Dara Kurdo: Felsefe, ‘kaniya zanînê’ ya herî pêşî ye.

Dara Kurdo: Felsefe, ‘kaniya zanînê’ ya herî pêşî ye.

Dara Kurdo: Felsefe ‘kanîya zanînê’, ya herî pêşî ye.

Fîlozofê danîmarkî “Søren kierkegaard”/Sorên Kîêrkegard/ dibêje: ‘Meriv nikare xwe bi xwe bîne dunyayê, lê dikare xwe bike ew merivê ew dixwaze.’ Em kurd hatin dunyayê, me jî xwast em bibin helbestvan, cotyar, avokat, mamoste, hunermend, çîrokbêj, nivîskar, bijîşk…. û hwd. ‘Lê’, tenê heya bi îro em nebûn fîlosof, an me xwe nekir fîlozof, me tenê nexwast em bibin fîlosof. Jiyana ku stûnê xwe ne zanîn be, kîjan rojê be ew jîyan wê hilweşe, ew stûn jî felsefe ye, jiber ku felsefe ‘kanîya zanînê’, ya herî yekê ye.

Seqet e ew jiyana bê felsefe, ew jîyana bê zanyarî…

Pêdiviya felsefeya têkoşînê di helbesta Cigerxwîn de bi hewceyê me, ku em li ser wê rêyê bimînin, felsefeya çîroka Ehmedê Xanî ya civaka kurdî bi hewceyî me ye, pidiviya me bi felsefeê heye, ku bi rêya zanînê em kurd bibin yek.  

Dara Kurdo /03.03.2016 

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.