Warning: Declaration of AVH_Walker_Category_Checklist::walk($elements, $max_depth) should be compatible with Walker::walk($elements, $max_depth, ...$args) in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/extended-categories-widget/4.2/class/avh-ec.widgets.php on line 136

Warning: session_start(): Cannot start session when headers already sent in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/simplecontact/simpleContact.php on line 208
Huner û Destelat li gel Ibin Xeldûn – Felsefevan

Huner û Destelat li gel Ibin Xeldûn

Huner û Destelat li gel Ibin Xeldûn

Huner û Destelat li gel Ibin Xeldûn | Xweşnav Heso

Ibin Xeldûn (1332-1406 .z) dibîne ku huner û şûr li destê xwedanê dewletê de her wekî hevin, carnan şûr bi kar tine û carnan hunerê bi cih tine .

Ber ku bandora hunerê ne kêmtire ji bandora hêz û zoriyê , raste ku huner û hêz nakokin, lê, heger yek ji wan li kar be , cihê yê din ewê nebe , û yek ji wan bêyî  yê din nabe û serast nabe , herdû hevdû temam dikin   !

Heger huner li kar be , ewê hêz raweste , û gava hêz li dar be bê guman ewê huner li paş be .

Ibin Xeldûn bi vê wateyê me vedigerîne navnîşana hunar û destelatê bi têgeha berfereh , ango li pêştiriya destelatê bo birêvebirin û bidestxistina hunerê , û rawestana wê li kar û naveroka berhemên hunerî.

Lê kengî  rola hêzê ye , û kengî  rola hunerê ye ?

 Li gorî Ibin Xeldûn , rola hêzê di destpêkê û dawiyê de ye , da ku kok û damarên destelatê bi cih bîne û biçespîne , di nava van her du qonaxan de xwedanên hêzê baştirîn karmendin , û cihê wan yê herî bilinde .

Û rola hunerê di nava jiyana destelatê de pêk tê , di navbera destpêk û bervî dawiyê de xwe bi cih tîne , gava ku hêmenî û aramî belavbe , û dema ku êdî hêz nema gerekbe .

Li ser bingeha vê qonaxê , komar an jî destelat bervî dîmenekî din de diçe, û diyar dibe di vê qonaxê de peydabûna hunerê ya ku girdaya aştiyê û hêmeniyê ye, û derbaskirina pêdiviyên sereke bo hemîşeyê .

Di vê bîrdozeyê , Ibin Xeldûn diçespîne li ser yeksaneya jiyana destelatê , û bi vê şêweyê huner kir berdestê destelatê .

Û li gorî vê nerînê eger huner bi tûmî têkeve destê destelatê , gerekiya destelatê bi çek û hêza zorkirinê êdî namîne di demên vehesiyê de .

Ibin Xeldûn dibîne ku bi alîkarî û beşdariya nivîskaran kar û barên komarê serast dibe û saz dibe , û bi şîret û rexnên wan milet çak dibin û bajar şên dibe . nivîskar û huner kar hi boyî padîşah çav û dev û guhin , û mejiyê durist û rastin da ku saz bikin ew tiştên çewt û xwar.

Têkiliya huner û destelatê destpêkeke serekiye ji gerekiya destelatê bo huneriyê , bo ku her dem huner deverên destelatê dozan û rast bike, û di riya şîretên wê ji gel re bi pêdawistên mejî û peyvên giran û tegeh .. ji lewra huner kar ji destelatê re dibe çav û dev û guhdan li gorî nerîn û bîrdozeya Ibin Xeldûn.

Xweşnav Heso

06. 07. 2014

xweshnav.heo@hotmail.com

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Xweşnav Heso
Latest posts by Xweşnav Heso (see all)

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.