Alfred Adler

Alfred Adler

Alfred Adler

    Adler, di 7ê sibata 1870an de li Vîyenayê  ji dayîk bûye. Çar xwişk û birayekî adler hebûne, û diya adler jineke bermalî, jîr û serwext bûye û bavê Adler jî bazirgan bûye. Adler di zaroktiya xwe de zorekekê nexweş, jar û belengaz bûye; lêbelê berevajiyê rewşa Adler kekê wî jîr û jêhatî bûye. Di bîranînên Adlerî de bi pirranî, jîr û jêhatiya kekê wî û jar û belengaziya wî heye. Adler di zaroktiya xwe de her tim dixwaze ku di her aliyan de bikeve pêşiya keke xwe û xwe bi pêş bixe, ango her tim hevrîkê kekê xwe ye.

Adler di 4-5 saliya xwe de, bi nexweşiya zatûreyê dikeve û sibehekê radibe li gel xwe mirina birayê xwe ê piçûk dibîne û biryar dide dê bibe bijîşk. Dema ku vê biryara Adlerî jê dipirsin, adler wiha bersiva wan dide : ‘ji bo ku ez bi mirinê re şer bikim, min lewma ev bîryar da.’ Diya Adlerî ji bo ku Adler nexweş û belengaz e, zehf jê hez kiriye, heta ku birayekî din ê Adlerî jêre bûye.

Zaroktiya Adler di nav nexweşî, çavnebariya keke wî, û di tenêtiyê de derbas dibe. Ji bo vê ye ku Adler, xwe kêm hîs dike û li dibistanê di dersên xwe de ne serkeftî ye, hevalên wî jê heznakin û mamosteyê wî jî, ji bavê wî re dibêje ku kurê xwe ji dibistanê hilde û wuha pêşniyar dike ku bila Adlerî here ligel pêlavfiroşekî bişuxule.  Lê bavê Adlerî ji lawê xwe bawer e guh nade mamosteyê wî û xwendina Adler didomîne. Adler li ser vê bûyerê êdî bêtir dersên xwe dixebite û demeke kurt de gelekî bi pêş dikeve û di salên lîseyê de li ser aborî , polîtîka civaknasiyê radiweste û di dawiya lîseyê de, bawernameya tipe qezenc dike.

alfred-adler

Adler ewilî li ser nexweşiyên çav radiweste, piştre jî biryara psîkyatriyê dide. Naskirina Adler û Freud jî, bi vî awayî dibe. Freud, her rojên çarşemê bijîşkan dawetê mala xwe dike û rojekê di nav wan bijîşkan de, gazî Adler jî dike û ev civînên rojên çarşemê, demeke şûnde dibe Komeleya Psîkanalîzê ya Viyena’yê. Adler tu caran Freudî ji xwe re mîna pêşengekî nabîne yan jî mîna mamosteyekî jî qebûl nake.

Ew û Freud herçuqasî bi hev re bixebitin jî tucar ji hev heznakin û rika Freudî, zehf ji Adlerî tê. Berê, di navbera fikir û ramanên wan de, zêde cudatî tune bûn, lê her ku dem derbas bû cudatiya fikir û ramanan jî xwe da xuyakirin. Û ev cudatî êdî hatiye wê radeyê ku bi hev re nikarin bişuxulin. Adler lê dinêre ku nabe, bi Freud re nikare bixebite û ligel neh hevalên xwe, Komeleya Psîkanalîzê ya Azad saz dikin û piştre jî, navê wê diguhurînin û dikin Psîkolojiya Şexsî.

Adler jî wekî Freud, di bin bandora Şerê Cîhanê ê Yekemin de dimîne û gelekî tengasî û belengaziyê dikşîne û ji ber vê yekê jî bîrdoziya xwe jî gelekî diguherîne. Peywendiya cîvakî û dilovaniyê, li gorî Adlerî ji bo mirovan motivasyona herî mezin e. Çavkaniya van nêrînên Adlerî, serpêhatiyên wî yên leşkeriyê ne. Adler, di sala 1920an de koçî Amerîkayê dike û berevajiya Freudî, ji gelê Amerîkayê zehf hezdike; li gelek kom û cîvatan de, civînan pêk tîne û bi vî hawî, fikren xwe dîyar dike. Di wan salan de li Amerîkayê, nivîskarê ku herî zêde hatiye xwendin, Adler e.

Adler di 28ê Gulana sala 1937an de, ji bo civîneke diçe Îskoçyayê, li wir nexweş dikeve û dimre. Li dû xwe gellek pirtûk û gotar hiştine û girîngiya teoriya (dozîneya) wî hêj jî berdewam dike û aktuel e.

