Dewrêşê Laleşî: Jibo em xwe bibînin, felsefe hewce ye.

Dewrêşê Laleşî: Jibo em xwe bibînin, felsefe hewce ye.

Kalo Şado (Dewrêşê Laleşî): Jibo em xwe bibînin, felsefe hewce ye.  

Meriv dema li dîroka jiyanê dinêre, meriv bi aqilê xwe, ji jiyana xwezayî û zindîyên derdora xwe, cuda dibe û tê guhertin. Bi destpêkirina derdora xwenaskirinê, merivan xwarin, vexwazin, lixwekirin (midas), xwe ji qirr û qeşê parastin, xwe ji tîna zêde paraztin, pel û pincar-fêkîyên tên xwarin / jibo kîjan êşê, kîjan pincar derman e, xanî avakirin, çêkirina alavê alîkarî û parastina jiyanê dike û gelek tiştên bi aqil hatine eşkerekirin, hene. Teva kû merivan jiyana xwe bi tevdîr û tifaq kirine, li milê din, şer, kuştin, talankirin, zalimî, bêbextî, buxtan, hesûdî, dizî û gelek tiştên jibo jiyanê bûne mîna tofan û fermana jî, bi destê merivan hatine kirin.

A li vêderê, em kanin bipirsin, ‘pêdiviya me, bê çima bi felsefeyê heye?’

– Jibo derew, buxtan (iftira), hesûdî, zalimî, bêbextî, şerr, talan û hwd. ji jiyanê were paqijkirin ‘pêdiviya me, çima bi felsefeyê heye?’

– Jibo derewên di dîroka merivande werin eşkerekirin, felsefe hewce ye.

– Jibo rastîyên li benda em xêlîyê ji ser serî rakin, felsefe hewce ye.

– Jibo têkilîya me; bêtir, xweştir û ser rasttir bi me re çêbibe, felsefe hewce ye.

– Jibo têkilîya me; bêtir bi xwezayê û xwezayîyan re  çêbibe, felsefe hewce ye.

– Jibo derketina rêwîtîya kifşkirina bajarê di hundurê serê xwe de, felsefe hewce ye..

– Jibo em xwe bibînin, felsefe hewce ye.

– Jibo  jiyan, hest, raman, evîn xweştir û geştir bibe, felsefe hewce ye.

Kalo Şado (Dewrêşê Laleşî) 

02.03.2016 

(Têbinî: Jibo ku we bi zmanê kurdî pirs ji me kirîye û rêya zanebûn-nezanbûna xwe bi zimanê xwe ji were binivîsînin, mala we ava be. Ji hestê birîndar, silavên lixwegerrî ji we re dişînim.)

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.