Warning: Declaration of AVH_Walker_Category_Checklist::walk($elements, $max_depth) should be compatible with Walker::walk($elements, $max_depth, ...$args) in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/extended-categories-widget/4.2/class/avh-ec.widgets.php on line 136

Warning: session_start(): Cannot start session when headers already sent in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/simplecontact/simpleContact.php on line 208
Felsefeya Herakleîtos de Wateya Agir, Logos û Bûyînê – Felsefevan

Felsefeya Herakleîtos de Wateya Agir, Logos û Bûyînê

Felsefeya Herakleîtos de Wateya Agir, Logos û Bûyînê

Felsefeya Herakleîtos De Wateya Agir, Logos û Bûyînê

Herakleîtos, fîlozofekî ji Enedolê ye û wek tê zanîn, ramana veguhêrînê yekemîn car ji aliyê wî ve hatiye bikar anîn. Ew fîlozofekî navdar û bi bandûr e ku, ramanên wî yên felsefî hêjî têne minaqeşekirin.  Şagirdên wî, felsefeya wî di sê beşan de bikar anîne û wiha, ji hevdu veqetandine. Lê di felsefeya  wî de, ev sê beş bi hevre girêdayî dixweyîn.

Li gorî şagirdên wî, sê beşên felsefeya Herakleîtos

1– Fêrbûna logosê.

2- Teoriya herk û bûyînê. “Hêmana gerdûnê ya bêdestpêk û bêdawî, bûyîn e.”

3- Teoriya agir.

Li gorî vê felsefeyê

1- Çend mirov digihêjin fêrî xwendin û zanebûnê, lê hemû mirov û civak nikarin bigihêjin logosê.

2- Pisporî ne zanîna tişta ye. Lê, zanîna logosê ye. Lewra, hêza her mirov û civakê nagihêje logosê û jê fêhm nake. Wek tê zanîn, Heraklîtos bi zimanekî dadayî û tevlîhev felsefeya xwe pêşkêş kiriye û zimanekî giran, bikar aniye.

Wateya logosê, li gorî ferhengê gotin e. Lê, di çar wateyan de jî tê bikar anîn.

1– Hêman ‘prensîb’

2- Aqil  ‘zereng’

3- Şirove

4– Zagon ‘qanûn’ e.

Dîtinên wî yên li ser logosê

1- Di gerdûnê de tiştê naguher, zagona veguhêrînê ye.

2– Her veguhêrîn di çerçoweyekê de ava dibe û bi vî awayî, di gerdûnê de tu tişt “obje , wanek ‘made” winda nabe.

3- Her celeb, tişt an cor; carekê din, bi lewnekê nû û bi rêyeka din tê holê û navê vê zagonê, logos e. Lewra, logos mîna gotinê bi gerdûnê ve girêdayî ye û têde, heyînek e.  

4- Çi celebên ku di gerdûnê de hene, ew bi alîkariya logosê bi hevûdu re girêdayî ne û bi hevre ne. Ango, diyalektîk in.

5- Zagona serwer ya gerdûnê logos e, ew di naveroka hemû objeyan de ye û beşdarê her tiştî ye.

6- Zagonên gerdûnê bi alîkariya logosê bihevgihan in û logos, wan xwedî dike. Ew zagon, pêre xurt û berfireh dibin.

7- Logos, di gerdûnê de hemû tiştî digihîne hevdu û zagonên guherînê disalixîne.

8- Berjewendiya aqilê îlahî, digihêje aqilê mirovan. Ango aqilê îlahî, ji aqilê mirovan re bi kêr tê û aqil û hiş, di gerdûnê de nîrxên herî giranbiha ne.

9- Giyana mirovan, ji wê logosa îlahî para xwe distîne ku ew logosa îlahî jî, agir e.

10- Agirê ku di naveroka giyana mirov de heye, digihêje aqilê îlahî û têkilî wî dibe.Ango, têkilî logosê dibe. Di felsefeya Herakleîtos de, wisa xwiya dike ku di destpêkê de logos aqilê îlahî ye. Lê piştra, dibe tiştekî daringî “madî” ku ew jî, agir e.

Li gorî dîtinên Herakleîtos: Divê mirov guhên xwe nedin hemû tiştî, divê ew guhên xwe bidine logosê û ji logosê fêhm bikin. Ew mirovên ku ji logosên fêhm bikin û li aliyê logosê bin, ew mi-rovên pispor û raser in. Mirov ancax bi aqilê gelemper, “yên mezin û gerdûnî” dikare derkeve qata raser û pisporiyê. 

