Jiyan û Felsefeya Arthur Schopenhauer

Jiyan û Felsefeya Arthur Schopenhauer

JIYAN Û FELSEFEYA ARTHUR SCHOPENHAUER

<Çi heyîneke çavbirçî ye mirov! Her destkeftineke mirovan, dibe tovê daxwazake nû. Lewma jî, xwestekên mirovan xilas nabin û bêdawî ne.>

      Arthur Schopenhauer (1788-1860) di sala 1788 an de, li Danzigê ku di dema me a niha de di nav sînorên Polonyayê de ye û jêre Gdansk tê gotin, hatiye dinyayê. Malbata wî, malbateke dewlemend û bazirgan bû. Malbata wî wiha dixwest, ku ew jî bi kar û barên malbatê mijûl bibe û bibe bazirgan. Schopenhauer, ti caran vê yekê qebûl nekiriye, li hemberî vê daxwaza malbata xwe serî hildaye û hemû îmkana xwe daye perwerdehiya xwe ya şexsî û hatiniya xwe ya diravan jî, di ber vê yekê de xerc kiriye. Berhema wî  ya On the Über die Vierfache Wurzel des Satzes vom zureichenden Grunde  (Çar Kokên Pêşniyara Têr Sebeb, 1813) ku teza wî a doktarayê bû, bû berhemeke klasîk a biçûk.

        Hê di bîst saliya xwe de, şahberhema xwe ya Die Welt als Wille und Vorstellung (Dinyaya Pêşnûma û Îradeyê/Hemdê) di sala 1818 an de, nivîsand. Wuha bawer dikir ku bi vê berhema xwe, têgihiştiye hemû sir (xefiyên) gerdûnê; lê mixabin berhema wî zêde bala xelkê nakşîne û ji ber vê yekê jî, gelekî şaş dibe û nema dizane ka dê çi bike. Piştî demekê dûv û dirêj, ku wê demê hinek pêşketinên zanistî rû dabûn, bi kitêba xwe ya Über den Willen in der Natur (Li Ser Vîn/Îradeya Xwezayê, 1836) dixwaze ku bi riya vê berhema xwe bipeyîtîne ku pêşketinên di zanistê de, piştgiriya teoriya wî ya navendî dikin. Dûvre jî bi navên Über die Freiheit des menschlichen Willens (Li Ser Serbestiya Hemd/Vîna Mirovî, 1841) û Die beiden Grundprobleme der Ethik (Du Pirsgirêkên Serekê Yên Etîkê, 1841) du kitêbên biçûk, lê bêhempa dinivîsîne û dide çapkirin.

Arthur Schopenhauer fîlozofekî alman e û bi reşbîn (bedbîniya) xwe tê nasîn. Schopenhauer, îradeyê weke hêzeka xwezayî ya mirov a ku li derveyê aqil e, wesfandiye. Hunerê jî, weke zanayiya tekane ya ku li hemberî îradeyê serî natewîne dîtiye. Li gor baweriya wî; di dinyaya ku ji aqil bêpar e de, tekane riya xwexilaskirinê huner e.  

         Di sala 1844an de, kitêba wî ya bi navê Die Welt als Wille und Vorstellungê bi çend lêzêdekirinan, ji nû ve hate çapkirin. Lê têbiniyên (şiroveyên) xwe yên nû, tevlî çapa ya yekem nekir û wekî cildeke nû da çapê. Ji wê rojê ve, formata wê kitêbê wiha maye û cilda duyem, wekî şiroveya (raveya) li ser cilda yekem hatiye dîtin.

Piştî vê kitêbê, ceribanên xwe yên ku heta wê demê nivîsîbû, top kiriye û dîsa wekî navên kitêbên xwe yên berê; bi navekî ecêb daye çapê. Navê Parerga und Paralipomena ê (1851), daye vê kitêba xwe ku di zimanê yewnanî de tê maneya Nivîsên  Xiçviçandî/Nelihev. Wê demê, Schopenhaur 63 salî bû û bi vê kitêba xwe, hate naskirin. Di 72 saliya xwe de, beriya ku here ser heqiya xwe; gelekî navdar bû û ji aliyê bîr û raya giştî ya cîhanê ve jî hate naskirin. 