Psîkolojiya Takekesî

Xwezaya mirov : Adlerî ji bo kesayetiyê peyva takekesî bikartîne, lêbelê ev peyv bi gelemperî xelet hatiye fehmkirin. Mebesta adler bi vê peyvê yekîtiya kesayetiyê ye û Adlerî di bîrdoziya xwe de zêdetir peyva takekesî bikartîne, lêbelê ev jî nayê wê wateyê ku Adler, takekesan û civakê ji hev cuda dike. Ferd, bi civakê re têkiliyê datîne û dibe ferd. Sîstemên psîkolojiyê yên din, cudatiyê dixin navbera psîkolojiya takekesî û psîkolojiya civakî, lê ev kirin ji bo Adlerî bêwate ye.

Peywendiya civakî: Di nêrîna Adlerî de potansiyela mirovan ya ku bi mirovên din re dikeve têkiliyê,  ji zayînê tê. Ango her mirov bi wesfên peywendiyê tên gerdûnê, Adlerî ji bo vê dîyarokê (olgu) têgeha  <<peywendiya civakî>> bikartîne. ev peyv di zimanê elmanî de ‘’gemeinschaftsgefuhl’’ e, lêbelê li hemberî vê peyvê bi kurdî de tam tune. Di vê peyvê de mebesta; hestên civakî, berpirsiyariya civakê, hezkirina civakê heye. Li gor Adler mirov bêyî şaristanî û çandê, weke organizmayeke ye, di dîroka mirovahiyê de tune, ku mirovek bi tenê bijî. Li gor adler, mirov heke hez dikin ku xwe fehm bikin, divê li peywandiya xwe ya sosyokulturel binerin û binirxînin.

Li gor Adlerî mirov bi gelek ajoyên erênî  xwe motîve dike, carna mirov ji bo berjewendiyên civakê berjewendiyên xwe feda dike. Adler vê yekê mîna peywendiya civakî  bi nav dike. Hestên peywendiya civakî ji zayînê tên li cem her mirovî jî ta radeyekî heye. Ev hest her çi qasî ji zikmakî bê jî bi serpêhatiyên mirova ve pêşve diçe, ango mirov neçe civatan, mirovên din re nekeve têkiliyê, ev hest ko dibin. Civata zarokan jî, malbata zarokan jî heval û hogirên zarokan ên ewil diya zarokê ye û dayîk jî divê berpirsiyariya xwe zani be. du peywirên dê  yê bingehîn hene  a yekem divê zarokê re bibe alîkar û destekê bide zarokê  ji bo zarok peywendiya xwe a bi civakê re pêşbixe , a duyem jî divê zarokê endamê malê û civata re  rû bi rû bihêle ji bo zarok malbat û civatan  re jî bikeve têkiliyê . heke zarok bi tenê diya xwe re bikeve têkiliyê pêşerojê de li kom û civata de dê pirsgirêkê bikşîne ji ber ku baweriya wan ji wan  tune û newêrek in.

Xwekêmdîtinî û cîh tijîkirin

Her mirovî de kêmasiyek heye hewla her mirovî jî ji bo têk çûyîna vê kêmasiyê ye wek mînak  zarokekî/ê gurçika wî/ê xilas bibe , gurçika wî/ê a din mezin dibe û karê herdû gurçika jî dike , kesekî/ê destê wî/ê tune be lingê wî//ê vê kêmasiyê tije dikin an keçikeke ne delal be bi  tewn  û karên desta  xwe pêşdixe an di dibistanê de biryarî nizan be xwe werzişê de dibe radeyeke mezin gwd. Ev hemû kirin hewla serdestiyê ne, mirov kêmasiyên xwe bi serkeftinên xwe dinuxumînên. Li gor adlerî gelemperî  motîvasyona mirova hewla serdestiyê ye .xwekêmdîtinî  hêmaneke gerdûnî ye û ev jî asayî ye. Di dîrokê de gelek navdar hebûne ku kêmasiyên wan ê laşî hebûne û cîhê van kêmasiya serkeftina tije kirine û di dîrokê de cîhê xwe girtine . wek mînak demostenes lalik bû di zaroktiya xwe de nikari bû biaxive û herkesî navûnûçik lêdikirin lê paşê jî bêjekarê mezin û navdar bû  , thedore roosevelt jî zarokekî jar û nexweş bû  paşê jî bi hêza xwe navdar bû û paşê jî bû serokê amerîkayê.

