Warning: Declaration of AVH_Walker_Category_Checklist::walk($elements, $max_depth) should be compatible with Walker::walk($elements, $max_depth, ...$args) in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/extended-categories-widget/4.2/class/avh-ec.widgets.php on line 136

Warning: session_start(): Cannot start session when headers already sent in /home/felsefe/public_html/wp-content/plugins/simplecontact/simpleContact.php on line 208
Demokrîtos – Felsefevan

Demokrîtos

Demokrîtos

Demokrîtos (B.Z. 460-370) 

Demokrîtos, B. Z. di navbera salên 460 – 370- ê de jiya ye, pêşengê felsefeya Atomparêza ye û şopa Empedokles domandiye. Lewra, li gorî nêrîna Empedokles ew objeyên ku ji piçên madî çêdibûn, ew ezelî û ebedî bûn. Lê, di vegotina wî de ev yek ne zelal bû û baş jî ne hatibû hunandin.

Lewra, di  felsefeya Empedokles de di derheqê perçe û piçikên madî de û di derheqê eslê xwezaya wan de tu danasîn tune nin. Dîsa di teoriya wî de, hêzên tevgerî; viyan û buxz jî tiştên mirovî û mîtolojîk in. Niqteyekê din: Empedokles, bi tenê çêbûnê şirove dike û qet behsa çêbûna wesfên madeyan nake. Divabû ku bi awayekî madî, çêbûna wesfan jî bihatina şirovekirin. Lewra, fîlozofên din vê yekê wek kêmasiyekê dîtine û rexne kirine.

Atomparêz,  li ser vê niqteyê rawestiya ne û armanca wan ew bûye ku vê kêmasiyê ji holê rakin. Atomparêz, ji vê niqteyê dest pê dikin û di destpêkê de, li ser teoriya “perçên madî yên herî hûr” radiwestin. Li gorî nêrîna Atomparêzan: Ger made heta têra xwe perçe bibe, wê demê wê em ê rastê perçeyekê herî biçûk bêtin, ku ev perçe êdî napelijin û ji hevdu venaqetin.

Vaye; navê van perçên herî biçûk an hûr, datînin ATOM. Wesfên atomê:

1- Atom, şeklê madeyan yê herî dawî ye.

2- Atom, ji aliyê hejmaran ve bêsînor in û pir hûr in.Ji ber vê yekê jî; ji aliyê sehekan ve “bi çav, guh, dest, ling û çerm ve” nayên dîtin an bihîstin.

Li gorî nêrîna Empedokles, hemû tişt ji çar regezan çêdibû.Lê li gorî Atomparêzan, hemû tişt ji yek celebekî têtin holê.

3- Ji bilî çend îstîsneyan, tu rûçikên atoman tune nin. Ew jî, hişkbûn û bêbandorîtî ye.

4- Atom ji ber ku bêrûçik in, veqetandinên di navbera wan de jî; veqetandinên hejmarî ne.

5- Li gorî hevdu, hinek biçûk û hinek jî mezin in. Ji aliyê şekil ve jî, di navbera wan de ferq heye.

6- Atom, bêrûçik in û hemû obje ji cewaziya rêza wan û ji cîhgirtina wan tê.

7- Sedemên cewaziya wan, ji cewaziya rêzgirtin û cîhgirtina wan tê.

8- Atom, ne di bin bandûra tu tiştî de ne û hişk in.

9- Atom, di naveroka xwe de bisînor in û di navbera hevdu de cuda ne.Atomparêzan, di vê niqteyê de li bersiva tiştekî geriyane, ku ev pirs jî ev e:“Vêca, em ê atoman ji hevdu çawa binasin, gelo cewaziya ku di navbera wan de heye, ew cewaziyekê çawa ye?”

Li gorî felsefeya wan ,bersiva vê pirsê wiha dixweyî:  Feza ya vale ye.  

Ji bona ku, em bikaribin tiştekî ji tiştekî din binasin; pêwîst e sînorekê wan hebe. Ango, ew tişt divê ku bisînor bin. Madem ku hemû tişt û rûçikên wan, ji yekbûn û jihevçûna atoman çêdibin û ji bona vê yekbûn û jihevçûnê, tevger jî pêwîstbû, wê gavê diviya bû ku fezaya vale jî hebe. Nexwe, atom wê li kû bilivin? 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.