Hevşêwaziya Hişî

Hevşêwaziya Hişî

HEVŞÊWAZİYA HİŞÎ

  • Jiyanek bifikirin, ku hemû rastî û nerastî, başî û nebaşî ji aliyê televîzyon û çapemeniya civakî ve tê kifş kirin.
  • Jiyanek bifikirin, ku lixwekirin û çanda wê ji aliyê televîzyon û çapemeniya civakî ve tê kifş kirin.
  • Jiyanek bifikirin, ku bi piranî sînorê sincî û exlaqî, nirx û rûmetên wê ji aliyê televîzyon û çapemeniya civakî ve tê kifş kirin.
  • Jiyanek bifikirin, ku hemû pêdivî û lazmatî û hetanî xwarîn û vexwarin a wan jî ji aliyê televîzyon û çapemeniya civakî ve tê kifş kirin.
  • Jiyanek bifikirin, ku pîsîtî, qirêjî û kirêtî yê li ser rûyê vê cîhanê, bi alîkariya televîzyon û çapemeniya civakî wekî karê pîroz û birûmet tên xuya kirin.
  • (…)

     Pir dûr ve neçin. Lewra ev jiyan, jiyana ku îro em di navê de soberiya dikin bixwe ye.

     Di roja me da, awê ku ramanwerê fransî Jean Baûdrîllard jî gotiye; “Jiyan di nav televîzyonê da û televîzyon jî di nav jiyanê da winda bûye.” Tekevîzyon û çapemeniya civakî ji her alî va me dorpeçandiye û benh li me çikandiye. Dîsa Baûdrîllard dibêje ku bi alîkariya televîzyon û çapemeniya civaki, em jiyana xwe ya rast najîn û em din av cîhana sîmulasyonan (texlîdkirin) da dijîn. Di vê dinya ya nerast û derewîn da êdî rastî û nerastî ji hev û dinê nayê qetandin. Jiyana rast û a derewîn li hev ketiye û ti standart û bingehek ku rastî û nerastiyê ji hev biqetîne nemaye.

     Gelo sîmulasyon çi ye û Baûdrîllard çima vê têgînê bikaraniye?

     Sîmulasyon; texlîdê tiştekî rast an jî nimana wî tiştê ye. Gava ku em dinêrin, em dibînin ku Baûdrîllard, di pirtûka xwe ya bi navê Sîmûklark û Sîmulasyon (Simulacred er Simulation) da, bi bikaranîtina peyva sîmulasyonê dixwaze nîşanê me bide ku jiyana roja me ya post-modern, ne civakeka raste lê wekî ku rast be tê xuya kirin. “Rastiyekek rawejî” ye ku hêma, nîşane, îmaj û berbiçavî tê da hene. Mirovê post-modern pêlt û bêtevger û pasîfe û di guherînan da ti tevkarî û alîkariya wî/ê tuneye, û şûna ku ewê jiyana xwe bijî, ji derva da bi tik û tenê temaşe yê bûyerên ku diqewimin dike. Li der û dora wî çi diqewime, kî dimre kî dimîne, kî li kî          zilm û zordestiyê dike, kî jar û belengaz û ji birçîna dimire, welatê kî hatiye şewitandin û wêrankirin … Ev hemû tişt ne xem û derdê wî/ê ne û ji wan tişta yek hebekî jî hewşêwazî (konformîzm) ya van kesa xera nake.

     Ka werin em binêrin hevşêwazî çi ye?

     Hevşêwazî; pejirandina şert û mercên dorhêla civakê ê ku nayên kontrol kirinê ye. Serî danîn a li ber tehdê ye; pejirandina gerdîş û adet û rêz û rêzikên edebên ê di meriteyê da ne. Em dikarin bibêjin dîtane ya ku erê kirin û pejirandina fikr û dîtin ê belave bi xwe ye. Yanî demîn girtine.

     Çawa ku pirî kes di jiyana xwe da dixwazin di nav hevşêwaziyê da bijîn ku ev ji bo laş û tenduristiya wan girînge, pirî kes wek vî dixwazin ku di nav hevşêwaziya xwe ya hişî da jî bijîn. Ji ber vî jî ev kes bê vepirsîn, bê ku mêjiyê xwe bixabitînin, ev rewşa ku tê da ne, rewşa herî baş, bisûd û rast dibînin û îteat a vê rewşê dikin.

     Îca ka werin em binêrin çi girêdayî di nav cîhana sîmulasyona û di nav hevşêwaziya hişî da heye.

     Awê ku tê zanîn televîzyon û çapemeniya civakî, dîrokê ji nû va û li gorî dilê rêveber û desthilatdara ava dike. Gava ku em li dîrokê dinêrin (Û xasma jî di roja me da) em dibînin ku pirî rêveber û desthilatdar ê ku televîzyon û çapemeniya civakî di destê wan da bûye, girse û garana di çemê xwe da av dane, wan li ser pirê xwe da bihûrandine û wan di merg û satarê xwe da çêrandine, bê ku zirar bidin hevşêwaziya wan a hişî û kirine ku girse û garan di nav cîhana sîmulasyona da bijîn. Û hem wan kesê nehiştiye û hem jî girse û garan bi xwe nexwestine fêrî û leqayê rastiyê vê cîhanê bibin.

     Bi rastî jî ku hetanî mirov hevşêwaziya xwe ya hişî xera neke û ji cîhana sîmulasyona dernekeve, mirov fêrî rastiyê vê cîhanê nabe. Lê belê ji bo vî divê mirov wêrek û bitirûş be. Encax mirov hevşêwaziya xwe ya hişî xera bike û ji cîhana sîmulasyona xwe azad bike pêda mirov dikare pîsîtî, qirêjî, neheqî, zilm û zordestî û hemû nebaşiyê vê cîhanê bibîne û li hemberî wan serî hilbide. Lewra awê ku civaknasê faris Alî Şerîatî gotiye: “Taybetiya mirova a herî mezin û binirx; serî hildane. Herkes wekî serî hildan a xwe binirxe û di pîvana kêmbûna serî hildan a xwe da nêzî ajal û nebata dibe.”

     Ê de ka fermo werin em hevşêwaziya xwe ya hişî xera bikin. Lewra ku di hiş û dilê mirov da alozî û gelcoyî tune be, mirov nikare ti car karê pîroz û birûmet bike.  

Emre MÛHARGÎNÎ

10.04.2016

Emre Mûhargînî

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.