26’ê Nîsanê Roja Felsefeya Kurdî Pîroz be!

26’ê Nîsanê Roja Felsefeya Kurdî Pîroz be!

26’ê Nîsanê Roja Felsefeya Kurdî Pîroz be! 

  Cara yekem e ku em Roja Felsefeya Kurdî pîroz dikin û bi vê xebatê armanca me ew e ku em dixwazin bala xwînerên kurdî, hinekî jî bidin ser mijarên felsefî. Bêguman a niha rewşa welatê me gelek xirab e, li çar aliyan şer heye û kurd, di şerê man û nemanê de ne. Di rojên wiha de jî, wekî zanîna we ye ku deng ji wêje, huner, felsefe û zanistê nayê. Lêbelê jiyan berdewam dike, dem diherike û her tişt tê dewsa xwe digre. Lewma jî ez wiha difikirim ku divê ev xebatên navborî nesekinin û herdem berdewam bikin; çimku jiyan nasekine û ne statîk e. Par, çend xwînerên Malpera Felsefevan vê pêşniyarê li me kiribûn, lê heta demekê kurt jî, li ser pîrozkirina rojê me li hev nekiribû. Axir piştî çend gengeşî û danûstandinan, me di roja 26’ê Nîsanê de biryar girt û agahdariyeke weşand.

26ê Nîsanê roja jidayîkbûna ramangir, zimanzan û wêjekarê kurd î nemir Celadet Alî Bedirxan e. Helbet keda Celadet Alî Bedirxan gelek mezin e û di roja jidayîkbûna nemir de pîrozkirineke wiha, dê bêtir watedar be jî. Bi vê wesîleyê em rêz û hurmeta xwe raberî nemir Celadet Alî Bedirxan û hemû kedkarên Zimanê Kurdî dikin.

Ji bo pîrozbahiya Roja Felsefeya Kurdî, me xwest ku em xebateke hevpar pêk bînin û bi vê mebestê me ji 100 kurdên pênûshez pirsî bê ‘çima pêdiviya me bi felsefeyê heye?’

Mala wan ava, bi dilsozî û nefsbiçûkiyeke mezin bersiva pirsa me dan û piştgiriya xwe ragihandine me. Wekî Malpera Felsefevan, me jî nivîs û gotarên wan di malperê de weşand û niha jî wekî PDF kitêb raberî we dikin. Em hêvîdar in ku sûdmend be û ji bo xebatên bi vî rengî bibe wesîle.

Spas û malavahî ji bo Tengezar Marînî, Murat Boran, Mehmet Emin Ozbilen, Fêrgîn Melîk Aykoç, Yusuf Yeşil, Şivan Keleş, Orhan Agirî, Ferhat Dayan, Nûhat Deştî, Abdullah Koçal, Olcay Bagkan, Metîn Eser, Orhan Basî, Rêdîr Ce’fer, Suleyman Tekin, Haci Encu, Mizgîn Hesko, Shahînê Bekirê Soreklî, Mahmut Ozçelîk, Muharrem Binay, Robar Şener, Brahim Aluci, Abdurrahman Aydogdu, Kalo Şado (Dewrêşê Laleşî), Nûrhat Heftaro, Najbeer AL Shekh, Newaf Mîro, Sultan Arslan, Dilovan Altuboga, Çorê Arda, Ali Hekarî, Raif Yaman, Têngîz Sîabendî, Murad Dildar, Konê Reş, Serhad Bapir, Gernas Dildar, Ezîz Xemcivîn, Încil Selçuk, Yilmaz Akin, Jaffer Joqy, Resul Yavaş, Ferzan Yezdanî, Dara Kurdo, Shahin Mitan, Aydin Ronak, Brahîm Şêxo, M.Alî Kut, Rojda Ademhan, Ali Bayram, Tewfîk Bayram, Remzi Şener, Mehemed Tan, Mem Med, Emine Yalçınkaya, Emine Yalçınkaya, Evin Berçem, Guney Tanriverdi, Nurettin Olcay, Şiyar Silêman, Rifat Yildiz, Havîn Acar, Mihemed Xêr Şêxo, Recev Yildiz, Nurullah Saricanli, Erkan Semo, Selami Dogan, Yaşar Aksu, Cîhan Yildirim, Kêmzan Bêwar, Mîr Qasimlo, Zin Zare, Xakî Bîngol û Gul Y. Seven.

Nivîsa Gul Y. Seven xan, mixabin bi derengî gihijte malperê, dema ku nivîs hat me vê xebata hevpar li malperê barkiribû. Lewma di vê lînkê de xwiya nake, lêbelê di dosyeya resen de heye. Wekî gotina dawî ez dîsa dikarim bibêjim ku pîrozkirina Roja Felsefeya Kurdî, bi tenê hincetek e û mebest jî, balkişandina mijarên felsefî ye û a me jî, bi tenê gavek e. Em hêvîdar in ku pîrozkirina vê rojê, ji bo me kurdan bibe sebebê fikirîn, xwendin, lêpirsîn û her cure xebatên zanistî.

Li ser Navê Kovar û Malpera Felsefevan

Ali Gurdilî

[email protected]  

26.04.2016

Fermo, kitêba PDF ya ku ji 74 gotaran pêk hatiye:

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.