêyên din digerin. Tenê mirî li rêyê din nagerin, heta civak û mirov sax be li rêyê din yê jiyanê diger e. Ev jî tiştekî rewa ye. Êzdî ne dijminê tu kesî ne, divê ev wûsa bêta zanîn. Êzdî di qewl û dirûzên xwe de dibêjin; „Xwedê yo tu bidî vê dunyayê tev de, û me jî di nav de“. Lê tiştê qu hatiye serê êzdiya, bila neyê serê tu evd û xelkê din yê dunya ye.

Ev bû çend heyv, roj bi roj rewşa êzdiya kambaxtir dibe. Heta niha ne parlementoya başûr û nejî partiyê kurda û ne jî rewşenbîrê kurda ji bo vê sosreta ku hatiye serê êzdiya li hev ne civîn e. Helbet bi qasî ez dibînim.Biratî û dostanî ne tenê bi peyvê dibe, bi biryar û kiryarên eşkere dibe. Xwerdî derketina êzdiya, divê ne ji bo kurdbûn û ne kurdbûna wan be. Ev erkeke mirovî û xweza û xwedênasiye.

Hin kes dikarin gilî û gazinan ji êzîdiya bikin. Helbet çewtî û xeletiyê wan jî hene. Lê hebûna wan li ser rûyê erdê jî mûcîze ye. Piştî ewqas ferman û talana. Divê neyê jibîr kirin, medeniyet di aştî û aramiyê de çê dibe. Lê êzdiya xwe di nav agirê herî gur de dîtine mixabin.

Fermana ku ji aliyê Daiş ve hate destpêkirin, bi destê hêz û partiyên kurda ve didom e. Rewşa êzdiya ya çermsorê Emerika yê ne baştir û cêwaztir e. Hin li ser tunebûna êzdiya û hin jî ji bo bikaranîna karta êzdiya hesaba dikin.

Ger rewş ev be, wê star û ciyê êzdiya yê dawiya Ewropa be. Ev berpirsiyarî dikeve ser hêzên ku li Kurdistanê desthilatdar in.  Nexwe yekane rê maye Ewropa. Bi hêviya dewletên Ewropî ji êzdiya re derî vekin û wan ji nav vî agirî derxîn. Di serî de jî, dewleta Almanya.

[email protected]

06.05.15

Newaf Miro
Latest posts by Newaf Miro (see all)

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.