Abdullah Koçal: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Abdullah Koçal: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Abdullah Koçal: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

* Ji xeynî deverên ku çavên te dibînin jî der û war he ne,

* Ji bilî merivên ku tu nas dikî jî mirov he ne,

* Derd jî derman jî bes ne yên ku tu dizanî ne,

* Her wiha kêf û şahî, ken û pêşketin jî…

Ger ji xeynî warê xwe cihekî din nenasî, cihana te wê bi qasî gundê te be. Ger ji bilî merivên xwe kesî nas nekî, mirovahî bo te, bes wê eşîra te be.

Heke derd û dermanên ku dizanî bes yên bapîr û dapîran bin, helbet derdên nû wê te dagir bikin, dermanên nû bi hawara te de nayên.

Şahî, ken û pêşketinên te heman bin jî girî, xem û pêdiviyên nû dê ji wan bêtir bi serê te de werin.

Kes û tiştê ku nas nakî; tirs û xetere ne.

Naskirin beralîkirina belayan e.

Loma:

Seba kêf li te neherime divê tu zanibî.

Seba kêf li te neherime, divê tu kêfa xwe bi hînbûnê biherimînî.

Seba kêf li te neherime, divê tu bi hîn bibî û pêş ve biçî.

Ji bo pêşveçûnê pêwist e baqil û zana bî.

Riya wê jî fikirîn e.

Fikirîn felsefe ye.

Abdullah Koçal

29.02.2016 

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.