Schopenhauer û Kant       

Schopenhauer, gelekî ji Kant bawer dikir û li gor baweriya wî; hemû tiştên ku bi behredariya têgihiştina mirovî re têkildar in, Kantî wan destnîşan kiriye. Dema ku mirov li dîroka felsefeyê mêze dike, bêguman mirov dikare bibêje ku gelek fîlozof ji felsefeya fîlozofên beriya xwe ketumet bûne û di bin bandûra wan de mane. Lêbelê, ti caran yekeyek felsefeya wan texlîd nekirine, felsefeya wan wekî destpêkekê bikar anîne û felsefeya xwe ya xweser jî, bi vî hawî damezrandine. Mînakên vê yekê gelek in û mirov dikare ji bo vê têkiliya di navbera wan de, têkiliya fîlozofên weke Sokrates-Platon, Platon-Arîstotales, Kant-Fichte, Fichte-Schelling, Heidegger-Sartre nîşan bide. Schopenhauer jî, di bin bandûra Kant de maye û felsefeya xwe ya xweser, li ser felsefeya Kant ava kiriye.

<Heta ku em teslîmê dilxwaziyên xwe û hêvî û tirsên ku dilxwaziyên me wan ligel xwe tînin bîbin, em ti caran nikarin xwe bigihînin bextewarî yan aramiya mayende.>

         Di felsefeya Schopenhauer de, xala destpêkê pirsa <dinya çi ye?> ye. Schopenhauer, ji bo dîtina bersiva vê pirsê; ji xala <em, bi yên ku hene çawa dizanin?> dest pê dike. Ango bi teoriya zanayiyê, dest pê dike. Di kitêba xwe ya  Die Welt als Wille und Vorstellungê (Dinyaya Pêşnûma û Îradeyê/Hemdê) de, dibêje ku <dinya, tesewireka min e.>

Li gor nêrîna Schopenhauer, ev yek ji bo hemû heyînên ku hene û têdigihêjin (dizanin), derbasdar e û heqîqetek e. Li gor baweriya wî; dinya, ji ber ê/a ku têdigihêjê heye. Di vê xalê de, tê dîtin ku kirde (ozne) destnîşankar (aktîv) e.

Hemû tiştên ku aîdê dinyayê ne û yên ku dê rojekê bibine aîdê dinyayê, bi awayekî demîngirtinî, bi kirdeyê re têne girêdan û bi tenê, ji bo heman kirdeyê hene. Helbet ev nêrîna wî ya ku dinyayê bi kirdeyê ve girê dide û dinyayê weke tesewireka kirdeyê (Vorstellung) dibîne, di dîroka felsefeyê de,   ramaneke ne nû ye. 

<Zêdekirina heyberan (nesneyan) pêkan e; her dema ku weke xwe xwiya dikin ji hevdu cihê ne, lew re her yek li cihwareke cihê dibin hebûn. Lê ji bo ku heyberek ji yekê din cihê bibe, divê ew bikaribe li dem û warên cihê hebe û aîdê cîhana fenomanen be.>      

         Berkeleyê ingilîz ê ezmûnger beriya Schopenhauer, vê ramanê anîbû zimên. Ferq û lêzêdekirina Schopenhauer, li ser nûve (ûnsûr) û avahiya wê tesewirê, ramaneke xweser e û nû ye. Li gor ramana Schopenhauer, cudahiya herî bingehîn ya ku di navbera tesewirên me de heye, cudahiya di navbera yên dîbar (intuitiv) û razber/nedîtbar (abstrakt) de ye.

Ya duyemîn, tenê beşeka tesewiran pêk tîne; ango têgînan û li ser rûyê erdê, ev bi tenê aîdê (malê) mirova ne. Ev wesf, mirovan ji ajalan/heywanan cuda dike, ku ji berê ve jêre aqil hatiye gotin. Lêbelê, Schopenhauer behredariya famkirinê û aqil, ji hevdu cihê dike.

