Warning: Declaration of AVH_Walker_Category_Checklist::walk($elements, $max_depth) should be compatible with Walker::walk($elements, $max_depth, ...$args) in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/extended-categories-widget/4.2/class/avh-ec.widgets.php on line 136

Warning: session_start(): Cannot start session when headers already sent in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/simplecontact/simpleContact.php on line 208
Îmamê Xezalî – Felsefevan

Îmamê Xezalî

Îmamê Xezalî

Îmamê Xezalî (1058-1111) 

Îmamê Xezalî, berî her tiştî li hemberê helwesta yekkirina aqil û îmanê derketiye û di nav çerçoweya felsefeya îslamê de, di warê epîstemolojîyê (felsefeya zanayîyê) de xebatên xwe pêk anîye.

Pirsên (pirsgirêkên) ku wî dixwest bersivên wan bibîna, pirsên wekî:

‘Gelo em dikarin ji zanayiyeka misoger behs bikin?’,

‘Zanayîyên ku em bi rêya aqil û sehekan têdigihêjine wan, gelo ew zanayîyên misoger in?’,

‘Gelo felsefe dikare zanayiyên misoger bide me?’ ne.

Li gor bîr û bawerîya Xezalî; aqil, di babetên olî de dikeve nakokîyê û sehekên me jî, me dixapînin. Ji ber vê yekê jî zanayîyên ku xwe dispêrin aqil û sehekan, ne misoger in û divê neyêtin pejirandin. Ya ku esas e, îman e. Xezalî, îman û aqil, ji hevdu veqetandiye û ya îmanê hilbijartiye û felsefeyê xistiye xizmeta ol.

Xezalî/Gazalî ji ber ku ferasetê (sezgîyê) wek çavkanîya zanayîyê pejirandiye, wekî nûnerê entuîsyonîzmê yê rojhilatê hatiye qebûl kirin. Li hember helwesta fîlozofên ku dixwestin îman û aqil li hev bînin (wan bi hevdu re girê bidin) rabûye û hemû rexneyên xwe di pirtûka xwe ya bi navê Hevnegirtina Felsefeyê (Tehafût el Felasife) de îfade kiriye.

Di Babeta Zanayîyê De Rêbaza Îmam Xezalî

Li hemberê şika şikparêzan ku bawerîya xwe bi zanayîya rast nedianîn, hinek fîlozofan xwestine ku şikê wek rêbazekî bikar bînin û bi vî awayî (bi vê rêbazê) xwe bighînin zanayîya rast. Ji van hewl danan yek ya Xezalîyê/Gazalîyê fîlozofê îslamê ye û ya din jî ya Descartes e.

Ev herdu fîlozof herçiqas di demên cuda de jiya bin jî, dîsa heman rêbazê (şikê, wek rêbazekî) bikar anîne. Gazalî di destpêkê de ji bo ku bikaribe xwe bigihîne zanayîya rast û misoger, li hemû texlîdên zanayîyê vekola ye. Gazalî li hemû mezheb, agirperest, ateîst û li ramanên fîlozofan vekola ye û xwestiye ku spartek û bingeha angaşt û ramanên wan fêr bibe. Lê her dem derheqê rastiya wan de, di gumanê de bû.

Axirê bi xêra vê yekê beyî ku di bin bandora fikrekî de bimîne, ramanên xwe diparast. Herweha Gazalî wiha bawer dikir ku divê mirov bi çavê tu kesî li dinayayê mêze neke û wan texlîd neke. Ji ber vê yekê jî Gazalî texlîdkirina fikran, wek xirabiyeka mezin dihesiband.

Li gorî nêrîna Xezalî divabû du tişt pêk bihatana…

1- Destnîşankirina bingeha zanayîya misoger û rast.

2– Peyîtandina vê zanayîyê ku rasterast nesneya xwe vedibêje.

Ji bo hilberandina zanayîya rast û misoger, di destpêkê de prensîbên têgîhan û sehekên me û prensîbên fikirînê ên bivênevê, divê werin destnîşankirin. Lê di dawîyê de Xezalî dibêje ku sehek û têgîhanên me xapînok in û dikarin her dem me bixapînin. Ji ber ku ne ewle ne, dikarin eqlê mirov jî bixapînin.

Ji bo vê çendê jî, dibe ku dadgerekî dî yekî ku serwerê sehek û têgîhanên me be derkeve holê. Gazalî ji fikrekî wiha dest pê dike û behsa beradayîbûna vê dinyayê dike. Herweha dibêje ku ev dinya me ya ku em têde dijîn, xewn û xeyalek e û piştî mirinê, dibe ku em hemû wanekên li cîhanê ji rewşa wan ya niha cihêreng bibînin. Dibe ku ji bandêra dem û cîh ya niha, rasteqînîyeke din jî hebe. Û mirov bi alîkariya hişê xwe ya ku di asteka cihêreng de ye, dikare vê siûdê bidest bixe.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.