Koleyên Azad: Feylesof

Koleyên Azad: Feylesof

Koleyên azad: feylesof

Însan weke ajalan bi têrkirinê, bi parastinê nasekine. Dixwaze were hezkirin, dixwaze were berçavan, dixwaze her tiştî fehm bike, derdora xwe bi nav bike. Ev hewla hînbûn û zanebûnê jî helbet bi felsefeyê pêkan e, feylesof dildarê pirsan in, feylesof dîlgirtiyên pirsan in, dîlketineke bi dil e. Felsefe, koletiya fikr û ramana ye, lê ew kole bi dilê xwe dîlketine, koleyên bi dilê xwe şer dikin, koleyên herî şanaz û bextewar in.

Feylesof koleyên azad in, cihê ku mirovên azad (!) naçinê feylesofên bi dil diçinê, wek mînak îdeaya Platon, feylesof koleyên wêrek in li hember mirinê jî dev ji rastiya xwe bernadin wek mînak: Sokratê li ber sêdarê jî li ser rastiya xwe maye, feylesof dîn in, dînê biaqilan biaqiltir wek mînak; Nietzsche.

Baş e çima pêdiviya me bi felsefeyê heye?

Ji bo azadiyeke wek koletiya feylesofan, pêdîviya me bi felsefeyê heye. Ji bo em qalikê tirsa fikirînê bişkînin, pêdiviya me bi felsefeyê heye. Felsefe berpirsiyarî ye, ji kulîlkeke nû bişkivî bigre heta rêya kadizê, her tiştî evîndarê xwe bardike; lê evîndar ji vî barî narevin bêhtir dixwazin ev bar giran be, ji bo vî barî, ji bo vê berpirsiyariyê, pêdiviya me bi felsefeyê heye. Em bê felsefeyê wekî teyrekî bê bask, wek şêrekî bê qîl in, ji bo bask û qîlan pêdiviya me bi felsefeyê heye. 

Rêzan Erzirom 

03.03.2016 

Rêzan Erzirom
Latest posts by Rêzan Erzirom (see all)

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.