Li gor nêrîna wî; <li cem heywanên herî sade jî, behredariya famkirinê heye û ev behredarî, li cem heywan û mirovan, eynî ye û li her derê, xwediyê heman forma ayan e: ji sebebê derbasbûna karîgeriyê/bandûrê û ji karîgeriyê, derbasbûna sebebê. Ev zanayî jî, zanayiya sedemîtiyê ye.>

Di vê xalê de xweş xwiya ye; ku li cem Schopenhauer cudahiya bingehîn, cudahiya behredariya famkirinê û aqil e. Çimku ew wiha bawer dike ku behredariya famkirinê, bi temamî ji aqil cuda ye û dîbarî (intuitiv) bi tenê aîdê behredariya famkirinê ye û ji bandûra aqil, serbixwe ye. Ango, ne di bin bandûra aqil de ye. Di vê xalê de jî, bêguman ji Kant cihê dibe. Lê Schopenhauer, dazanînên Kant rast dibîne û ji bo felsefeya xwe, wekî bingehekî bikar tîne.

Ev bingeheke wiha ye ku Schopenhauer ji bo vê yekê wiha gotiye: <Bandûra ramanên Kant ya ku di zêhna mirov de xwe dide der, dişibe emeliyata kataraktê a miroveke kor.>

Baweriya Schopenhauerî  ew bû ku digo; <beriya felsefeya min, divê felsefeya Kantî baş were têgihiştin. Nexwe, ne pêkan e ku mirovek bikaribe têbigihêje felsefeya min.>  Ji ber gelek sebeban jî, mirov bi hêsanî dikare bibêje ku xala destpêka felsefeya Schopenhauer a mantiqî, rexneya felsefeya Kantî ye.

Rasteqîniya ku ne Takekesî ye

Wekî tê zanîn Kant, rasteqîniya tevayî (tevdeyî) wekî <fenomenal> û <numenal> kiribû du beş û di vê mijarê de Schopenhauer, Kantî mafdar dîtiye. Lê di mijara numenan de, bawer nedikir ku numen mîna ku di xwe de bin/ne (bi awayekî tevayî) ne pêkan e ku ji tiştinan werin holê. Lew re, heke tiştên cihêreng hebin, divê ciherengîtî jî hebûya û ev yek jî, encax li war û demekê cihêreng dikaribû derbiketa holê. Heke heyberek (nesneyek) ji yekê din cihêreng be; divê ew li war (cih) û demê jî cihêreng be, nexwe mirov nikare bibêje ku ew heybereke cihêreng e. Encax, mirov dikare bibêje ku ew heman heyber (nesne) ye. Heta ev yek, ji bo heyînên nedîtbar  (mesele jimar) jî wisa ye.

Ji ber vê yekê jî; li derveyê war (mekan) û demê, cihêrengbûn (cihêrengîtî) ne pêkan e: her tişt, divê yek (tekan) be û ne hatibe guherîn. (Di vê xalê de, mirov dibîne ku têkiliya ramanên wî; bi ramana Parmanîdesî a ku gotibû ‘Hemû tişt, yek in.’ re heye.) Herweha dîsa Schopenhauer gotiye; ne pêkan e ku numen bikaribe bibe sebebê fenomenê.

Lew re Kant bi xwe jî gotiye ku têkiliya sebeb û encamê, encax di cîhana fenomanan de dikare pêk were. Ji ber vê yekê jî sedemîtî, nikare vê warê (mekana), bi wê warê ku li derveyê xwe ye ve girê bide.

