Warning: Declaration of AVH_Walker_Category_Checklist::walk($elements, $max_depth) should be compatible with Walker::walk($elements, $max_depth, ...$args) in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/extended-categories-widget/4.2/class/avh-ec.widgets.php on line 136

Warning: session_start(): Cannot start session when headers already sent in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/simplecontact/simpleContact.php on line 208
Lêkolînên Li Ser Dermanê Vîrûsa Ebolayê – Felsefevan

Lêkolînên Li Ser Dermanê Vîrûsa Ebolayê

Lêkolînên Li Ser Dermanê Vîrûsa Ebolayê

Lêkolînên Li Ser Dermanê Vîrûsa Ebolayê

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku ji testên berfireh yên li Gîneyê pek hatibûn, hatiye dîtin ku dermana ceribandinê ya ji bo vîrûsa ebolayê hatibû çêkirin, dermaneke pirr xurt e û dikare li hember vîrûsê ber xwe bide. Ji analîzên li ser 5.000 kesên ku bi dermana “rVSV-ZEBOV” hatibûn dermankirin û têkiliyên xwe bi kesên bi vîrûsa ebolayê nexweş ketibûn re hebûn, hatiye bidest xistin ku tu kes bi vîrûsa ebolayê nexweş neketine. Lêbelê ji kesên ji wê dermanê bêpar mane 23 kes bi vîrûsê nexweş ketine.

Cîgirê rêvebira RTC (Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê) Marie-Paule Kieny wiha dibêje; “Tiştê eşkere û zelal ev e ku derman ji sedî sed nebe jî karê xwe pirr baş pêk tîne û vîrûsê têk dibe. Me ji testên xwe dît ku dermanê çêkirî ji sedî nod li hember vîrûsê ber xwe dide û ji sedî heyştê jî vîrûsê têk dibe. Em hê jî xebatên berdewam dikin daku dermanê çêkirî xurttir bikin, mesela em nizanin dermanê me dikare piştî şeş mehyan hê jî li hember vîrûsê ber xwe bide û vîrûsê têk bibe an na?”

Zanyar û lêkolînerên ji seranserê cîhanê 40 sal e li dermanekî digerin ku dikare vîrûsa ebolayê têk bibe. Fîrmaya ji Amerîkayê ya bi navê Merck ku patenta firotinê (bazirganiyê) ya wê dermanê wergirtiye, dikare di sala 2018an de piştî destûrdana rayedarên Amerîkayê û Ewropayê bi fermî rVSV-ZEBOV li ser navê fîrmayê bifiroşe. Vîrûsa ebolayê di sala 2013an de carekî din rûdaye ku li welatên Rojavaya-Afrîkayê li der û dora 11.000 çûne ber rehma Xwedê.

Metîn Eser

Çavkanî: De Morgen / 26.12.2016 

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.