Çawaniya Xweşikiyê û Civakîbûna Hizra Hunerê (2)

Çawaniya Xweşikiyê û Civakîbûna Hizra Hunerê (2)

Çawaniya Xweşikiyê û Civakîbûna Hizra Hunerê (2)

Parastina Heyîniya Civakê di Xweşikiyê de

Bîra hevpar ji ser sê hêmanên bingehîn watedar dibe: 

1- Ol

2- Huner

3- Sinc

Parastina tevahiya heyînê, bi derbirrandina herikbar ya bi van saziyane. Di vê pêvajoyê de divê em ji nû ve li ser peyva Eliade bisekinin û erka pîroziyê – ku Eliade wê wek hêmanek hişî dida nasandin – di nav bîra hevpar de zelal bikin.

Ol : Ol, çîrokî kirina bûyer û kiryarên bikêr yên pêşiyan e. Di bin vî banî de dikarin rastî her cure çalakiyan bên. Metafîzîk, parçeyek ji diviyatiya ev cure hişmendiyê ye. Cureyek ronakbîriyê jî em dikarin bihesibînin. Amûrên bingehîn yên bîrdozî ji civakê re dabîn dike. Bi çîrokan, bi curbicur baweriyan ango yekser bi qedexeyan çarçoveyek ji civakê re saz dike.

  Tabû, totem û baweriyên hwd yên civakên seretayî/xwezayî hîn jî wek bermahiyan di nav gelên nûjen de cih digre. Mînak ne xwarina goştê berazan li gor Cihû û Mislimanan. Bi vî rengî gelek tiştan em dikarin nîşan bidin. Jixwe wateya peyva totemê di zimanê Ojibwayan de “xwih û brayên zilam e’’.[1]

   Di çarçoveya hin pêdiviyan de derketina totem û tabûyê tê rave kirin. Wek mînak zayendî, xwe gihandina xurekan û hwd. Li gor van rave kirinan, bandora diyardeyên totem û tabûyê ya li ser civakên xwezayî û komên berhevkar dibe bi awayek zelaltir bê ronî kirin. Lê em niha baş dizanin ku baweriyên olî – yên nûjen ango ne nûjen – di bingehê de totemî ne û ji wan perisîne.

   “Her pêdivî, pêdiviya zayendî jî di nav de, hatiye hilberîn, ne di xwezayek xwerû de ye, ked li ser hatiye dayîn, rastî veguherînê hatiye.’’[2]

  Bi vê veguherîna pêdiviyan ya hilberîner, hin kom bi pêngavên pêşveker bûne xwedî baweriyên têkeltir û di derdora vê baweriyê de çandeke nû ya civakîtir afirandine. Çawa ku Zerdeşt, dema ku ola xwe bangewaz dike, bi heman awayî hin baweriyên herêmî û Mîthrageriyê jî di nav ola xwe de ji nû ve diafirîne û pê re bi “çavkaniyên’’ xwe re têdikoşe, ji ber ku ew bawerî li gor ya wî paşverû disekinîn. Çawa ku Zerdeşt, baweriyên pêşiyên xwe ji vesaziyekê derbas kir, ew, bi heman awayî civakê jî gihand qonaxek nû.

  Ol, di bingehê de xwedî têgehên başî û nebaşiyê ye. Bi zimanek bedewnasî vehonandina Gerdûnsazî – ji ber ku Gerdûn pergaleke tenê dibe ku bê saz kirin – , Antropogonî û Eskatolojiyê, girîngiya vê babetê nîşan dide.[3]  Her civak û komek xwezayî, xwedî çîrokên xwe yên olî yên ku bi awyek bedewnasî hatine vehonandin e. Bûyerek xweş neyê gotin û vehonandina wê kêm û ne-temamker be, ew çax bi xwe danbawerkirina wê jî kêm dibe û çarçoveya ku tê xwestin saz nabe ango bi awayek pirr nazik saz dibe ku di demek pirr kin de wê birûxe û wê bêkêr be.

    Huner, di vê qonaxê de ji bo çarçoveya olî, di cihek navendî de ye. Navendî bûna wê ya di mijarê de ji hêza wê ya derbirîner tê, niha emê di bin binenivîsara huner ê de wê jî ji aliyê heyînî ve veçirrînin.

