Warning: Declaration of AVH_Walker_Category_Checklist::walk($elements, $max_depth) should be compatible with Walker::walk($elements, $max_depth, ...$args) in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/extended-categories-widget/4.2/class/avh-ec.widgets.php on line 136

Warning: session_start(): Cannot start session when headers already sent in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/simplecontact/simpleContact.php on line 208
Erasmus: Ji Dînîtiyê re Pesn – Felsefevan

Erasmus: Ji Dînîtiyê re Pesn

Erasmus: Ji Dînîtiyê re Pesn

Erasmus: Ji Dînîtiyê re Pesn

Mahmut Ozçelik

Fikra li ser Erasmus û berhema wî ya hêja “Ji Dînîtiyê re Pesn/Deliliğe Övgü” bi xwendina jiyana Thomas Moreyî re li min der bû. Çimkî Thomas More bi alîkariya vî îlahiyatvanê mezin pirtûka xwe “Utopîa”yê dinivîse.

Erasmus jiyanê wekî dika şanoyê dibîne ku mirovê li dikê di listîkê de, geh di nava cilûbergên morî yên qralan de, geh di nava cilûbergên peritî yên mirovên ji rêzê de rola xwe dilîze. Bi vê jî dide zanîn ku jiyana mirovan bi nakokiyên ecêb ve tijî ye.

Dema mirov li jiyana Erasmus dinêre mirov van nakokiyan bi awayeke girgîn dibîne. Lewre ew ji destpêka jiyana xwe ve xwe di nava nakokiyan de dibîne û wiha dibêje: “Qet tu tiştek bi qasî zayîna min bedbext nîn e.” Ev gotin ji ber ku Erasmus wekî fêkiyekî “evîna qedexe” tê dunyayê ye. Êşa wî ya derûnî ye. Çimkî malbata evîndara bavê Erasmus, li hember zewaca van her du hezkiriyan dibe asteng, lê mixabin tîr ji kevanê ji zû de derketiye. Erasmus 1466an de li Holandayê, li bajarê Roterdamê tê dinê. Qasî çar salan bê bav mezin dibe. Rojek bavê wî ji nişkav de derdikeve holê û wî dide xwendin. Dixwaze bi evîndara xwe re jî bizewice, lê evîndara wê vê zewacê êdî naxwaze.

Taybetiya Erasmus ya hêrî şênber hezkirina wî ya ji edebiyatê ye. Ev jî rê li ber karektera wî vedike ku wekî mirovekî humanîst/mirovhez mezin bibe. Di zaroktiya xwe de hînî zimanê latînî dibe. Di sêzdeh saliya xwe de diya xwe ji nexweşîna webayê ji dest dide. Piştî vê tenêmayînê di keşîşxaneyan/manastiran de dimîne, xwendina olî dibîne. Dibe rehîbek di halê xwe de. Di 25 saliya xwe de riya wî bi Fransayê dikeve, li wir di kolejekê de dixwîne, zimanê yûnanî jî bi pêş dixe û di sîh saliya xwe de jî riya wî bi Îngilistanê dikeve, qedera wî û Thomas More di robarek de digihêjin hevdu. Erasmus êdî mirovek zana yê li hember peywîrdarên dêra katolîk serî hildaye ye. Mirovekî humanîst û reformxwaz e. Ji mirovên oldar yên xiristiyan daxwaza wî ew e ku dev ji maçîkirina sol û destmalên “ezîzan” berdin û ber bi Îsa pêxemberî ve vegerin.

Erasmus pirtûka xwe ya herî dengvedayî “Ji Dînîtiyê re Pesn”ê di sala 1509an de, li Îngilistanê di nava çend rojan de dinivîse û îthafî hevalê xwe yê hêja Thomas Moreyî dike. Bi saya vê pirtûkê Erasmus rexneyên herî giran li pergala dûgelî ya Ewropayê ya civakî, siyasî û olî digire. Peywîrdarên herî mezin ên li tebeqeyên jorîn kar dikin ji vê rexneyê para xwe digirin. Ji helbestvanan hetanî fîlozofan, ji qralan hetanî keşîş, metran û papayan. Hêrsa xwe arasteyî hemû mirovên ku naxwazin dev ji qisûrên xwe berdin, dike. “Ji Dînîtiyê re Pesn” wekî pirtûka herî baş û ewilîn ya dema ronesansê ye ku bi rexneyên têr û tijî ve dagirtiye. Erasmus dixwaze bi saya vê pirtûkê dengê xwe bigihîne dêra xiristiyaniyê da ku xwe ji nû ve saz bike û ji xeletiyên dûrî aqil dev berde. Erasmus dînîtiyê hem wekî dînîtiya pîroz, oldariya ezîzan a saf; hem jî wekî dînîtiya dunyewî dibîne û dixwaze her kes “dînîtiya pîroz” binase. Dema Erasmus di sala 1536an de li Baselê dimire ev berhema wî li gelek bajarên Ewropayê hatibû belavkirin û nasîn. Lê ligel ku pênc sed salî zêdetir dem di ser nivîsîna vê pirtûkê re derbas bûye jî sedema rojanebûna xwe diparêze ew e ku pirsgirêkên têkilî jiyana mirovan bi şêweyek rasteqîn radixe ber çavan e. 