Wekî mînak: Kant berê gotibû ku tevgerên (xwepêşandanên) îradeyê ku li warê numenan xwe didine der, sebebê tevgerên (livdariyên) bedena me ya <azad> in. Lê belê, Schopenhauer dibêje ku  ev yek bêîmkan e. Li gor baweriya wî: tevgerên îradeyê û tevgerên bedenî ku bi îradeyê re têkildar in, yek û heman bûyer in ku bi du awayên cihêreng têne têgihiştin yan jî dîtin; di rewşekî de di hundirû de tê jiyîn û di rewşa din de jî, li derve tê çavdêrîkirin. Ajo, ew sebeb in ku li hundirû têne jiyîn. Yên fenomenî (diyardeyî) ji yên numenî, rasteqîniyek cihê nîne; heman rasteqînî ye ku bi rê û lewnên (şeklên) cihêreng têne zanîn.

<Li gor nêrîna Schopenhauer; tu têkiliya vejena fenomenî û firehiya bêser û ber ya gerdûnê, bi hiş/bîr re tune. Ew, ne xwediyê tu armanca ye, bêmebest/bêhedef e û bi temamî, hêzeke ne kesane ye.>

        Li gor nêrîna Schopenhauer; tiştê ku wesfa xwe dide hemû qada numenê, îrade ye. Hemû kozmos, vejenê dike tiştekê cismî. Tu têkiliya vê vejena fenomenal, bi hişê me re tune. Ev hêz; ne hêzeke kesane ye, bêmebest, bêarmanc û bêhiş e. Numeniya vê hêzê, çi dibe bila bibe; li dinyaya fenomenî xwe dide der. Di destpêkê de Schopenhauer dixwaze ku di dewsa peyva <fenomenal> ê de, peyvekê din peyda bike û wê peyvê bikar bîne. Demekê, xwestiye ku jêre bibêje <hêz>, lê dûvre biryra bi peyva <îrade> ê daye.

Di wateyeke wiha de bikaranîna peyva <îrade> ê, di destpêkê dibe gelek têgihiştinên çewt. Çimkî ev îrade, ne takekesî û kesane bû û armanc û mebesteka wê jî, tunebû. Lewma jî, gelekî zor hate têgihiştin. Belam, mebesta Schopenhauer jî, tam jî ev yek bû. Heke imrê wî têrê bikira û heta Sedsala 20 an karibûya bijiya; dê bidîta ku ezmûnên fizîkzanan, ramanên wî yên li ser vejen û qada hêzê, xweş dipeyîtînin.

Ehlaqa Dilxwaziyê (Hemhestyariyê)

Laşên (bedenên) me yên ku weke heyberekê/nesneyekê di mekan û zemanê de hene, aîdê cîhana numenê ne û xwe dana der ya <yek> ên ku cihêreng nebûne, ne. Schopenhauer bi vê kirûyê (heke wekî kirûyeke were dîtin), metafizîkê ji bo etîkê dike bingehek/spartekek û wekî bingeha felsefeya xwe ya ehlaqê bikar tîne. Lêbelê, dibêje ku bi tenê di cîhana fenomenan de em cihêreng xwiya dikin. Di cîhana numenê de, em yek in û ne cihêreng in, ku ew der esasê hebûnatiya me ye. Ev yek jî hemhestyarî, hezkirin, dilovanî, rehm û xîreta mirovan şirove dike. Bi niheqî û zeredayînê, ez zerer û ziyanê didim hebûnatiya xwe a nîhaî.

Çewaniya Hemhestyariyê

Di cîhana numenan de, ev tev yek in. Lewma em hemhestyar in, têdigihêjine hestên mirovên din û dikarin ji hevdu hez bikin. Schopenhauer wiha bawer dike ku ev hemhestyarî, bingeha têkilî, ehlaq û hezkirina mirovî ye.

Li gor nêrîn û dinyabiniya Schopenhauer bingeha etîkê, ev hemhestyarî ye. (Kant, di vê xalê de gotibû ku aqil e.) Herweha,  bingeha têkilî û danûstandinên mirovî ye jî. 

Têgihiştin û Rûbirûkirina Rojhilat û Rojavayê

Schopenhauer dibêje piştî ku min ramanên xwe berfireh kir, min Felsefeya Rojhilatê naskir. Beriya dewra wî, mirov dikare bibêje ku metnên klasîk yên Hinduîzm û Budîzmê ne dihatin zanîn; ji ber vê yekê jî, Felsefeya Rojavayê beyî ku hay ji wan hebe, heta vê qonaxê hatiye. Berhemên klasîk yên Felsefeya Rojavayê, encax di Sedsala 19an de li zimanên rojavayî hatine wergerandin.

