Çar Bakir (Anasır-ı Erbaa)

Çar Bakir (Anasır-ı Erbaa)

ÇAR BAKIR (ANASIR-I ERBAA)

     Anasır-ı Erbaa binavkirina Feqiyê Teyran  “Çar Bakir”, ji aliyê feylesofê Yewnanan va û xasma jî ji aliyê Empedokles va dîtina çar hevududanî û daringê (made) bingehîn ê gerdûnê : ba û av û ax û agir e.

     Di felsefeyê da hêmana bingehîn wek “Arkhe” tê bi nav kirin. Li gorî Thales arkhe ya ewilî av e, li gor Anaximenes ba(hewa) ye û li gorî Herakleîtos jî agir e. Lê Empedokles madeya axê jî li van hersê ya zêde dike û dibêje; “divê em van herçar made ya bi hevra wekî hêmanên bingehîn bipejirînin.” Yanî ku em wênesazekî bifikirin ku çar hev reng di destê wî/ê da ne û dixwaze wêneyekî xweşik çêbike. Gelo ewê bi tenê yek rengekî bikarbîne yan ewê herçar renga jî bikarbîne?

     Li gor angaşta Empedokles van herçar hêmana nayên guhertin û bûyîn, çêbûyîn û gûherînên di gerdûnê da ne. Her yek ji van hêmanên bingehîn xwediyê du çawanî, taybetiyê ne. Ax; sar û ziwa, Ba(hewa); germ û şil, Agir;germ û ziwa û Av jî sar û şil e.

     Li gor feylesofê Yewnana hêmanên ku xwediyê heman taybetî û çawaniya ne, dibe ku dagerin hev û dinê. Wekî mînak em dikarin bibêjin av jî sare û ax jî. Ji ber vê taybetiya wan a heman dibe ku av bibe ax û ax jî bibe av.

     Gava ku em li vê dîtaneyê dinêrin em dibînin ku ev dîtane bi tenê di nav feylesofê Yewnan da nehatiye pejirandin. Di hinek bawerî û felsefeyên din da jî em leqayê vê dîtaneyê tên. Awê ku tê zanîn hinek alim û feylesofê Misilman jî vê dîtaneyê ji Yewnana wergirtiye û li gorî bawerî û dîtinê xwe bikaranîtine. Lê li vêder ez dixwazim li ser du helbestvan, feylesof, alim û zanayê Kurd bisekinim. Belê awê ku hate hişê we ev kes Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran bixwe ne. Ez dixxwazim di derheqê vê dîtaneyê da çend mînak ji helbestên van nemira bidim.

     Gava ku em li helbesta Feqiyê Teyran a bi navê “Ey Av û Av” dinêrin em leqayê van herdû çarîneyan tên:

       “Sibhan ji ma’bûdê li ser

        Kî dê j’Allah ra kit xeber

        Em j’çar bakir anîne der

        Kiç bûn di kenza qudretê”

       “Zahir kirin ji çar ‘bakir’ e

        Ba w av û ax û agir e

        Heywan hemû jê çêkire

        Dar û nebata kiswetê”

     Ehmedê Xanî jî di helbesta xwe ya bi navê “Neqqaşê Ezel” da wiha gotiye:

       “Dîbace ku înşa kir, fîhrîstê ku îmla kir

        Cildekî ji’enasir best, nefxek di sufalîn da”

     Di helbesta xwe ya dinê ku navê wê “Ey Wahidê Penhan” e da jî wiha gotiye:

        “Lewh û Qelem û Kursî û ‘Erş, encum û eflak

         Hem agir û ax, av û hewa, cumleê eşya”

     Ez şerha vana ji we ra dihêlim. Ez dixwazim li ser girîngiya agir bisekinim. Belê ev herçar hêman jî pir kî pir girîngin lê ez dixwazim di derheqê agir da çend xalan nîşan bikim.

     Agir ji bo hinek qewm û neteweya pir girîng û pîroz bûye û di roja me da jî girîngiya xwe diparêze.

     Li gorî Herakleîtos di gerdûnê da liv, lept û guherîn heye. Tê gotin ku wî vê dîtina xwe ji guherîna agir îlham girtiye. Jixwe gava ku em li mîtolojiya Yewnana dinêrin agir pir kî pir cîhekî girîng girtiye. Agir wekî, “zanîn, zanist, afirandin û şaristanî” yê hatiye sembolîze kirin.  (Îro  gava ku em li nîşana amblem a Wezîriya Perwerdehiya Neteweyî a Tirkiye yê dinêrin, em pirtûkek a vekirî û di nav da jî xetîre ‘meşale’ ya agir dibînin.)

     Gava ku em li serpêhatiya Prometeus jî dinêrin em dibînin ku wî serî li ber pergala xwedayî rakiriye û di dawiyê da jî bi hêstirên xwe heriyê eciqandiye û pê mirovê yekemîn afirandiye. Paşê ji ber tengezarî û bêçaretiya mirova ji tifika Hephaistos (xwedayê agir) a ku agirê wê gur bû, çirûskekî dizî û diyariyê mirova kir. Lewra tê gotin ku agir tê wate ya “zanîn, zanist, şaristanî û medeniyetê.”

      Di hinek ola da jî agir pîroze. Di cihûtî, Îsewîtî û Hîndûîzmê da jî agir girîng û pîroze.

     Di ola Zerdeştiyê da jî gava ku em dinêrin agir pîroz bûye û ji aliyê Ahûra Mazda va li ser rûyê dinyayê hatiye vêxistin. Li gor vê baweriyê agir xwe gihandina bana wî bû. Ji ber vî di nav şopînerê ola Zerdeştiyê da agir xwediyê hêz û bandoreka xurt bû û wana tevekî rêzeka mezin nîşanî agir didan.

     Di destana Kawayê Hesinker da jî û di roja me da di Newrozê da jî agir pîroze û vêxistina agir da gellek wate hene. Di serî da wateya azadî û serxwebûnê tê ber çavan. Lê divê mirov wateya agir bi tenê di van peyva da heps neke. Belê ji bo pirî kesa wate ya agirê Newrozê azadî û serxwebûne. Lê divê neyê ji bîrkirin ev agir destpêka hişmendî, pêjnkerî, bihizyarî û hesteweriyê ye jî.

     Belê ji ber tîna vî agirê di dilê me da çirûska azadî û serxwebûnê vêket lê divê baş bê zanîn ku di heman demê da jî bi tîna vî agirê, çirûskên fikr, hizr, raman û ramînê jî di mêjiyê me da vêket.

Emre MÛHARGÎNÎ

01.05.2016

Emre Mûhargînî

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.