“Ji Dînîtiyê re Pesn” bi vebêjiya “Dînîtî”yê ji destpêkê hetanî dawiyê bi şêweya retorîkê/rewanbêjiyê hatiye nivîsîn. Karaktera pirtûka Erasmus ”Dînîtî” xwedawendekê ye. Jin e û ji zewqên di jiyanê de pir hez dike. Erasmus gelek taybetiyên “dînê/şêtê” xwe yê jê hez dike, rêz dike: Bikêf e, lîstikan dilîze, stranan dibêje, dikene. Bi xwe re zewqê, henekan, kêfan û tîqetîqan jî dibe her cihê ku diçiyê. (r.108). Ne wekî wan filozofên ku rûsar û mirûztirşin. Ji bilî ”Dînîtî”yê çend karakterên alîkar jî di pirtûkê de derbas dibin: Pozbilindî/quretî, şelafî, jibîrkirin, keslanî, şehwetî, xewa giran û hwd.

 Di destpêkê de ”Dînîtî” xwe wiha dide nasîn: Ez ew heyîn bi xwe me ku qenciyê belav dike. ”Dînîtî” di zimanê yûnanî de wekî “Moria” derbas dibe ku ev paşnavê Thomas Moreyî dihundirîne. (r. 42).

Xwedawend Dînîtî, ên li hemberî xwe jî wekî “yên herî dîn” bi nav dike. Û jê pê ve Dînîtî” çi dibêje “yên herî dîn”/xwendevan wê dişopînin. Bi vebêjiya “Dînîtî”yê em dibînin ku Erasmus qisûrên mirov û civakê bi hûrtinaziyek serkeftî rexne dike û riya xîret, dilpakî û rastiyê nîşanî mirovan dide (r. 19).

Erasmus mirovekî deqerû ye û li hember durûyan wiha diqîre:

“Rûyê min awêneya rasteqîn ya ruhê min e. Bi min re sextekarî tune ye; rûyê min cihê, dilê min cihê napeyive.” (r. 42). Pê re jî hemû xwedayên yûnaniyan red dike û wan bi kevnbûnî û genîbûniyê tawanbar dike. Girîngiyê dide zewqê û dibêje ger ji jiyanê zewq were derxistin gelo li holê dê çi bimîne? Ji bo vê jî xwe dispêre dînîtiyê û ji aqil dûr disekine. Lê divê ev fikra wî ya îronîk rast were fêhmkirin. Ji ber ku em dizanin Erasmus bi saya wî aqilê xwe yê raser bû yek ji wan pêşengên herî navdar yê di sedsala 16an de li hemû welatên Ewropayê reform da destpêkirin. Lewre li gor wî aqil di laşê mirov de tenê di nava qoqê serî de cihek biçûçik digire lê beşên laş yên din hemû ji bo azweriyên mirov pêkbîne hatine afirandin. Dide zanîn ku li hember hiş “hêrs û şehwetê“ cihekî mezin dagîr kirine. Dîsa dide zanin ku hemû jiyana mirovan ji lîstikek dînîtiyê wêdetir ne tu tişt e. (r. 86). Ji ber vê jî dixwaze mirov du astengên ku li pêşiya fêrbûnên wî ye ji holê rake: “Şerm” û “tirs”. Divê mirov xwe ji şerm û tirsê bişo û pêşiya gelek serkeftinan ji xwe re veke. Bi saya rêberiya dînîtiyê dê xwe bigihîjine keleha bextewariyê. Mirov divê ji heyecanê/coş û xiroşê bêpar nemîne. Çimkî tişta herî şênber ya zanayan ji dînan cuda dike heyecan e. Mirovê dîn/şêt bi heyecanê, yê zana bi aqil tê birêvebirin. Heyecan rê li pêşiya hemû ajoyên xwezayî vedike. Di herka jiyanê de divê mirov her tiştê xwezayî ye bitehmije û wekî zinarek di şûna xwe de bêliv nemîne. Pê re jî divê mirov tu carî nebe biyaniyê her tiştê ku mirovane ye. Di vê hêlê de zanayan wiha rexne dike: “Zanayek vexwîne şîvê û bibîne; an ew ê bi bêdengiyek xemgînî, an jî bi pirsên xwe yên acizker ve dê her kesî ji canê xwe bêzar bike. (r. 83). Hin wesfên zanayan jî rêz dike ku di esasê xwe de qala xwe dike, çimkî bi xwe jî mirovek wisa bû ku dikarîbû hemû jiyana xwe ji bo bi destxistina zanayiyan feda bike: Hemû zarokatî û ciwaniya xwe bi fêrbûna şaxên zanistan re bihurandiye, salên temenê xwe yê herî xweş bi şev û roj bê xew, bi endîşeyan, di nava xwîn û xwêdanê de derbas kiriye, emrê xwe yê mayî jî bêyî ku ji şeraba zewqê qurtek vexwe di nava sêxberiyê de borandiye, feqîr, xemgîn, rûsar, li hember kesayetiya xwe bêedalet û zalim, li hember kesên din cirnexweş, nexweşok, nîv kor, ji kalbûniyê bêhalketî û hwd. (r. 112). 