        Ji bo zimanê almanî mirov dikare bibêje ku pêşengê vê nûjeniyê, rojhilatnasekî bi navê Friedrich Majer e, ku Schopenhauer di 20 saliya xwe de wî nas kiriye. Schopenhauer wê demê kitêba xwe ya yekem dabû çapkirin û dest bi şahberhema xwe jî kiribû. Kesê ku Hinduîzm û Budîzmê bi Schopenhauer da naskirin, Majer bû. Dema ku Schopenhauer dîtiye ku hinek dazanînên wan yên sereke û encamên ku wî û Kantî bidest xistibûn gelekî dişibine hev, gelekî şaş bûye.

        Xebat û lêkolînên Kant û Schopenhauer, di nav loda kevneşopiya Felsefeya Rojavayê de dihatin dîtin, ku ev kevneşopî jî xwe digihîne yewnana kevnare. Bi felsefeya Sokrates, Platon û bi Felsefeya Rojavayê baş dizanibûn. Bi taybetî jî, xwe wekî perçeyekî wê rahişmendiya ku ji aliyê Locke û Hume ve hatibû destpêkandin dihesibandin.

Piştî Platon, mirov dikare bibêje ku kevneşopiya rojavayê di têgihiştina cîhana ezmûnî de, rola fizîka ku li ser hîmê matematîkê hatiye damezrandin, gelekî mezin hatiye dîtin û heta digotin ku nifteya têgihiştinê jî, fizîka matematîkî ye. Lê belê, bawer nedikirin ku hemû tişt jî ji cîhana ezmûnî têtin. Belam, li derveyê qada felsefeyê, baweriya xwe a ola xwe berdewam kirin û hewldan ku xebatên xwe yên felsefî, bi tenê bi riya peyîtandinên aqlî bidomînin.

Lêbelê, felsefeya rojhilatê a ku Schopenhauer wê kefş kiribû; ji vê yekê cihê bû. Xwe nespartibû zanistê, xwe spartibû dîn/olê, heta dikare were gotin ku ol serwerê vê felsefeyê bû jî. Ligel vê yekê jî, xwe gihandibû heman encaman.

Schopenhauer, di zûtirîn demê de dest bi xwendina metnên Budîzm û Hinduîzmê yên ku heta wê demê li almanî hatine wergerandin kir û hewl da ku xalên cuda yên felsefeya xwe û wan metnan, destnîşan bike. Ji ber vê yekê hat gotin ku Schopenhauer, tevahiya felsefeya xwe ji wan olan girtiye. Lê, bêguman ev yek ne rast bû.

          Schopenhauer, bi awayekî xweser felsefeya xwe ava kiribû û xwe gihandibû heman encaman. Çavkaniya wan gotinan jî, ev yek bû û bi wan xebatên xwe, wisa kir ku ewropiyan zêdetir bala xwe dane wan olan û Schopenhauer jî, bû yekemîn nivîskarê ewropî ku bala xwendevanan daye ser wan olan. Bi rastî jî mirov dikare bibêje heta dema me jî, feylesofê ku derheqê felsefeya rojhilatê de herî zêde xwediyê zanayî û têgihiştineke kûr e, Schopenhauer e.

Schopenhauer, di heman demê de bi awayekî bêtirs û eşkere gotiye ku ez ji Xwedê bawer nakim û xwedênenas im. Mirov dikare bibêje ku feylesofê ku cara yekemîn xwedênenasiya xwe eşkere kiriye, dîsa Schopenhauer e. Li gor felsefeyên xwe, tiştekê normal bû ku Locke û Hume xwedênenas bin. Lê di dema wan de gotina vê yekê, wekî sûceke mezin dihate dîtin. Lewma jî, tu carî negotine ku em xwedênenas in. Belam Schopenhauer digo, wekî şexsekî dîtina Xwedê; ji hêla têgînî ve, mejiyê min tevlîhev/şêlû dike. Lew re, ew bi tenê tesewireke zêhna mirovî ye û ev rewş, ji bo ramana rih jî wiha ye. Li gor ramana Schopenhauer, beyî çav dîtin û beyî mîdeyê jî, herisandin ne pêkan bû û wekî vê yekê; heke aqil tunebe, zanîn jî bêîmkan e. 