Herweha, divê mirov we bigihîne wî aqilê tevgişt û zagonên veguhêrînê fêr bibe. Dê wê demê, mirov Jiyana xwe qenctir bidomînin. Herweha, divê mirov zagonên veguhêrînê bipejirînin û li hember ranebin. Lewra ev zagon, logos e.

Teoriya herk û bûyînê

Ramana veguhêrînê, berî hemû fîlozofan ji aliyê Herakleîtos ve hatiye pêşkêş kirin. Ji bilî Herakleîtos, hemû hemdemên wî bi çavekî neguheriyê li “cosmosê” mêze kirine. Lewra, li gorî wan “cosmos” tiştekî neguherînbar bû û “cosmosê”, mîna wek tiştekî sekinî disewirandin.

Ramanên wan yên li ser vê mijarê:

“Gelo, ew avahiya (strektura) ku ji aliyê “cosmosê” ve çêbûye, ew avahiyekê çawa ye?”

Li gorî nêrîna wan, ev avahiyekê sekinî ye. Belam, Herakleîtos vê angaştê ne pejijirandiye û li hember vê ramana neguherînbar rabû ye. Lewra, di felsefeya wî de “cosmos” bi xwe jî veguhêrînek e û avahiyên ku nayên guhertin tune nin û peyda jî nabin.

Di felsefeya Herakleîtos de “cosmos”

1- Hemû heyîn diguherin û “cosmos” bi xwe jî veguhêrînek e. 

2– Tiştê ku tu carê nayê guhertin, veguhêrîn bi xwe ye.

3- Heyîn, xwiyakirina naveroka bûyînên sekinî ye.

4- Bi tenê bûyîn heye.

5- Payîdarî û westarî, xwiyakirinên xapînok in û sehekên me, bi vê rêbazê me dixapînin.

6- Hemû tişt diguherin, dev ji formên kevin berdidin û dikevin formên nû.

7– Tu tişt mîna xwe, sekinî û naguher namîne.

8– “Cosmos” carina xwe di şeklekî naguher de nîşanê me dide. Lê “cosmos” hola şer e. Di bin vê xwiyakirinê de, şerekî serfirazî û sexerî xwe diveşêre û ev şer, heta bêdawiyê berdewam e.

9– Her obje, celeb, cor û wanek, dixurice û diguhere. Di vê mijarê de; Herakleîtos ramana xwe bi  fragmana çem nîşan dide.

“Mirovek dema ku bikeve çemekî, ew hem dikeve wî çemî û hem jî nakevê. Lewra, di wê demê de ew herdu jî diguherin û mîna berê namînin. Ne çem çemê berê û ne jî, ew mirov mirovê berê ye.”

Di  çem de veguhêrîn, bi du aliyan çêdibe.

1– Çem tê veguhêrîn.

2– Mirov vediguhêre.

Li ser mijara veguhêrînê çend xalên giranbiha û balkêş

1- Di bin xwiyakirina neguheriyê de, guherînek bêrawestan veşartî ye.

2- Tu tişt mîna xwe namîne. Lê dibe ku ew wisa xwiya bikin.

3– Sekinitî an bêlivî, herdem dikare veguhêrînê biveşêre û texlît jî bike. Lê rastî, xwe di naveroka wan de vedişêre û ew jî veguhêrînek e.

Herakleîtos pirsgirêka heyîn û bûyînê jî wiha şirove dike: “Tiştên ku di gerdûnê de hene, eslê wan bûyîn û veguhêrîn e.”

Di vê pêşniyarê de çend pirs dertêne holê. 

1– Heyîn, herdem veguherînek (Dagerînek) e. Ev veguherîn “tiştekê ku dibe tiştekê din” û guhêrîn, bi çi awayî têne holê? Ango, bi çi awayî çêdibin?

2- Tiştek bi eslê xwe çawa tê veguhêrîn?

3- Ew tişt, çawa dibe ku dikare bibe tiştekî din? 

Li gorî vê felsefeyê, bersiv xwe wiha didin xwiya kirin: Bûyîn, qet ne çêbûnek e û jî, bi tenê veguhêrînek e. Bûyîn, hem heyîn û hem jî tinebûnê di naveroka  xwe de vedişêre û bûyîn, pêvajoyeke demê ye.

Li ser veguhêrînê jî, çend pirs dertêne holê?

