Warning: Declaration of AVH_Walker_Category_Checklist::walk($elements, $max_depth) should be compatible with Walker::walk($elements, $max_depth, ...$args) in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/extended-categories-widget/4.2/class/avh-ec.widgets.php on line 136

Warning: session_start(): Cannot start session when headers already sent in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/simplecontact/simpleContact.php on line 208
Gora Aristoteles Li Bakûrê Yewnanîstanê – Felsefevan

Gora Aristoteles Li Bakûrê Yewnanîstanê

Gora Aristoteles Li Bakûrê Yewnanîstanê

Dibe ku gora Aristoteles li bakûrê Yewnanîstanê hatibe vedîtin 

Şûnwarnasekî Yewnanî di wê bîr û baweriyê de ye ku wî gora Aristoteles vedîtiye. Şûnwarnas Kostas Sismanides di komcivînekî de ku li bajarê Tesalonîkî (Selanîk) pêk hatiye, vedîtina gora Aristoteles eşkere kir. Gora yek ji feylosofên herî girîng û navdar yê Serdema Berê li Stagirayê (Stageira) ye ku Aristoteles li wir Xwedê daye.

Encama lêkolînê ya ji aliyê şûnwarnas Kostas Sismanides ve pêk hatiye ji raya giştî re wiha hate ragihandin; “Delîl û jêderkên pirr girîng ku gora Aristoteles destnîşan dike, li ber destên şûnwarnasî ye.”

Li gorî Kostas Sismanidesî gora Aristoteles li bajarê Stagirayê ya ku li rojhilatê nîvgrava Chalkidiki û li hawirdora Olympiayê ye. Xaniyê vedîtî pirr dişibe nalhesinê ku gora Aristoteles jî di wê xaniyê de ye. Niştecihên bajarê Stagirayê meyîtê feylosofê mezin Aristoteles di sala 322an(B.Z.) de ji bajarê Chalkisê bi xwe re anîne bajarê Stagirayê û di wê xaniyê de hatiye veşartin. Sismanides lêkolîn û xebatên ku li bajarê Stagirayê pêk hatine û hê jî berdewam dibe, ji sala 1996an vir de birêve dibe.

Metîn Eser 

Çavkanî: Belga

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.