Berhemên Wêjeyî û Felsefe

Berhemên Wêjeyî û Felsefe
Berhemên wêjeyî yên baş, ji bo felsefeye derfet (îmkanên) baş diafirînin. Zarokên ku berhemên edebî dixwînin, xweş têdigihêjine tehma xwendin û fikirînê. Aso û hizra wan, berfireh dibe û dest bi pirsen xwe yên xwezayî dikin. Guman tê de nîne ku destpêka (daketina) pirsîna pirsan, wan ber bi aliyê felsefeye ve dahf dide. Lew re, xwendin pêdiviyek sereke û jêneger e. Lewma jî, zarokên ku ji berhemên edebî baş ditehmijin; pirraniya wan bere xwe didin wêje, huner, zanist, û felsefeyê. Di encamê de wê behredariya ku bi rêya xwendine zeft dikin, ew di seranserê jiyana wan de rênîşandêriya wan dike û ew bi xwe jî dibin kesayetiyên afirandêr.
Ali Gurdilî
[email protected]
09.04.2016
Latest posts by Felsefevan (see all)
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021
- Kitêba PDF: Fragmentên Felsefeyî - 25/01/2021