Mirov: Albert Camus

Mirov: Albert Camus

Mirov: Albert Camus 

‘Heta hûn nemrin kes ji sebeb, dilsozî û êşa we bawer nake. Heta hûn bijîn, rewşa we bi guman e. Ji bo ku hûn bikaribin ji wê gumanê xwe rizgar bikin, divê hûn tune bibin. Mirov wiha ne ezîzê min, durû ne û heta ji xwe hez nekin, nikarin hez bikin. Ka li cînarê xwe mêze bikin, hûn xweşbext in ku di avahiya we de mirinek rû bide. Mesela dema razayî ne, ji nişkave dergavanê apartomanê dimre. Di cih de hişyar dibin, wî alî vî alî dibezin, gunehê xwe pê tînin; miriyekî ter û teze, dem dema xwe nîşandanê ye êdî.

Pêdiviya wan bi trajediyan heye, mixabin ev jî kurmê wan ê biçûk e, aperatîfa wan e. Mîna hewayê pakij, pêdiviya hemû mirovan bi koleyan heye û bi birêvebirinê bêhna xwe vedidin. Yên herî bênesîb jî, bêhna xwe vedidin. Kesên di jêra derenceka civakî de ne jî, xwediyê jin û zarokeke ne. Heke azeb be jî, kûçikekê wan heye. Bi kurtasî a ku girîng e beyî mafê gotina mirovan, qehirîn e. Bi tenê mirovên ku Xwedê nahebînin û efendiyekî wan tune, barê roja wan gelekî giran û tirsnak e. Nexwe divê meriv ji xwe re efendîyekî hilbijêre, lewre koletî tunebe, çaresereyeke mitleq jî tune.

Divê meriv ji serbestiyê xwe rizger bike û li hemberî miroveke ji xwe bênamustir beyî ku poşman bibe, serî bitewîne. Dema em tev bibin sûcdar, dê demokrasî çêbibe. Mirin bi serê xwe pêk tê, koletî jî bi hevkarî. Di dawiyê de herkes ji xwe re cihekî digre, serê xwe ditewîne û bi a xwe qayîl dibe. Dilşadî û serkeftinên me, heta em wan bi comerdî parve bikin, têne efûkirin, lêbelê ji bo dilşadiyê, divê zêde jî em guh nedin mirovên din. Mesele ne ew e ku meriv xirab be, lêbelê meriv ronahiyê wenda dike. Erê ronahiyê, serê sibehan me wê masûmiyeta pîroz ya mirovê ku xwe efû dike, wenda kir.’

Werger: Ali Gurdilî
[email protected]

02.03.2017

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.