Hîçayiya (Tuneyiya) Dinyayê

Schopenhauer wiha bawer dikir ku di cîhana ezmûnî de, wate û armancek tune û di xala dawî de jî, hîçayiyek di xwe de ye. Ji ber ku cîhana ezmûnî bi temamî girêdayî kirdeyê (ozneyê) ye; encax li cem me, ji ber wiha tê fikirîn ku ew bi temamî ji me serbixwe ye, rê li hesteke wiha vedike ku ew bi temamî şaşitiyek e. Ji ber vê yekê jî, ji bo ku ew me danequrtîne divê em jê bawer nekin.

Bêguman, hemû dazanînên wî, bi awayekî ecêb dişibiyan hinek dazanînên Budîzmê. Ligel vê yekê jî, mirov dikare bibêje beyî ku haya Schopenhauer ji Budîzmê hebe û bi awayekî serbixwe, wî xwe gihandibû wan/heman encaman.

<Mirov, encax bi riya muzîkê dikare xwe ji hebûnatiya xwe, ji mekan û zemanê rizgar bike û wê zewqê bijî. Çimku, muzîk nedîtbar e û ne nûnerê, cîhana fenomena ye.>

Tirsa Hebûnê

Schopenhauer, ji jiyan û ji rewşa dinyayê, gelekî ditirsiya û ji dinyayê zêde heznedikir. Ev qada ku xwezaya heywanî serwerê wê bû, jêre gelekî hêwlnak/sawdar dihat. Piraniyên candaran, nêçira candarên din dikirin, wan dixwarin û wiha dijiyan. Herweha serê saniyeyê, bi hezaran heywan bi zindî dihatine perçekirin û xwarin. Biwêja ‘xwezaya ku lapûşk û diranbixwîn e’ bi temamî, rastiyeke xwîndar e.

Derheqê xwezaya mirovan de, ramanên Schopenhauer gelekî dişibiya vê yekê. Li her deverê, şîdet û bêedaletî hebû û her jiyana şexsî jî, ew trajediya bêmane bû ku dê bi mirinê dawî bibûya. Mirov, di temamiya jiyana xwe de koleyê arzû (xwestekên) xwe bûn; dema yek tê bidestxistin, yeke din dest pê dike û yan jî, yeke din dikeve dewsa wan. Ji ber vê yekê jî, mirov ti caran têr nedibûn/nabin. Çavkaniya êşê/janê, tam jî ev hebûnatiya me bû.

Çawa ku Spînoza wekî şahê panteîstan û John Locke jî wekî şahê lîberalan tê naskirin, Schopenhauer jî wekî şahê bedbîn (reşbînan) hate naskirin û bi rastî jî, derheqê hebûna mirovî de gelekî bedbîn bû.

Hêjayiya Hunerê

Belam, li gor bîr û baweriya Schopenhauer; ji bo demekê kurt be jî, mirov dikarin xwe ji wê zîndana tarî a dinyayê rizgar bikin. Rêya vê yekê heye, ku ew jî huner bi xwe ye.

Encax bi riya helbest, wêne, peyker, drama û muzîkê, em dikarin xwe ji wê îşkenceya ku îrade dibe sebebê wê, xwe rizgar bikin. Ji bo kurtedemekê be jî, bi riya hunerê em dikarin xwe ji cîhana ezmûnê rizgar bikin û bi tiştekê (cîhaneka) cihêreng ya heyînan re têkiliyê deynin.

