Saziyên Civaka Sivîl

Saziyên Civaka Sivîl

Saziyên Civaka Sivîl

    Saziyên civaka sivîl, bi wateya xwe ya giştî ewe avakirina rêxistinên bê layen û profesyonal, çi di warê zanistî, civakî, pîşekarî an jî toreyî û ramangîrî  de be… td. Kesên pispor di wan babetên bûrî de, bi rengekî rêxistî têkilî hev dibin bi mebesta sûdewergirtina ji tiwan û karîna her endamekî ji endaman. Ramana çêkirina van saziyan ne nû ye, ji hezarên salan de, civakzan û ramangîran giringiya vî karî ronî kirine û bingehên wan saziyan di civaka xwe de danîne.

Pîtolzanê Girîkî Eflaton , raman û hizr û boçûnên xwe li ser civakê û pêşxistina wê di riya babetê xwe yê bi navûdeng (Bajarê Sayedar) re diyar dike, ku di wî bajarê  amajepêdayî  de, her kesek ji civakê ji piçûkaniya wî de, derfet jê re têne dan, da ku karînên xwe di warê ku ew jê hez dike pêş bixîne. Dawî  ew kesên ku bighên pileyên bilind di pisporiya xwe de, wê rêvebirya civakê bikin, her yek di warê pîşekariya xwe de.

Hêjayî bi bîrhatinê ye, ku pîtolzanê binavûdeng Soqratis, bû cangoriyê ramanên xwe yên di vî babetî de. Dema ku dadgeha gel bi piraniya endaman sezaya canbirînê lê birîn. Ji ber ku nerîna piraniya gel di wê demê de, li gor zagonên dîmoqrasiyê, di ser hemî desthilatan re bû.

Soqratis hate jehirdan ji ber dijîtiya wî ji dîmoqrasiyê re, çimkî dîmoqrasî nerînên ne durist bi ser dixe dema piranî netêgihiştî bin.

Eger em van pîvanên bûrî li ser civaka xwe ya kurdî bikar bînin, emê bibînin ku çawa ew rijêma dîmoqrasî, ya ku li rex hin gelan ji berî zayînê de, wek ramanin paşketî dihatin dîtin, me hîn elfebeya wê bi duristî nasnekirye, û avakirina saziyan, nemaze yên civaka sivîl, dûrî pîvanên avakirina saziya ne di welatên pêşketî de.

Dema em yekîtiyek rewşenbîran ava dikin, wek nimûne, herkes amade dibe ji bilî rewşenbîran, eger rewşenbîr amadebin jî, rajeya wan ya herî kêm e.

Ev diyarde dubare dibe, di avakirina piraniya saziyên civaka sivîl de, çi yên jinê bin, çi yên pîşekaryê bin, pêkhatîbûna endaman nayê berçav bi qasî ku bercewendiyên partîtî û kesanî yên teng tên berçavgirtin. Di encamê de civaka sivîl perçe dibe, bi navê yekîtî û sendîkeyan, em dibînin ku li şûna ku beşek ji mirovan, di warekî de kardikin, bibin yek, bêhtir ew kes ji ber hev dikevin û karînên wan belav dibin û  karên tekateka, lawaz dimînin.

Bercewendiyên teng têne pêş, û yên kurdî yên bilind li paş dimînin.

Di encamê de, civak paş dikeve û zana û pispor dûrî van saziyên neberbihev dikevin, keysbaz nêzîk dibin, ji lewra kar bi şêweyekî çewt rêve diçin, civak herûher wek mirovekî nesax dimîne, rojê endamek ji laşê wî têşe, û pirê caran laş tevde têşe, çimkî her saziyek endamek ji hebûna  niştiman e.

Hêmanê sereke di avakirina saziyan de mirove, dema endam li ser bingehin rasteqîne bêne helbijartin, ew sazî dê çalak be, têkilya saziyên çalak, laşekî bi hêz ji welat re ava dike, lê dema ku saziyek di welatekî de lawaz  be, ew welat dibe wek mirovekî nexweş û kêm endam, bê goman ew kes wê temenkurt be.

Ji bo avakirina welatekî pêşketî, pêwîste her kes cihê xwe yê guncayî bigre, em wek gelê kurd ji miletên dinyayê bi tevayî bêtir hewcedarî saziyên birêkûpêk in, ji ber ku bindestiyê em di gelek waran de lipaş hiştine, erke li ser milê me,  ku her yek cihê xwe yê guncayî bigre, da  welatekî  li gor asta hêviyan  ava bibe.

Şiyar Silêman

[email protected]

16.09.2015

 

Şiyar Silêman
Latest posts by Şiyar Silêman (see all)

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.