1- Piştî veguhêrînê, gelo tişt bi xwe ve dimînin yan na?

2- Piştî veguhêrînê; tişt bi xwe ve ne, yan ew seranser dibin tiştekî din?

3– Tiştekî ku bibe tiştekî nû, çawa dibe ku mirov dikare bibêje ew hê jî bi xwe ve ye? 

Di vê felsefeyê de, bersivên van pirsan jî wiha têne şirovekirin

1- Tiştekî ku wiha bi temamî dev ji eslê xwe berde û bibe tiştekî din, tune. Lewra, tişt di heman demê de hem heye û hem jî tune. Dema ku heyîn û tinebûn xwe digihênin hevdu, ew wê demê dibin bûyîn.

2- Hem heyîn û hem jî tinebûn, di eslê xwe de rast û reel in.

3- Çixa ku heyîn heye, tinebûn jî hewçend heye. Ev herdu jî, mîna hev reel in. Lewra, ew herdu wekî hev in û di bûyînê de dertên holê.

4- Bûyîn, wekheviya heyîn û tinebûnê ye û du lewnê “şeklê” wê hene.

a- Çêbûna wan.

b- Windabûna wan. 

Dîtinên Herakleîtos Yên Li Ser Bûyînê

1- Tu tişt “celeb, cor, wanek, made” ji nişka ve çênabe û naqulibe ser tunebûnê. Divê, ewilî ew bi pêş bikeve û berfireh bibe ku, ev yek pêvajoyek e.

Herwekî: “Pelekê darê, ewilî şîn e. Piştra zer û ziwa dibe. Ango, dimire.”

Veguhêrîna ku di vê fragmanê de heye, ne veguhêrîna pelê, lê veguhêrîna wesfên pelê ye. Ango, pel bi xwe venaguhêre, wesfên pelê vediguhêrîn.

2- Tiştê ku di gerdûnê de hene, qet winda nabin û tinebûn ji wan re tune.

3- Heyîn û tinebûn; herdem di heman demê de hene û heyîn, tinebûnê di naveroka xwe de vedişêre. Herwekî: Dema ku zilamek dimre û diçe dilovaniya xwe; sedemê mirina wî ne nexweşiya wî ye. Belam, sedemên mirina wî di naveroka jinana wî de, xwe veşartiye. Li gorî vê felsefeyê mirov dikare bibêje ku, jiyan mirin e jî.

4- Hemû tişt “celeb, cor, wanek” dijberê xwe, di naveroka xwe de dihewînin. 

5- Tiştê ku di gerdûnê de ne, diyalektîk in. Yekîtiya wan, yekîtiyeka bi xir û cir e û bi alîkariya vê diyalektîkê, jiyana xwe didomînin.

6- Dijberiya tiştan, lihevgihanekê (sentezekê) nû diafirîne.

7- Tiştê dijberê xwe di naveroka xwe de nehewîne, ew tişt dimire û ber bi tinebûnê ve diçe.

8- Mantîqa veguhêrînê diyalektîk e û realîte jî; ji aliyê vê lihevgihana nû ve ava dibe ku, ev yekîtî jî “cosmos” e.

9- Di vê felsefeyê de “cosmos” piştra dibe tiştekî madî û ku ew jî, agir e.

Teoriya wî ya agir

1– Gerdûn, ne ji aliyê Xwedêyan û ne jî, ji aliyê mirovan ve hatiye afirandin. Ew herdem hebû û agir bû. Wê heta bêdawiyê (bênatiyê) jî, wê hebe û wê agir be. Lewra, hilika her tiştî agir e.

2– Tovê her tiştî agir e û wê carekê din, biqulipe ser agir.

3– Madeyên din, şeklê (lewnê) agir yên taybetî û corê agir in û her tişt, bi agir tê guhertin. Herwekî: Di şûna mal de zêr û di şûna zêr de jî mal.

4- Agir, xwe bi madeyên heterojên diguherîne û wisa jîndar dimîne.

5- Agir, dikeve naveroka wanekan û heta bêdawî, tê veguhêrîn û dibe yekîtî.

6- Destpêk û diwaroja “pêşeroja”  her tiştî û made bi xwe jî, agir e.

7- Agir “cosmîk” e û dibe hewa. Hewa dibe av, av bi axê tê veguhêrîn. Herakleîtos, ji vê demê re dibêje riya berbijêr. Di riya berbijor de jî; ax dibe hewa û bi agir tê veguhêrîn. Û ev herdu rê jî, mîna hev in.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.