Huner: Amûra derbirînê ya herî bikêr ya bîra hevpar e. Bi honandina helbestek, wênandina wêneyek ango strandina newayek, her bûyer mayînde dibe. Civak bi hunerê re ji xwe re bîrek diafirîne.

    Bi zêdebûna xurek re girêdayî “dema vala’’, tiştên nû diafirand. Wek mînak çîrok û stranên tekûztir pêgirêdayî “xweşikiyek’’ ku di çarçoveya nirxên tîreya wan de bimîne dihat afirandin. Bi pêngava ji bavikiyê (klan) ber bi tîre (kabîle) bûnê ve dihat avêtin ve çandek nû dihat afirandin û civak êdî li ser zemînek zexmtir rûdinişt. Çawa ku bavikên ku pêşiyên tîreyan bûn xwedî pîvanek xweşikiyê bûn, tîre jî xwedî pîvaneke xweşikiyê bûn. Pê re xwedî sincekê jî bûn mîna pêşiyên xwe. Baweriyek wan jî hebû ku ev nirxên ku bi keda sedsalan  derketibû holê pîrozwer bikirana û di nava hin dawerên razber de wan biparastina. Ev tişt bû ku rasterast ol, sinc û huner bi hev bihatina girêdan. Çawa ku efsûnbazî û hunermendiya pêşî ji nirxê zêde yê nêçîrvanan ku dema vala ji bona çalakiyên wekî din vedikir tê, zanist jî wisa ji wan dihat ku şûn ve wê têketina şûna efsûnbaziyê.

   Huner, cara pêşîn bi efsûnbaziyê re di nava têkiliyek sûdwerî de pêşket. Çawa ku nêçîrvanî çalakiyeke hevpa bû ku ku komên pêşîn bi hev re dikirin, huner jî bi vî awayî pêşdiket. Çîrok û helbestên li dora agir bi newayan dihatin strandin li ser bihîzeran çi bandorî dikir em nizanin lê îro ji wêneyên ku li şûna xwe hiştine em ji nêçîrvaniya wan û baweriyên wan yên dîmane – ku em pêşnûma dikin – di derbarê efsûn û mirinê haydarin. Çawa ku agir civakî bûnê û pê re jî huner, zanist, efsûn û hwd derxist holê û aliyek metafîzîk afirand ku herî berbiçav di pêkanîna çalakiya hunerê de derdiket holê, huner jî ji mirovahiyê re ne kêmî wê giyanek diafirand.

    Di hunerê de ligel şiyana hizirînê tiştek din, giyanek geş dibû – ji ber ku giyan jî mîna jiyanê ji agir e. Di serî de me diyar kiribû ku metafîzîk bûna mirovan,biyanî bûnek ligel xwezayê afirandibû, lê huner bi awayek nakok, daxwaza herî xurt ya vegera li xwezayê dinimîne. Bi vê helwestê re huner(mend) armanca xwe weke buhurîna ji qeyrana heyînî diyar dike û hemû çalakiyên wê ji kûr kirina qeyranê re dixebite, ji ber ku huner mirovan bêtir ji heyîniya wan haydar dike û mirov her diçe bêtir ji hev jî biyanî dibin.

  Şiyana hunerî, qeyrana heyînî radixe ber çavan. Bi efsûnê re – di vê demê de huner, dûvika efsûnê ye – cara pêşîn danê xwezayê şik tê kirin û ji bo ku bêtir bide xwesteka têkilî pê danînê çêdibe – şûn ve şûna xwestinê, stendina bi êşkence yê digre ku di bingeha rêzeya zanista nûjen de ev hişmendî heye û ev hizir pir tişt deyndarê F. Bacon, Descartes û hwd e.

    Ligel hunerê, giyanê jiyanê geş dibû û civak pê re civakîtir dibû. Tu pêşdestiyek ku wan ji endamên din yê tîre/bavik ê cihê bike tune bû û ew jî mîna endamên din karên xwe yê rojane dikirin. Huner, kareke cidî bû û di nava pîvanekê de pêkdihat.