Kompleksa xwekêmdîtinî û raserbûnê

Bi nêrina Adler de xwekêmdîtinî di zarokatiyê de dest pê dike. Zarok li der û dora xwe dinêre, dayik û li bavê xwe, li civata ku tê de dijî dinêre û xwe ji wan re muqayese dike û dinêre qasî wan nîn e ji bo vê jî xwe kêm dihesibîne.  Zarok heznake ku di vê rewşê de bimîne, ango dixwaze ew jî qasî der dora xwe be ji vê mebestê dikeve hewla raserbûn ê . li gor adlerî sê hêman di zarokê de xwekêmdîtinê derdixin holê ; kêmasiyên laşî, şaqizitî (şûmîtî), piştguhkirin.

<< kêmasiyên laşî>> : Di takekes de kêmasiyên laşî hebin , takekes vê kêmasiyê qebûl nake û heta destê wî/ê  tê hewla serdestiyê dide wek mînak demostenes ê lalik. Heke hewla serdestiyê de takekes sernekeve xemgîn dibe û zêdetir destê xwe ji jiyanê dikşîne, carna hinek vê rewşê bi mantiqî diguherên lê bi pirranî xwe kêm dibînin , baweriya wan jî ji wan tune .

<< zarokên şûmîtî>>: Baweriya van zarokan ji wan tune ji ber ku çi xwestine dibin destê wan de bûye , destên wan ava germ nekirine ava sar îja ev zarok jî êdî wiha bawer dikin : heke dê- bavê min tune be , an jî hêza min a aborî tune be  ez kêrê tu tiştekî nayêm ji ber vê sedemê ev zarok jî xwe kêm dibînin .

<< piştguhkirin >>:  Heke dê- bav zarokê piştguh bikin ev jî bandoreke neyînî li ser zarokê dike . zarok çavê xwe bi diya xwe vedike û bi bavê jî destekê dibîne heke dê – bav bêxem bin zarok jî xwe kêm dibîne.

Sedema xwekêmdîtinê çi dibe bila bibe zarok heke li hemberî vê xwekêmdîtinê zêde tije bike ango reaksiyeneke mezin bide vê rewşê,  vêca kopleksa raserbûn ê dertê holê. Kompleksa raserbûnê çiye? <<mirovên xwe zêde mezin dibînin>>  ji bo van kesa ev têgeh tê bikaranîn. kesên xwediyê vê kompleksêne  mirovên pozbilind , qurre , timahkar û tinazkar in.  Li gor Adlerî, li cem mirove   kompleksa xwekêmdîtinî hebe, hebek be jî kompleksa raserbûnê  heye, berovajiyê vê jî helbet raste. Li gor Adler,  mirovekî şerxwaz, dirrende û  nebaşiyên xwe tê naskirin di rastiyê de tirsonekeke û tolazeke ji ber kêmasiya xwe bireve bi zilmê û nebaşiyê xwe nîşanî mirova dide di dilê xwe de xwe kêm dibîne. Di her mirovî de hestên raserbûn û xwekêmdîtînî  hene ev herdû hest jî mirovan de nexwaşî an astengiyekî dernaxin  heta ji bo mirova roleke baştirîn  dikin lê heke ev hest bûn kompleks wê çaxê ji bo mirova astengî û bêaramî dest pê dike.

Rêza zayînê: Li gor adlerî rêza zayînê li ser geşedana kesayetiyê xwedî bandor e , ango meriv zaroka yekem be an duyem be an jî zaroka herî dawiyê be li gor vê rêzê  kesayetî jî diguhere lê ev tiştekî rawestar (sabit) nîn e ku neguhere carna zaroka duyem jî rewşa zaroka yekem dijî carna jî zarok van tevgeran yekî jî najîn,adlerî li ser çar cureyên zayînê rawestiyaye .

Zarokê yekem ( nuxurî): Adler ji van zarokan re dibêje <<qralên  taca xwe winda kirin e>> Di malan de zarokên yekem zehf tên hezkirin  dê –bav gelemperî  hezkirina  xwe didin van zaroka ev zarok wek qrala dijîn û heta bira an xwişkeke wan bû . xwişk an birayê nû bala malbatê dikşînin li ser xwe , delaliya malê dibe zaroka nû îja qralê taca xwe winda kirî dê wisa bisekine helbet na , heta wî/ê tê dixwaze dîsa  bibe delaliya malê hewl dide lê ev hewla wî/ê pûç dertê . têdigihêje ku êdî rewş wek berê nabe dev ji hemû malbat û şirîkên xwe berdide rêya xweseriya xwe digere. Li gor adlerî zarokên yekem ( nuxurî) pêşerojê de xwedî kesayetîke peşawa/serkirde dibin.

