Warning: Declaration of AVH_Walker_Category_Checklist::walk($elements, $max_depth) should be compatible with Walker::walk($elements, $max_depth, ...$args) in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/extended-categories-widget/4.2/class/avh-ec.widgets.php on line 136

Warning: session_start(): Cannot start session when headers already sent in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/simplecontact/simpleContact.php on line 208
Îbnî Sîna – Felsefevan

Îbnî Sîna

Îbnî Sîna

Îbnî Sîna (980-1037) 

    Îbnî Sîna li rojavayê bi navê ‘Avicenna’ tê naskirin û li cîhana îslamê jî jêre dibêjin ‘Şeyhûl Felasife- ango, Şêxê an jî serokê Fîlozofan’ tê gotin. Îbnî Sîna jî wek Farabî li ser dozîneya Arîstoteles ya ‘madde û formê’ rawestiya ye. Îbnî Sîna jî wek Farabî wiha bawer dike ku hemû heyîn ji xwedê der çûne. Di destpêkê de bi tenê xwedê heye. Ji xwedayê ku heyînek rasteqîn û  bivênevê ye, giyanek saf der diçe. Ev giyan (rih), sedemê pêşîn e. Ji vê sedema pêşîn jî, hemû giyan û laşên ku di gerdûnênê de hene der çûne.

Îbnî Sîna ji vê yekê re dibêje ‘aqilê çalak.’

Mirov di asta pêşveçûna rih ya dawî de hilika heyînan dibîne û têdigihêje wan. Dîsa li gor bîr û bawerîya Îbnî Sîna, bextewarî xwepakijkirina rihê mirov û ber bi aqil ve qesidîna mirov e. Îbnî sîna hewl daye ku ya felsefe û olê li hev bîne. Gelekî girîngîyê daye ezmûnê û fîlozofekî rasyonalîst e. Navê wî yê rasteqîn: Ebu Ali el-Hüseyin ibni Abdullah ibn-i Sina el-Belhi ye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.