Schopenhauer pêkhatina vê yekê, bi awayekî dûr û dirêj vedibêje. Yeko yeko, li hemû cure huneran vedikole û ji gelek feylesofên mezin zêdetir, li ser mijarên navborî disekine. Mirov dikare bibêje ku, bi tenê Schellingî jê zêdetir li ser wan mijarên navborî sekiniye û li wan vekolaye.

Schopenhauer, ji hemû huneran zêdetir girîngiyê dide muzîkê û muzîkê, ji hemû huneran êdî raser dibîne. Piştî Schopenhauer, gelek muzîkjenên naskirî yên wekî Wagner û Mahler nivîsên wî yên li ser muzîkê; wekî nivîsên herî kûr dîtine. Bandûra wî ya li ser hunermendên afiraner, mirov dikare bibêje ku ji hemû fîlozofan zêdetir bûye û taybetî jî, romannivîs gelekî di bin bandûra fikrên wî de mane.

Leo Tolstoy, Ivan Turgenyev, Guy de Maupassant, Emile Zola, Marcel Proust, Thomas Hardy, Joseph Conrad û Thomas Mann, di terzên xwe de ji Schopenhauer gelekî hezkirin. Li derveyî muzîkê jî, bandûra wî ya herî zêde li ser  jiyana Richard Wagnerî xwe da der. Herweha, li derveyî hunerê jî li ser fîlozofên wekî Nietzsche, Wittgenstein û Popper, bandûra wî gelekî mezin e.

Nietzsche bi navê Dersdar Schopenhauer, 1874 kitêbeke biçûk dinîvîsîne û Sigmund Freud jî, gotiye ku kesê ku cara yekemîn sazgêra dewisandinê a hiş, beriya min; jî ji layê Schopenhauer ve bi temamî hatiye nivîsandin. Heke mirov bi kurtasî bibêje; wê demê mirov bi hêsanî dikare bibêje ku bandûra felsefeya Schopenhauer ya li ser çanda heyama (serdema) xwe gelekî mezin e û ew bandûr, hêjî berdewam dike.

Ali GURDILΠ

[email protected]

03.03.2015

Berhemên Schopenhauer yên Sereke

1- On the Über die Vierfache Wurzel des Satzes vom zureichenden Grunde  (Çar Kokên Pêşniyara Têr Sebeb, 1813)

2- Die Welt als Wille und Vorstellung (Dinyaya Pêşnûma û Îradeyê (Hemdê), 1818)

3- Über den Willen in der Natur (Li Ser Vîn (Îradeya) Xwezayê, 1836)

4- Über die Freiheit des menschlichen Willens (Li Ser Serbestiya Hemd (Vîna) Mirovî, 1841)

5– Die beiden Grundprobleme der Ethik (Du Pirsgirêkên Serekê Yên Etîkê, 1841)

6- Parerga und Paralipomena, (Nivîsên Xiçviçandî (Nelihev), 1851)

jêder

1- Profesor Bryan Magee. Kurteçîroka Felsefeyê. Weş. Dost.

2- https://www.felsefevan.xyz/her-tist-yek-e.html

3- Metafizîka Eşqê. Schopenhauer. Wer: Veysel Atayman

4- Li cem Kant û Schopenhauer, li ser tiştê ku bi xwe ve ye. (Ding an Sich). Çetin Turkyilmaz.

5- Kant, Immanuel, (1995) Kritik der reinen Vernunft, H. von W.Weischedel Frankfurt am Main: Suhrkamp Verlag.

6- Kuçuradi, İoanna, (1968) Schopenhauer û Mirov.

7- Schopenhauer, Arthur, (1998) Die Welt als Wille und Vorstellung, München: Deutscher Taschenbuch Verlag.

8- Zanyariya Jiyanê. Schopenhauer. Weş. Alter

9- Zanist û Zanyarî. Schopenhauer. Weş. Say

10- Li Ser Xwezaya Mirovî. Schopenhauer. Weş. Oda.

* Ev gotar, di hejmara duyem ya Kovara Felsefevan de (2015) jî hatiye weşandin.

Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.