Zaroka duyem: zarokên duyem li gor zaroka yekem zêdetir komelî ne û her tim mebesta  wan pêşiya zaroka yekem bikevin bi her karî de . zarokên ewil çi kiribin zaroka duyem dixwaze gavekî wi/ê zêdetir biavêje wek mînak zaroka ewil 2 saliya xwe de li ser piyan çûbe ,  zaroka duyem dixwaze yek saliya xwe de li ser piyan here. lê carna jî zaroka duyem dide pey xeyalên utopîk helbet sernakeve ev jî di zarokê de xwekêmditînî derdixe holê.

Zarokên herî piçûk ( delalî):  zarokên herî piçûk  bi gelek niqteyan de rewşa wan yên din cudatir e . di van zarokan de tirsa,  ne hezkirinê tune xwe ji pey van zarokan kes tune ev jî bextewariye ji bo van zarokan . gelemperî zarokên dawiyê di nava xwişk û bira dê yên herî jîr , serwext û populer in ji ber ku gelek mînak pêşiya van zaroka hene ev jî daxwaziya serkeftinê derdixe holê , di nava bira û xwişkan de sobekar , akademîsyen gelemperî birayê piçûk in . lê helbet her tim zarokên piçûk ew qas jî xwedî bext nabin . carna hemû hêz û hezkirina malbatê para zarokên piçûk dibin ev jî zarokê şûmitî dike û zarok pêşerojê de bê mebest û tu tiştekî de sernakeve . li gor lêkolînekî zarokên herî jîr û serwext jî , zarokên herî  belengaz û nezan jî di nava zarokên herî piçûk derdikevin.

Yek zarokî: di malekê de heke yek zarokek hebe dê gelemperî hêza xwe û bala xwe bide vê zarokê xwe şirîkên vê zarokê jî tune . ev zarok jî bi pirranî li gel diya xwe ne îja çavnebariyê bavê xwe dikin ev jî kompleksa oîdîpûs derdixe holê <<Kompleksa  oîdîpûs: têgeheke freudî ye zarok navbera 3-5 saliya xwe de dilê wan dikeve diya wan an bavê wan . zarokên kur dilê wan dikeve diya wan û çavnebariyê bavê xwe dikin , zarokên keçik jî dildarê bavê xwe ne û diya xwe hevrik dibînin >>  yek zarokî bandoreke neyînî li ser zarokê dike ji ber ku ev zarok pêşerojê de li nava hevalê xwe de kêfxweş nabin. Adler hişyarî jî dide ev rêz gelemperî wihaye lê ev ne teqez e , carna zaroka ewil tevgerên zaroka duyem , zaroka duyem jî tevgerên zaroka ewil nîşan dide.  Li gor adler navbera zayînê a îdeal sê sal e ji ber ku zarok sê saliya xwe de têdigihêje hiş û civakê.

Tîpolojiya karakterê: Li gor adler sê erkên jiyana mirova hene , mirov ji karê xwe , heval û hezkirinên xwe berpirsiyar in helwesta mirova a li hember van erkên jiyanê karakterên mirova diyar dikin . adler çar karekterên sereke nîşan daye lê ev jî mîna rêza zaroka teqez nîn in ango mirovek dikare hem bibe tîpê serdest û hem jî tîpê civakî.

Tîpê serdest: li  gor adler hine mirov hene di zarokatiya xwe de li ser wesfên zordarî  yê mezin dibin hemû têkiliyên xwe de êrişkarî, bêtirs û çalak in. Lê li hember civakî ne , her tim xwe di ezmûnekê de dihesibînin . her tiştî bi zorê dikin mirovên zordar, xedar û sadîst di vê komê de ne.

Tîpê kirîyar: tîpên herî zêde ev in muftexur û tolaz in tu tiştekî bi serê xwe nakin . peywendiya wan a civakî jî kêm e li gel vê zirarê jî nadin mirovên din.

Tîpê dirêxî/revok: ev tîpên wiha tirsonekin erkên xwe yên jiyanê direvin ji bo tiştekî hewl nadin tirsa serneketinê dest tiştekî nakin ,  peywendiya wan a bi civakê jî kêm e.

Tîpê civakî: ev tîp mirovên îdealin , erkên xwe yên jiyanê zanin û xwedî derdikevin heval û hogiran re peywendiyê de ne , peywendiya van a bi civakê re jî zêde ye.

Rêzan Erzirom 

[email protected]

26.12.2015

Rêzan Erzirom
Latest posts by Rêzan Erzirom (see all)

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.