Sinc: Amûra xwe-venêrîna herî bikêr ya civakê ye. Sinc, bixweber dernayê holê. Sinc, lihevkirineke civakî ye. Berpêyî “başiyek’’ ê ye û ev başî, pêzeyî ango mirûzî (moral, manewî), sûda herî bilind dike armanca xwe. Lê ya balkêştir divê ev başî di xwe de, di nava komê de erkên piştevanî, nirxa civakî û xwe-venêrînê jî – bi awayek din ev xwe bîrbirin e – bihewîne. Sinc, bi vî awayî xwe her carê nû dike û amûrên nû yên berdewam kirina civakê jî dabîn dike.

   Di rehê xwe de em nikarin sincê ji hoyên aborî û têkiliyên zayendî yên navmalbatî û navbavikî cihê bikin – ku diyare bandora dîtina agir bi awayek rasterast li ser van mijaran heye. Sinc jî weke saziyên din yên mirovan ji diviyatiyek hişî derbûye. Bi vî awayê xwe sinc, biyanî bûnek rêzeyî (paradîgmatîk) ya li xwezayê bû. Lê cardin jî têkiliyek xurt di navbera xweza û mirovan de hebû. Ev tişt bivênevê sedema biyanîbûna mirovan ya ji xwezayê zelal nake û ev mijarê xumamî dihêle – emê niha li ser vê mijarê berfireh ranewestin lê ji bona çareser kirina wê xebat divê.

Di nav sînorên sincî de xweseriyek diviyabû ku pîvanek zelal bedew diyar bibe. Mîna hizira serdema nûjen de heye, di civaka xwezayî de cihê kirinek kûr ya kirde/bireser tune bû. Raste, di nav wan dejî têgihanek bi awayê ez/ew, em/ew hebû di derbarê yên derveyî xwe de. Lê cardin jî dipêjinîn ku girêdanek di navbera wan û “ê din’’ de heye.

    Mirov bûyîn, bi vî rengî, bi saya sincê afirandina rewşa awarte di nava sazûmana xwezayî de ye. Aloziya xwe nas kirina cureyek ku ji xwezayê biyanî bûye, dixwaze ku ji xwe re cihek diyar bike! Wekî din, tu armanca mirov bûyînê tune ye, tenê sawîna armancek ku me diyar kiriye heye. Mirov bûyîn, encameke neqandina xwezayî ye, cihê bûyîneke pirr pêşde ye, lê cardin jî ev ji bo ku em armancek ji xwezayê re diyar bikin têr nake. Tenê nuwaze bûna xebitîna xwezayî nîşan dide ku her carê bi vebûn û şaxdayînên nû, jiyanê li hemberî  xeteriyên wekî din diparêze û sazgêriyek parastinê ji xwe re diafirîne. Lê armancên mirovan heye, ya koman heye û ya civakan jî heye. Ji ber ku armanc, vebijêrkên bîrbirî ne. Ji ber vê ye ku sinc di nava komên mirovan de pir têkelin – bi lêkolînên dawî hat peyitîn ku sinc di nav komên Bonobo û Şempanzeyan de jî bi awayek balkêş pêşketiye – û wan di nava rê û resmekê de pêktînin. Çawa ku sinc ji awayên haydar bûna li heyîniya xwe ye, huner jî bi vî rengî, nirx û destkeftiyên civakî bi şêwazek ciwankarî derdibirîne. Bi vî awayî sinc hunerî dibe û huner jî dirûvek sincî digre. Ger ne huner bûna, wê hemû daneheva sincî mîna xwarinek tahmsarkî bûna û hemû pendên wê, wê berhewa bibûna.

    Her çiqas ku me got huner, ol û sinc sê saziyên bingehînin jî, di nav hev de huqas dihelin ku mîna daristanekê bi rayekan bi hev grêdayî dimînin û wan ji hev cihê kirin pir zor dibe. Berz bûna bedewkarî ya berhemên olî û sincî dibe ku bi vê girêdana dîrokî bê rave kirin.

Lezgîn Oncu

05.11.2016

[1] Reed, Evelyn, Kadının Evrimi 1, rû. 59, weş. Payel

[2] Cemal, Mustafa, Eşitlikçi Toplumlar, rû. 90, weş. Belge

[3] Balkêşe ku di heman rêzê de, bi vehonandinên cuda yên wêjeyî, heman mijarên sereke hene. Di her çandî kêm zêde nêzî hev heman mijar tên nivîsandin – ango tê strên –, wek mînak Tofan, nemirî û hwd. Ev nîşan dide ku xemxuriya mirovahiyê li gelek erdnîgariyan heman tişt e.

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.