Ji Felsefeya Pythagoras û Şopgerên wî

Ji Felsefeya Pythagoras û Şopgerên wî
Objeyên ku di gerdûnê de hene, her dem xwe bi wesfên xwe nîşanê me didin û em, wan bi rûçikên/wesfên wan dinasin. Belam, ew wesfên (chacteristicên) ku di gerdûnê de hene, hemû ne xwediyê wesfên giştî ne. Her obje, cor, celeb û tişt, xwediyê wesfên cuda ne.
Herwekî: Pelek, xwediyê wesfa şîn e. Lê hemû obje, ne şîn in. Lê tiştek heye ku mirov dikare wî tiştî li hemû tiştan bisepîne/bicîh bike. Lewra ew xwe di naveroka wan de diparêze, ku ev tişt jî hejmar e. Gerdûnekê bêreng û bêtehm dibe, lê gerdûnekê bêhejmar nabe û mirov, vê yekê nikare qet pêşnûma jî bike. Warê ku lê piranî hebe, dê li wê derê hejmar jî hebin.
Ali Gurdilî
15.01.2015
Latest posts by Felsefevan (see all)
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021