Li gorî Erasmus her mirov hinek dîn e/şêt e. Bi gotinek din bi awayekê mirovê ku di jiyana xwe de herî kêm çend caran dîn nebûbe tune ye. Ji ber vê yekê ji mirovên ku xwe zana û cidî dihesibînin, dixwazin mudaxeleyî jiyanê bikin, nefret dike û hin mînakan dide ku di dema bûne desthilatderê dewletê tu xêra wan negihiştiye mirovan. Hetanî dibêje felaketên herî mezin di dema van mirovên bi felsefe û edebiyatê re mijûl in de hatiye serê mirovan. Demostenesê Atînayî, Cîceroyê Romayî û hwd mînak dide. Hetanî fîlozofan bi kêrî tiştek nehatinê jî tawanbar dike û wiha didomîne: Ew fîlozofên ku di dema tenê bi peyvan pevdiçin de ji tirsan dimirin-dimirin û dîsa vedijîn, gelo mecbûrî şerekî bi şûran bibûyana dê çawa tevbigeriyana? (r. 81). Ne tenê fîlozofan her wiha hemû peywîrdarên tebeqeyên jorîn yên wekî hiqûqnas, helbestvan, bazirgan, keşîş û papayî hîcw dike û jiyana wan ya genîbûyî tîne ziman. Keşîşan wekî lîstikvanê şanoyê bi nav dike ku dil û rûyê wan ne wekî hev dibêje. Bi vê jî namîne hetanî metran, kardînal û papayên xiristiyaniyê jî bi zimanekî tûj û wêrekiyeke bêhempa rexne dike ku ji riya rastîn ya xiristiyaniyê averê bûne û xwe şibandine qralan. Hetanî wisa dike ku cilûbergên kardînalan dişibîne yên lîstikvanê li dika şanoyê û wiha dibêje. “Pelerînên wisa fireh li xwe dikin ku dikare hêştirek qerase jî di hundirê xwe de bihewîne” (r. 208). Dîsa balê dikişîne ser jiyana wan ya bê xem û di nava rehetiyê de derbas dibe. Di rexneyê de gelek mafdar e. Gotinek hewariyan bi bîr tîne û wiha dibêje: ”Me her tişt terikand û em bi pey te ketin” lê ji mîrasa wî -ji bo pêxember Îsa dibêje- me ev fêhm kir: Bidestxistina erd û eraziyan, bajêr û bac û xeracan, seltenat û hwd. Papayan jî wekî dijminê herî mezin yên li hemberî dêrê dibîne. (r. 214).

Erasmus wisa difikere ku kesên li pey agahî û zanistan jiyana xwe serobin dikin dê tu carî bextewariyê bi dest nexin û bi saya “Dînîtî”ya xwe wiha diqîre: “ Binêrin, hûn nabînin, di nava cure cure afirîdeyan/mexlûqan de yên herî bextewar dijîn, ew kes in ku yên ji şaxên zanînan herî dûr in ku ji bilî mamostetiya xwezayê tu mamostetiyên din napejirînin. (r. 104).

Dibêje mirovên herî bextewar ên ku ji xwe re xwezayê wekî rêber dibînin in, û mirovan bi egera ku hewl didin ji sînorên hêza xwe derbikevin rexne dike: Ji bilî mirov her mexlûq qîma xwe pê tînin ku di nava tixûbê xwezayê de bijîn lê tenê mirov hewl dide ku ji tixûbê ku para wî ye, derbas bike. (r. 106).

Dînên ku Erasmus ji wan hez dike di civakê de wekî tiredînan, şêtan, saxikan û qeşmeran tê binavkirin lê ev dînanan nebe dê tu kes kêf û xweşiyê di jiyana xwe de nebîne. Hetanî îdîa dike ku qral jî ji zanayan zêdetir ji van dînan hez dike û dixwaze li dora xwe bicivîne. Çimkî tenê ev dînanan rastiyê dibêjin û dilsoz in: “Di dilê dînî de çi hebe, li rûyê wî jî, di peyva wî de jî ew dide der.” (r.110). Li vir em dibînin ku dînên Erasmus, saf in, zarok in, bêguneh û bêzirar in.

Bi hêviya ku kurdînûsek jî rojek dînîtiya di hundirê xwe de, dînîtiya di hişê xwe de wekî Erasmus li ser kaxezan bireşîne…

07.12.2016

Çavkanî: Deliliğe Övgü (Ji Dînîtiyê re Pesn), Erasmus, Weşanên Alfa, 2014 / Wergêra ji latînî bo tirkî: Çiğdem Dürüşken

Mahmut Ozçelik

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.